
Kurdistanmedia: Nûçegihaniyên rejîma Îranê ragehandin ku bo yekem car bikaranîna berqê ji asta berhemanînê derbaz bû, û gihîşte sifrê.
Nûçegihaniya “Tesnîm”ê ew yek wekî hişdariyeke cidî bo berhemanîna berqa welat di havîna îsal de daye zanîn, û nivîsandiye: “Duh bikaranîna berqê gihîşte 54 hezar û 275 MW, û bo yekem car paşekevta berqa me bûye sifir.
Li gora vê nûçegihaniyê, gihîştina bikaranîna berqê bo asta zêdetir ji 45 hezar MW, aliyê kêm 1000 MW zêdetir e ji pileya şiyana berhemanîna berqa welat.
Ew yek bû sedem ku li sertaserî Îranê de berq carna bê qutkirin. Ew çavkanî eşkere dike ku di rojên herî germ a Havînê de, 6 hezar MW ji berqê wê kêm bibe. Ew yek jî bi qasî şeş nîrogeh (wizegeh, Powerhouse)ên etomî ên Bûşêhrê dibe.
Di meha Gelawêja sala borî de jî, her vê nêçegihaniyê derheq asta mezaxtin û bikaranîna berqê ji aliyê hemwelatiyan ve ragehandibû, ku rewşa niha ya pîşesaziya berqê ne baş e, û ew yek vedigere ser çavdêriya lawaz ya bi ser bikaranîna berqê de.
Herwisa Wezareta Nîro (Enirjiyê) jî ragehandibû ku navgîna nirxa firotina berqê bi hemwelatiyan 50-60 Tûmen li gora her KW ye. Eva di demekê de ye ku carna nirxa berhemanînê di hinek nîrogehan de digihîje 300 Tûmenî li gora her KW.
Herwisa şebekeyên berqê yên kevn û têkçûyî jî sedemek din ji kêmbûna berqê, û zêdebûna nirxa berhemanîna berqê ye di Îranê de. Li gora ragehandina Wezareta Nîro (Enerjî)yê, Qedîmbûn û kevnbûna şebekeya berqa Tehranê digihîje 60-70 salên borî, ku nûkirina wê di rewşa niha de wê dewletê bixe bin bargiraniyeke din de.
Berpirsyarên rejîmê ên pêwendîdar dibêjin ku bona çareseriya kêşeyên pîşesaziya berqê, me hewcehî bi hevahengiya tewaw ya di navbera sê dezgehên Yasadanîn, Cîbicîkirin, û Dadweriyê heye.
Yanî Dezgeha Birêveberiyê dibe ku bi bihêzkirina biyavê karnasî, rêkarên herî baş ji bo vê pîşesaziyê bibîne, û Dezgeha Dadweriyê jî dibe ku piştevan û garantîkerê cîbicîbûna van yasan be.
Li gora gotina karnasan gellek bi kêmî rû daye ku ew sê dezgeh pêkve di pîşesaziya berqê de hevahengiyê bikin. Ew yek bûye sedem ku bikarhînerên berqê jî guh nedin destgirtina bi mezaxtina berqê.