Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Siyasî a PDKÎ: Temenê Komara Îslamî bi dawî hatiye

10:05 - 8 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Bi helkefta çil saliya talankirina destkeftên şoreşa gelên Îranê, Navenda Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de ragihand ku êdî temenê Komara Îslamî bi dawî hatiye û yan divê here û bibe dîrok, yan jî divê guhertinên bingehîn di xwe de pêk bîne bi rengekî ku êdî neyê naskirin.

Daxuyanî wiha ye;

Komara Îslamî di çil saliya xwe de

Roja 22’ê Rêbendana 1357’an a Rojî, şoreşa gelên Îranê bi ser ket û dawî li sîstema paşatî û dîktatoriya nêzîkî pêncî salan a malbata Pehlewî hat.

Mihemedriza Şahê pozbilind, ji ber rênedana azadiya siyasî, girtin, îşkence û darvekirina azadîxwazên Îranê, berfirehbûna gendeliyê û bi siyaseta nasyonalîstî a mezinxwazî û tepisandina gelên bindest ên Îranê, rê ji bo nerazîtiya xelkê li hemberî wê rewşê xweş kiribû.  

Şah, “direng dengê nerazîtiya xelkê bihîst” û di dema guncaw de bersiva xwestekên xelkê ên rewa neda. Çendîn caran jî kabîneya dewletê guhert lê belê êdî pêşiya şoreşê nedihat girtin.

Hin destkeft û pêşketin di warên aborî, civakî û baştirbûna rewşa jiyana xelkê de bûne encama wan guhertinan lê belê wan encaman jî nekarîn rê li ber rûxandina rejîma Şah bigirin.

Sedemên navxwe û ên derve ji bo serhildan û bi encamgihîştina şoreşa 57’an li dijî Mihemedriza Şah, di warên siyasî, aborî, civakî û çandî de pir bûn. Lê serekîtirînên wan, desthilata dîktatorî û nemana azadiya siyasî, tepisandin, binpêkirina maf û azadiyên gelên bindest, gendelî di pêkhateya sîstemê de, nebûna azadiyê ji bo çalakiya partiyên siyasî bûn ku tevahiya wan, bibûne astengî li ber dabînkirina demokrasî û tevlîbûna welatiyan di rêveberiyê de û geşekirina siyasî û di encamê de jî xelk hate handan daku li pey rizgarkerekî bigerin.

Tevahiya wan mijaran û herwisa amadenebûn û bê bernameyiya opozîsyona ne mezhebî, xelkê zulmdîtî ber bi piştevanîkirin ji hizra mezhebî û kevnperestî a ayetulla “Rûhulla Xumêynî” û hevnerînên wî han dan.

Di encama vê rewşê de derfet ji bo Xumêynî û alîgirên wî çê bû ku hesta olî a xelkê bi şêwazekî nebaş bi kar anîn û şîpelên nerazîtiya xelkê girtine destên xwe û şoreş ji rê dûr xistin. Êdî karîn dest bi ser destkeftên serhildanê de bigirin û azadiyeke biçûk ku berê hebû, ji xelkê hate zewtkirin û dîktatoriyeke reş a olî-nasyonalîstî bi ser xelkê Îranê de ferz kirin.

Di rastî de piştî serketina xelkê, meleyan bi rêberatiya Xumêynî, kesên ku hevnerîn û hevrêbazên wan nebûn, ji ser riya xwe hildan û mora îslamîbûnê li şoreşê dan û desthilatdariya welat jî dagir kirin.

Dema ku Ayetulla Xumêynî li Parîsê bû, gelek soz dan. Biryar bû azadî li Îranê were dabînkirin, pêkhateyên civakê bigihin mafên xwe ên rewa, desthilat a xelkê be, pîvan dengê xelkê be, zulm û tepisandin nemîne, av, elektrîk û utubûs bê beramber bin, gendelî were jinavbirin, pereyên petrolê bêne ser sifreya xelkê û gelek tiştên din ên bi vî rengî.

Lê dema ku bû desthilatdar, gav bi gav “Wîlayeta Mutleq a Feqîh” bi ser xelkê de ferz kir. Di bin navê îslamê de hemû azadî û demokrasî ji xelkê hatin standin, cudabîr û opozîsyon hatin tepisandin, jin bi slogana “yan desmala ser seran yan mista ser seran” ji mafên civakî û mirovî hatin bêparkirin. Terorîzma dewletî bû beşek ji siyasetên navxwe û derve ên Komara Îslamî. 

Desthilatdarên nû amade nebûn seretayîtirîn mafekî bidin gelên bindest li Îranê û herwisa piştî çendîn caran gotûbêjê di navbera Kurdistanê û hikûmetê de, Xumêynî di yekemîn derfet de biryara Cîhad û êrîşa ser Kurdistanê stand û tepisandina sîstimatîk a Kurdan û mîlîtarîzekirin û wêrankirina Kurdistanê dest pê kir.

Di heyama çil salên derbasbûyî de Kurd bi giştî û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi taybetî, qurbaniyên sereke ên terorîzma dewletî a Komara Îslamî bûne. Desthilata nû şerekî xwînî û piralî li hemberî Kurdan dest pê kir ku heta niha jî didome.

Şoreşa gelên Îranê a li dijî dîktatorî û zulm û zoriya hikûmetê serket lê amancên xwe bi dest nexistin ku dabînkirina azadî û demokrasiyê, rizgarbûn ji tepisandin û zulmê û nehêlana gendelî û nebûna wekheviyê bû. Bi vî awayî “bihara azadiyê” li Îranê demeke dirêj berdewam nekir.

Çanda istibdad û zordariyê weke berê ma û dîktatorî û zordariyeke siyasî-olî û çendîn caran tirsnaktir û dagirkartir berhem anî ku ev çil sal in dest bi ser Îranê de girtiye û gelên Îranê ji ber wê aciz bûne.

Divê tev alî û bi taybetî ew beşa opozîsyona Îranê ku xwe bi demokrat dizane, şoreşa Îranê û encamên wê ji xwe re bike ezmûn û waneyeke bihadar ku xebat li dijî dîktatoriyê, ji xebata li dijî zordariyê cuda ye, jê hîn bibe. Xebat ji bo rûxandina dîktator bixwe nayê wateya xebat ji bo dabînkirina azadî û demokrasiyê. Ew şoreş dikare azadî û demokrasiyê li pey xwe ve bîne ku bixwe jî demokratîk be û li dijî zordarî  çanda zordariyê kar bike.

Îro di demekê de çil sal di ser serketina şoreşa 57’an re derbas dibin ku Komara Îslamî di hemû waran de di siyasetên navxwe û derve de rastî mezintirîn û metirsîdartirîn kirîza dîroka xwe hatiye.

Rejîma Komara Îslamî a Îranê rewatiya xwe ji dest daye û rastî kirîza desthilatdariyê hatiye. Valahiya di navbera xelk û hikûmetê de berdewam berfirehtir dibe û îdeolojiya hikûmetê û otorîteya wê nikare tevgerên xelkê razî bike ku aram bin û bersiva xwestekên xelkê jî nikare bi tundî û tepisandinê bide.

Di encama nebûne bernameyê de ji aliyê hikûmetê ve ji bo çareseriya kirîzan, hevrikiya nav desthilatê her roj zêdetir û eşkeretir dibe.

Kirîzên civakî û aborî berfireh dibin. Bilindbûna nirxa dolar, giraniya her roj a kelûpelan, gendelî û diziya berpirsên hikûmetê, bêkarî û hejarî bi rengekî ciddî bilind bûne û jiyana xelkê Îranê tal kirine.

Cezayên nû ên Amerîkayê û û derketina kompanya û sermayeguzarên biyanî li Îranê, aboriya tevlîhev a welat heya asta herifînê birine. Serkirdeyên rejîmê jî di fikra talankirina welat de ne û her yek ji wan hewl dide pereyên xwe ji Îranê bibe derve. Rêveberê komîsyona aborî a Meclisê di destpêka meha Xakelêweyê de eşkere kir ku di sê mehên dawiyê ên 1396’an de 30 milyard Dolar erz ji wî welatî hatiye derxistin. Gelo ne zelal e kî û çawan ew pere ji Îranê biriye derve?!

Li gor saziya “Zelalkirina Navdewletî” (Transparency International) Îran di warê zelaliya gendeliyê de di nav 180 welatan de ketiye pileya 138’an. Bi vî rengî gendelî li Îranê bi lihemberdana sala berê, zêde bûye û asta zelalkirina hikûmetê heşt pileyan daketiye. (Ji 130’an bo 138’an)!

Giranî û hejarî ji aliyekî ve û damayîbûna rejîmê ji bo dabînkirina seretayîtirîn pêwîstiyên xelkê ji aliyekî din ve, civaka Îranê xistiye nav kirîzeke bê mînak a civakî.

Komara Îslamî di siyasetên derve de jî diherife û rastî kirîzan tê. Berdewamiya Komara Îslamî di terorê de û piştevaniya terorîzma cîhanî, binpêkariya sîstimatîk a mafên mirovan, rijdbûn li ser kar ji bo berhemanîna çekên komkuj û berdewamiya bernameya mûşekî a Balistîk, siyaseta destêwerdanê, çêkirina tevlîheviyan ji bo nearamkirina navçeyê, Komara Îslamî kirine gefeke ciddî li ser ewlehiya cîhanê.

Wek tê dîtin, li gor hemû pîvanên selmandî, Komara Îslamî di warên siyasî, îdeolojîk, aborî û exlaqî de rejîmeke şikestxwarî ye û di asta navnetewî de jî zêdetir goşegir dibe.

Temenê Komara Îslamî bi dawî hatiye û yan divê here û bibe dîrok, yan jî divê guhertinên bingehîn di xwe de pêk bîne bi rengekî ku êdî neyê naskirin. Lê rejîmê di çil salên derbasbûyî de nîşan daye ku reformê qebûl nake û nikare guhertinan di xwe de pêk bîne. Komara Îslamî ji şaştiyên Şah ders negirt û êdî nikare valahiya di navbera desthilat û xelkê de, tijî bike.

Bi hêviya ku çarenivîsa şoreşa 57’an bibe ezmûn ji bo opozîsyona navendî û heya direng nebûye, xwe ji davika nasyolalîzma tundrew û siyaseta înkarkirina neteweyên bindest li Îranê rizgar bike û bi siyaseteke vekirî ji bo pêkanîna alternatîveke demokratîk û dijî zordariyê hewl bide. Alternatîvek ku rastiya pirnetewîbûna Îranê tê de reng vedide û nûnerên hemû neteweyên akinciyê Îranê tê de beşdar bin.

Partiyên Kurdistanî jî divê bizanin ku tenê bi hevgirtîbûnê dikarin bi mezinî û wezna xwe bibine beşeke bi bandor ji alternatîveke bi vî rengî. Eger wisa be, ew dikarin piştî Komara Îslamî, maf û azadiyan ji bo gelê xwe dabîn bikin.

Tenê damezrandin û bicîkirina sîstemeke demokratîk, sekolar û federal dikare mafên pêkhateyên netewî li Îranê dabîn bike û tebayî û yekîtiya dilxwazane a gelên Îranê li pey xwe ve bîne û Îranê bike welatekî demokratîk û azad.

Bi hêviya hevrêzî û hevgirtina gelên Îranê ji bo damezrandina nizameke demokratîk û federal li Îrana pêşerojê.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Siyasî