Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Naveroka danûstandina Dr. Qasimlo digel dîplomat-terorîstên rejîma Îranê

18:55 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2021

Naveroka civîna di navbera nûnerên PDKÎ bi Serokatiya Dr. “Ebdulrehman Qasimlo” û nûnerên rejîma Îslamî bi Serokatiya terorîst “Ceifer Sehrarûdî” li Viyenê ku di rojnameya “Lomond”a Firansî çapa 1`ê li “January”a sala 1998`an de hatibû weşandin, ku “Dîlan Herdî” wergêrê ser şêwe zaraveyê Soranî kiriye.

Wergêrandin ji Soranî ve bo Kirmancî: Sîmîn Rûhanîzade

Pêka nivîsa rojnameya “Lomond”, nûnerên Komara Îslamî destpêkê bo civînê hatibûn, û merema wan çareserkirian pirsa Kurd nebû, lê “Qasimlo” li ser otonomî bo gelê Kurd neçû bin barê daxwazên rejîma Komara Îslamî, û lewma Komara Îslamî neçar bûn rêya terorê bigre bera xwe.

Deqa axavtinan

-Sehrarûdî: “Dem mijûle ji dest me diçe, bila em lezê bikin, spas bo we, em rêkevtin ku ew civîne bi awayekî tevav nihênî di navbera me de bimîne, çimkî hin ji neyar û dijminên me naxwazin ew pirsgirêke bê çareserkirin, heta di nava hikumeta Îranê de jî hin kes hene ku bi dijî wê pêwendiyê ne. Di nava desthilata cîbicîkirinê de jî hêsan nîne bi rohnî bas ji wê pirsgirêkê bê kirin.

- Qasimlo bi rastevxwe diçe ser mijarê: Di heyamê du dîtinên me yên berê de bas ji du xalên bingehîn hate kirin, Pejirandina pirensîpa otonomî (xudmuxtarî) û pirensîpa çalakiyên azad ên hizba me di nava welat de. We bersiv da ku karbidestên rejîmê razî nînin ku pirensîpa otonomî yê bipejirînin. Xala duyem jî me ji mêj ve di deftera siyasî de bas jê kiriye, gelo kanê pêşmerge çeka xwe danê yn ne? Deftera Siyasî dibêje ku çek danîn îmkan nîne. Hûn dizanin ku piştî 10 salan şerkirin û ew hemû qurbanî dane otonomî bûye sembola xwasta me. Em peyvek din bikar bînin? Ger naveroka otonomî yê li cem we pesend be, bo çî hûn ji nav û peyva wê ditirsin?

-Qasimlo li ser otonomî yê berdewam û pêdagir bû û bi huşdarî ve aliyê beranber bo danûsandinê gazî dikir: Nifşên me, nifşên demokirasî û otonomî yê ne: Bi alxayînî ve ger pirsa Kurd çareser nebe, dê ber bi cudabûnê ve biçe…

Sehrarûdî diaxive: Eva yekem car e ku em di nav xwe de bas ji wê yekê dikin ku Îslamê bîr ji pirsgirêka netewan kiriye. Bo çareserkirina pirsgirêkan, em guh nadine kesê din, ne Rojhilat ne jî Rojava, em amade ne xwe bikine qurbaniyê îdiayên xwe.

Qasimlo carek din dest pê dike: Ez dixwazim bêjime we ku, ez razî nînim ji wan hemû astengiyên ku we bo ragihandina otonomî çêkirine. Niha Xamineyî û Refsencanî li Tehranê nimêja roja Înê bi rê ve dibin, ew dikarin otonomiya Kurdistanê rabigihînin.

Qasimlo hûrdekariyên dîtingeha xwe li ser otonomiyê bas dike: Bo me 4 xalên bingehîn hene: Otonomî, wate parvebûna deselata navendî (décentralisation), xala bingehîn a duyem bo me Zimanê Kurdî ye, Zimanê Kurdî divê bibe zimanê fermî ê Herêma Kurdî. Xala sêyem diyarîkirina sînorên Kurdstana otonomî ye, bo vê yekê divê fakterên cuxrafiyayî û aborî bên jiberçavgirtin, li serveyê hemûyan, daxwaza hemû xelkê wan deverên ku Kurd têde dijîn. Xala çarem ku bo gelê Kurd girîng e, Divê aramî û asayişa nava herêma Kurdî ji aliyê xwedî xelkê Kurd ve bê parastin, me daxwazên zêdetir nînin. Em li derheq cîbicîkirina wan, rastbîn in, bo mînak li derheq pirsa sînoran dizanin ku pirsgirêkên piçûk hene, lê Kurd amade nîne bo tiştên piçûk şer bike.

Qasimlo encamgîriyê dike: Qet peyva otonomî yê nayê guhrîn, wê peyve aliyêk derûnî û dîrokî bo xelkê Kurd heye û remze bo me, ez wisa hizir dikim ku naveroka wê li cem we pesend e, lê hûn dixwazin ku haşayê li xodî pyva wê bikin, dema ku hûn nivîseke pîroze Îslamî dixwînin, hûn nikarin bi bê “Bismîlah” destpê bikin, eva jî hemen tişt e, naveroka otonomiyê li cem we pesend e, lê “Bismîllah” ne.

Îranî dibêjin berê ku em danûstandinê xwe bidomînin divê em digel “Tehranê” pêwendiyê bigirin ku pêka gotinên wan hêviyek têde heye. Roja piştî hingê wate 13`ê “June” “Sehrarûdî” dibêje ku hatine li cem birayên xwe. We duh got ku karbidestên “Tehran”ê dikarin di nimêja roja Înê de bas ji otonomiyê bikin. Eva pirsgirêk e ku karbidest û pêşnimêjên me bikarin digel xelkê biaxivin, lê ez rohntir bibêjim pirsgirêk eva ye ku dîtingeha me cuda ye.

Sehrarûdî bi eşkere mijarê ber bi aliyek din ve dibe û bi dûrûdirêjî bas ji çawahiya çareserkirin û nekirina pirisan ji aliyê rejîmê ve dike: Helbet me pirsgirêkek din jî heye ku di wan deh salan de gotinên zêde li ser hatine kirin: Beşek dibêjin ku nabe kontorolkirina aboriya Îranê bigirine dest û xelkê hejar jî bibin bi hevwelatiyên pile du. Wê demê ku “îmam” sax bû digot ku Îslam digel sermayedariyê de nîne, Îslam digel kontorolkirina dewletê de nîne, Îslam di nîvekê de ye û eva rêya sêyem e ku yasayên xwe hene! Ez mînaka bazirganiya derve bo te bas dikim: Sê caran yasa bo meclisê hatiye şandin lê çareser nebû…

Di dawiyê de neçar bûn bo kora diyarîkirina berjewendiya nîzamê bişînin… Bila em biçîne ser babeta otonomiyê, ew jî weke bazirganiyê ye: Du cur dîtingeh li ser hene, nêrînek ku li serdemê “Îmam Elî” tîne bîra mirov ku Îmam Elî li navenda xilafetê hikumet dikir, lê herêmek din jî hebû bi navê wilayet ku weliyê (Hakimê Wilayet) deselatek zêdetir û berfirehtir hebû ku li otonomiya îro de heye, mektebek din heye ku bibêje eva yê serdemê Îmam Elî bû.

îro rewş cuda ye em bi dijimin, û dora me ji aliyê welatên Nato û rejîmên beredayî ve hatiye girtin û ew rê nadin ku otonomî di çarçêveya xwe de bimîne, ew dixwazin ku berfirehtir bikin ku ber bi cudabûnê ve biçe, lewma otonomî pisgirêkek nîne ku em bikarin bi yek an du car ragihandin di nimêja Înê de çareser bikin, pirsgirêka duyem Hizba Demokrat dixwaze ku rewiş mîna xwe bimîne û di heman demê de jî digel Komara Îslamî danûstandinê bike, lê ez alxahîn im ku ew yeka nayê pejirandin.

“Sehrarûdî” car din mijarê ber bi aliyek din dibe û bas ji karkirina sîstima Komara Îslamî dike: Ez mînakek din bo we bas bikim: Bo mînak peywendiyên derve. Ger me îro peywendiyên xwe digel Amerîkayê qut kiriye û digel Yekîtiya Soviyetê çê kiriye, biriyarek nîne ku di du rojan û bi du kesan hatibe danê, me civîn kirin û di dawiyê de piştî sê sal û deh sal û yanzde salan û bi berçavgirtina rewşa Yeketiya Soviyetê, em gihiştîne wê encamê ku me rêkevtin digel wan hebe, çima? Çimkî me pirsgirêka Efxanistan û Pakistan û kendavê û bi taybet digel arîşe digel Rojavayî yan jî arîşe heye, lewma divê li ser otonomiyê bi salan gotûbêj bê kirin. Ez ji vê yekê alxahîn im ku di rewşa niha de ew otonomiya ku hûn bas jê dikin qet nayê erêkirin.

Sehrarûdî dom axivtinê dide Hecî Mistefewî yek ji endamên tîma terorê: Bi navê Xudê, Partiyên Komonîstî li ser bingeha tîoriya neteweyî a Stalîn hatine avakirin. Ereb jî dibêjin, Eve jî dîtingeha me ye. Partiyên Sosyal Demokratîk jî çareserên xwe hene. Li derheq hêzên Îslamî û Komara Îslamî, heta niha ti analîzek li derheq pirsgêrikên netewan nîne. Heger em wisa ji Komara Îslamî bikin ku ji rûyê tîorî ve bi awayekî micid û hûr bibine ser wê pirsgirêkê, serkevtinek mezin e. Helbet di Îslamê de sunneta Pêxember û cêhgirên wî heye. Ez hivîdar im ku rejîm balê bixe ser wê pirsgêrikê û li navbera sinet û eva ku hûn banghêjiyê bo dikin, tiştekê di navbera herduka de peyda bikin…

Qasimlo dipeyve: Hûn dibêjin ku niha pirsgirêka bingehîn, çaresera pirsgêrika otonomiyê nîne, belkî rêkxistina peywendiya navbera Partiya Demokrat û Komara Îslamî ye. Em hatine ku daxwaza çareseriya pirsgirêka otonomiyê bikin. Eve dide xuyakirin ku mafê çarenivîsê çend cur in: Serxwebûn, Fedralî, Otonomî. Qasimlo axivtina xwe didomîne û dibêje: Pirsyar eva ye ku erê gelo bi rastî Komara Îslamî hewcehî bi çareserkirina pirsgêrika netewî li Îranê heye yan na? Me yê Kurd daxwaziyên herî kêm hebûne. Me fedralîzm jî qebûl e. Helbet bi raya min, wekî çawa Îslamê di dîroka xwe de hin curên fedralîzmê hebûne. Gelek baş dibe ger fedralîzm bê cîbicîkirin, bo mînak Yekîtiya Komarên Fedral yên Îranê bên çêkirin. Ku wisa bû ger hûn ne serxwebûn û ne fedralîzmê û ne otonomiyê nepejirînin, nîşaneya vê ye ku hûn naxwazin pirsa netewî çareser bikin.

Di dawiyê de: Belkî sibê beşek din ji Îranê daxwaza otonomiyê bike. Divê şiyana çareseriya pirsgirêkên navxweyî yên Îranê ji rêya pirensîpan ve hebe, hin ji yasayan bo hemûyan, bo Ereb, Belûç, Turkemen, Kurd. Heger ji îro ve ew pirsgirêke neyê çareserkirin, di paşerojê de bo welat dê bibe bela.

Piştî civîneke kurt, herdu alî dema hevdîtinê bo dusibe diyarî dikin. Fazil Resûl navbendçiyê Kurdê Îraqê, tê nav axavtinên wan û bo jihevnêzîkkirina herdu aliyan dibêje: Yan ku hûnê bigihîjine rêkevtinekê û li ser gotûbêjan berdewam bin û şer rawestînin, Yan emê berdewamiyê bidne şer û dê gotûbêj jî berdewam bin. Lê ya başt ev e ku hûn niha bigihîjine rêkevtinekê: Serdemeke guncaw e. Belkî di sê salên dinê de balansa hêzan û rewş cud be…

Ev dawî peyv bûn. Dengê kursî tê û paşê dengê teqandina çar gulleyên kêmdeng tê. Paşê jî hîç. Dema ku polîs ji aliyê cîranan ve têne agehdarkirin ku Sehrarûdî xwe ew agehdar kiribûn û bixwe jî birîndar bû, termê 3 Kurdan li vir hatine peydakirin.