Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Demokrat: Berxwedan li pêxema maf û serbestiyê bi hemû şêweyên xwe berdewam e

20:17 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2022

Navenda Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 22`ê Pûşperê, salroja şehîdên Viyanayê bi destê dîplomat terorîstên rejîma Îranê daxuyaniyek belav kir

Deqa daxuyaniyê bi vî awayî ye:

Peyama Navenda Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi hilkefta 33emîn sala terorkirina Dr.Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî.

22`ê Pûşperê bermber 13`ê Tîrmehê, vebîranîna rojek tal û xemeke kûr û dilêş e bo Kurd û xedreke mezin e û cinayeteke hov a jibîrnekirî a rejîma Îslamî li derheq neteweya Kurd de ye.

Di vê rojê de li sala 1368`an beramber sala 1989`an tîmeke terorê ya rejîma Îslamî ku li kincên dîplomat de û bi pasaporta dîplomatîk ve bi hinceta gotûbêjkirin digel Dr.Qasimlo, bi mebesta gihîştin bi rêçareyeke siyasî û aştiyane li derheq pirsa Kurd li Îranê,bo bajarê Viyenaya li welatê Otrîşê şandibûn, Dr.Ebdulrehman Qasimlo sekreterê giştî yê wê demê yê Hizbê û hevalên wî yên bi navên Ebdulla Qadrîazer, endamê Komîteya Navendî ya Hizbê li derveyî welat û Dr.Fazil li kurdên Başûr û mamosteyê zanîngehê li ser maseya gotûbêj şehîd kirin.

Rejîma desthilatdar ya Îranê ku her li destpêka siyaseta xwe ya li hember cudabîran, li ser bingeha jinavbirin û terorkirina rêberên opozîsyonê darêtibû û li siyaset û baweriya qahîm a Dr.Qasimlo û Partiya Demokrat ya li derheq gotûbêja rêçareya demokratîk û siyasî ya pirsa Kurd li Îranê haydar bûn, yaku weke derfet bo rakişandina Dr.Qasimlo bo li ser maseya gotûbêjê veguhast, bi terorkirina Dr.Qasimlo û hevalên wî, dilreşî, û dijmnayetiya bê sînor ya xwe li hember maf û azadiya neteweya Kurd nîşana cîhanê da.

Rejîma Îslamî piştî gihîştin bi desthilatê, Kurdistana serhildayî û hereketa azadîxwazane û demokratîk a Kurdistanê bi neyar û astengek mezin bo sepandina desthilatdariya dije gelî ya xwe dizanî û serkutkirina vê hereketa pêşkevîxwazane li serweyî bijardeyên xwe danî.

Rejîmê her di destpêkê de xwest li riya berfireh a leşkerî ve, Kurd û Kurdistanê bi çok bîne, lê digel berxwedanî û xweragiriya bê mînak ya xelkê û hêza pêşmerge rû bi rû bû, û paşekêşî pê dan kirin.

Her ew dem bû ku, hikûmeta nû gihîştî bi desthilatê ya Îranê, kevte fikra darêtina pîlana terorkirina Dr.Qasimloyê mezin, bi vê hêviyê ku bi qutkirina serê hereketê, tevger dê tûşî têkçûnê bibe û xebata Kurd bo azadî û rizgariyê dawî pê tê.

Rejîma paremayî û îdolojîk a Îranê niha jî ev yek fêm nekiriye ku, neteweya Kurd bawerî bi xebata rewa û demokratîk a xwe he ye û biryar standiye ku heta serkevtin û gihîştin bi azadî û mafên neteweyî, dê li têkoşîn û berxwedaniyê de berdewam bibe, û dîktatorê serkutker biçok tîne û cejna rizgarbûn ji bindestiyê lidar bixîne.

Ji aliyek din ve niha pir bi eşkere ji berê, dibînin ku rejîma Îslamî li ber çavên cîhanê terorîzima dewletî weke amûreke rû bi rû bûna li hember opozîsyon û birêvebirina siyaseta terorîstî û têkderane ya xwe li herêmê de berdewam dike.

Rewşa îroyî ya Îranê liçav salên par û pêrar û berê aloztir bûye. Kirîzên navxweyî yên li warên siyasî, aborî, civakî, ewlehî, bilindbûna nirxan ya hevar birî, bêkarî, hejarî û diyardeya biçîtî, kirîza kêrnehatîbûn, kirîza îdolojîk û rewabûna siyaset û mesebî ya rejîmê, gendeliya hikûmetê hevdem digel kirîza peywendî û dîplomasî ya digel welatên herêmê û derveyî herêmê, bi awayek bawernekirî berfireh bûne û rejîm li hember bersiv dan bi destpêkîtirîn daxwakariyên xelkê de maye.

Rêberên rejîma Îslamî û berî hemûyan, Elî Xamineyî bi hebûna hêviyê bi dest nîşankirina Îbrahîm Reîsî di hilbijartinên 28`ê Cozerdana sala 1400`an û yek destkirina hakimiyetê, wiha dikarin li ser wan arîşe û kirîzan de ku berhema siyasetên wan bixwe ne, zal bin û desthilatdariya xwe berdewam bikin.

Lê, me dît ku piştî derbasbûna zêdetir li salekê li ser şanoya hilbijartinê de, ti yek ji armancên desthilatdariyê bi cih nehatin. Berevajî ji aliyekî ve alozî û lihevnekirina navxweyî ya rejîmê gelek zêdetir û eşkeretir li berê zeq bûne, rêber û berpirsên hikûmetê bi awayî nivîsikî û video li ser torên civakî gendelî û cinayetên yektir eşkere dikin.

Ji aliyek din ve kirîz neku nehatine çareserkirin, belkû bi awayek bawernekirî kûrtir û metrisîdartir jî bûne.

Bilindbûna nirxan ya bêsînor ji aliyekê û perçivîna kontrolnekirî û daketina nirxa perê welat ji aliyek din ve, biqasekî jiyan bo tex û qadên kêmdahat an yên bêdahat tal û dijwar kiriye û wan tûşî arîşeyên zêdetir yên derbasiya jiyanê dike.

Her ji ber vê yekê ye ku, xwenîşandan û nerazîbûnên îroyî yên tax û qadên civaka Îranê êdî bo jiyana xweştir û baştir nine, belkî bo di jiyanê de man û li birçîtiyê nemirinê ye. Bilindbûna nirxan û hejarî wisa pel havêtiye ku li kontrola rejîma gendel û kêrnehatî derkevtiye. Piraniya xelkê şiyana dabînkirina hewcehiyên destpêkî yên jiyanê nînin.

Her roj li bajarên cuda yên Îranê de nerazîbûn û xwenîşandan tên lidarxistin, herçend ku reng û warê bijêva jiyanê û aboriya wan bi awayek zeq diyar e, lê armanc siyasî ne: Gelek pê naçe ku siloganên xwenîşandanan û xelkê nerazî, şêwaza dijî hikûmetê ji xwe digirin û rêberên rejîmê dikin bi armanc.

Eşkere ye ku tenê bi guhertina bingehîn û kûr li desthilatdata siyasî de xelk ji vê rewşê rizgar dibe. Îran bi mana rejîma Îslamî di vê qonaxa dijwar de derbas nabe.

Li asta derve de, arîşeyên rejîma Îslamî ya Îranê digel Amerîka û Ewropayê çareser nekirî mane. Di encama vê rewşê de, nerazîbûnên xelkê gihîştine kupika xwe û nerazîbûn berfireh bûne û hevdem, piştî nerazîbûnên xelkê tenê bersiva rejîmê, binçavkirin, lêxistin, serkutkrina zêdetir û tundtirkirina rewşa ewlehî ye.

Civaka Îranê ber bi aliyê teqîn û serhildanê ve dimeşe û diyar nine ku dê pêşî pê bê girtin lê, nebûna opozîsyoneke yekgirtî û bihêz û herwisa xala lawaz a xelkê û hêzên dijberên rejîmê ye.

Di dawiyê de hewce ye ku îşare bi vê yekê bê kirin ku diyare rejîma Îslamî bi terorkirina Dr.Qasimlo li Viyanayê, Partiya Demokrat û gelê Kurd li rêberekî navûdeng û hilkeftî û karîzmatîk bê par kir, lê Kurdistan biçok nehat. Xebatkar, hizb û ciwanên mandînenas yên Qasimlo xebat lipêxema azadiya wan de domadin û rê nedan alaya xebatê bikeve erdê û xewna aloz a hikûmeta mesebî-nasyonalîstî ya Îranê bicih bê.

Berxwedan lipêxema maf û serbestiyê de niha jî, 33 sal piştî şehîdkirina Dr.Qasimlo, bi tev awayî û şêwazên xwe berdewamî he ye û gelê Kurd û partiyên vê, bi yekgirtîbûn û xebata hevpar, heta gihîştin bi armanc û hêviyên Dr.Qasimlo û şehîdên din yên rêya azadiyê berdewam dibin.

Bilind û birûmet be, vebîranîna rêberê navûdeng, Dr.Ebdulrehman Qasimlo, Ebdulah Qadirîazer û Dr.Fazil Resûl

Biherife rejîma terorîst a Komara Îslamî

Her bilind be alaya xebata rizgariya gelê Kurd, lipêxema bidesteavanîna armancên Qasimlo yê hertim zindî.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Siyasî

22`ê Pûşpera 1401`an

13`ê Tîrmeha 2022`an