
Kurdistanmedia: Deh hizb û aliyê siyasî ên Îranî tevî îmzakirina “levtêgihîştinname”yeke hevpar, daxwaz ji partî û tevgerên din kirin da ku bona sernixûniya rejîma Îranê bi wan re alîkar bin.
Di naweroka bangewaza van hizb û tevgeran tevî îşarekirina bi pêşîneya xebata xelkê welat li dijî rejîma Îranê û hewcehiya yekîtiya tevgerên siyasî di vê rastayê de hatiye: Em pêdagir in li ser hewcehiya yekîtiya berfireh bo cihgirkirina demokrasî, komarî û federalîzmê di Îranê de, û herwisa pêdagir in li ser nirxên wekî rewadarî, piloralîzm, cudahiya dîn ji dewlet li ser bingeha belavoka mafê mirovan û pêkvejiyana hemû aliyan û baweriyên siyasî-demokratîk.
Deqa vê bangewazê û “levtêgihîştinname”ya hevpar bi vî rengî ye:
Vexwandina bo hevkariya hevpar
Welatê me eva nêzî 40 salan e ku di bin zulm û zordarî û deshilatdariya Komara Îslamî de ye. Îrorojê di rewşekê de ku xelkê Îranê di hemû biyavan de, dest kiriye bi xebateke berfireh bona azadî, rizgarî, û bidestxistina mafên xwe, wekî tevger, sazî û partiyên siyasî bi ramanên civakî û pêşîneya siyasî a curbicur çalakiyeke hevpar li ser bingeha “levtêgihîştinname”ya xwarê me dest pê kiriye. Em vê hereketa destpêkî wekî pêngavekê dihesibînin ji bona pêkanîna yekîtiyeke berfireh, û di vê riyê de, em ji tu hewlekê xemsariyê nakin.
Em li ser hewcehiya yekîtiyeke berfireh bona cihgirkirina demokrasî, komarî, û federalîzm di Îranê de, û nirxên wekî rewadarî, piloralîzm, cudahiya dîn ji dewletê li ser bingeha belavoka mafê mirovan, û pêkvejiyana hemû alî û baweriyên siyasê-demokratîk pêdagir in.
Em tevî pêdagiriya micid li ser berdewamî û berfirehkirina tevgerên nerazîbûnê, medenî, û demokratîk di Îranê de û piştevaniya ji xebata xelkê, hemû partî, navend, sazî û aliyên komarîxwaz ên demokrat ku xwe nêzî “levtêgihîştinname”yê dibînin, vedixwînin bo hevkarî û hevpêngaviya ji bo xebata bo hiloşîna Komara Îslmaî.
Bingehên hevpar ên alîkariya me
Destpêk:
A: Piştî sedsalekê xebata pirr evraz û nişîv di riya azadî û dadperweriya civakî, cihgirbûna deshilatdariya xelkî, cihgirbûn û biyasayîkirina demokrasiyê di welat de, û hewla berdewam bona bingehdanîna Îraneke azad, pêşkevtî û modern û bi dûr ji her cure ferq û cudahiya regezî, neteweyî û mesebî, welatê Îranê hertim êxsîrê serberedayîtî, û hikûmeta dîktator e. Xelk bêpar in ji mafên xwe yên bingehîn, ji azadiyên siyasî, civakî, pîşeyî, û ewlehiya yasayî û civakî.
Ferq û cudahiya li dijî jinan ku nîva nifûsa welat pêk tîne, siyaseta fermî û yasayî ya Komara Îslamî ya Îranê ye. Cudabîr, rewşenhizir, nivîskar, hunermend, zana, ciwan, û xwendekar rastî gefxwarin û êrîşa hertimî ya hikûmetê ne. Kedkar û mamosta, zanîngehî, û berhemhînerên din ên serweta madî û me`inewî ya civakê, xwediyê hewcehiyên herî kêm jî nînin, û bêpar in ji mafê pêkanîna sendîka û pêkhateyên serbixwe.
Ferq û cudahîdanîn û stema neteweyî li dijî neteweyên akinciyê Îranê bi awayên herî tundûtîj dom heye. Komara Îslamî ya Îranê di doma serkutkariyên borî herwisa bi awayekî tundûtîj bersiva daxwazên heq ên neteweyî û qewmî didin.
Yasaya Bingehîn ya Komara Îslamî û pêkhateya deshilatê, li ser bingeha ferq û cudahîdanîn, têkiliya dîn û dewletê, dijminatiya digel azadî û nûxwaziyê hatiye avakirin. Di Komara Îslamiya Îranê de xelk bêpar in ji mafê deshilatdariya bi ser çarenûsa xwe de, û mafê mirovan berdewam û bi awayekî tundûtîj tê binpêkirin.
Rejîma Îranê di tewahiya xwe de derfet nehêlaye bo xweguhartinê, û di çarçoveya wê de, tu yek ji xwestekên demokratîk ên xelkê Îranê ser nagire.
Ku wisa bû sernixûniya Rejîma Komara Îslamiya Îranê, û hiloşandina hemû navendên qezayî, yasadanîn, û birêveberî ên serkutkat (çi siyasî, leşkerî, emniyetî, û …hwd) û hiloşandina yasaya bingehîn a Komara Îslamî û yasayên din ên nedemokrtatîk, şert û mercê destpêkê û serekî di biyavê cihgirkirina sîstemeke komarî li ser bingeha demokrasî, cudahiya din ji delwetê û mafê mirovan e.
B: Xebata li dijî Komara Îslamî ji destpêka avakirinê ve hertim hebûye. Dehan hezar kes ji xebatkarên riya azadiyê û dadperweriya civakî di doma nêzî 40 salên borî de, di dema şerê li dijî serberedayîtiya deshilatdar de jiyana xwe ji dest dane.
Çar dehik e, ku xelk bi awayên curbicur nerazîbûna xwe ji rewşa heyî nîşan didin, û bi bêy baldan bi siyaseta serkutkarane ya hikûmetê, bi awayê milyonî daketineser kolanan, da ku bêzariya xwe ji siyasetên nedemokratîk û nedadperwerane û pirr ji ferq û cudahîdanîn ragehînin. Mînaka dawiyê ya wan, tevgerên curbicur ên van mehên dawiyê û bi taybetî, rabûna meha Befranbarê û girev û xwenîşandanên van dawiyane ye. Di encama van nerazîbûnan de, rûçikê Komara Îslamî di asteke berfireh de hate eşkerekirin, û ew berxwedana xelkî hevkariyeke baş bi hevbendiya neteweyî û navneteweyî re kiriye bona ku bigihîje demokrasiyê.
C: Di doma çar dehikên borî de, azadîxwaz û hêzên çep, demokrat û komarîxwaz bi bername û şêweyên curbicur li dijî hikûmeta Komara Îslamî xebat kirine.
Lê tecrubeyê nîşan daye ku bi bêy hevkarî û yekîtiya piraktîkî ya van hêzan, îmkana bandordanîna wan li ser guherînkariyên siyasî û pêkanîna alternatîveke demokrat û komarîxwaz bizehmet û dijwar e. Îro bona pêşkevtina tevgerê, hewcehiya hevkarî û yekîtiya bikiyar ya van hêzan zêdetir ji her demeke din, bûye pirseke heyatî.
Em sazî û hizbên îmzakerê vê levtêgihîştinnameyê, bi bername û nerînên civakî û pêşîneya siyasî ya curbicur ku li ser hewcehiya berfireh ya komarîxwazên demokrat, bona bicihkirina demokrasiyê di Îranê de, li ser bingeha belavoka cîhanî ya mafê mirovan û beşên din ên girêdayî bi vê belavokê, û nirxên wekî rewatî, piloralîzm, cudahiya dîn ji dewletê, û pêkvejiyana hemû alî û baweriyên siyasî -demokratk, pêbend in.
Em wekî hêzên ku di riya berdewamî, berfirehkirin û bihêziya tevgera nerazîbûnê ya xelkê Îranê, ku rengîn kevanek e ji çîn, girûpên civakî, û hêzên siyasî ên azadîxwaz ên civakê, xebatê dikin, û em li ser xebata medenî, û demokratîk û aştîxwazane ku nîşana xisleta tevgera nerazîbûnê ye pêdagiriyê dikin, ku em jihevtêgihîştina li ser vî pirojeya destpêkî wekî pêngavekê di biyavê yekîtiya berfireh ya komarîxwazên Îranê dizanin.
Pirojeya hevpar ya me
1-Cihgirkirina sîstemeke demokratîk bi awayê Komariya parlemanî li ser bingeha cudahiya dîn ji dewletê, Cudakirina her sê dezgehan û piloralîzma siyasî, hilbijartîbûna hemû navendên deshilatê bi dengê rasterast ê xelkê û berçavgirtina esla “tenawib” a deshilatê.
2-Welatê Îranê ser`erdek e ku di encama pêkvejiyana neteweyên Fars, Tirk, Kurd, Ereb, Belûç, Tirkemen û komên zimanên din û kêmaniyên mesebî û çandî pêk hatiye.
Bona yekîtiya berdewam û pêkvemana xelkê Îranê hewce ye:
Yekem-Nasname û mafê neteweyî-demokratî a vî xelkî bê qebûlkirin, û mafê diyarîkirina qedera wan bi fermî bê naskirin.
Duyem-Kombûna hêz û navendxwaziya niha, cihê xwe bide nenavendîtî û parvebûna deshilatê di pêkhateya siyasî ya Îranê de. Em daxwaza yekîtiya azadane ya xelkê Îranê di nav sîstemeke siyasî û îdarî ya federal de ne.
3-Cudahiya dîn ji dewletê û garantîkirina azadiya bawerî û ol û meseb.
4-Bicihanîna azadiyên siyasî, mafên demokratîk û medenî ê xelkê, garantîkirina azadiya ramanê, azadiya ragehandinan û zanyarîgehandinê, şêweya jiyanê, çalakiya partiyên siyasî, azadiya birêvebirina civînan, xwenîşandanan, girevan û pêkanîna pêkhateyên pîşeyî û medenî.
5-Bicihanîna wekhev ya mafê hevwelatiyan, îca ji tu regez, meseb, yan girêdayî tu qewm, netewe, ziman yan rêbazekê be.
6-Pêbendbûn û desteberbûn û garantiya maf û azadiyên ku di daxuyaniya cîhanî ya mafê mirovan û peymanên girêdayî wê.
7-Rakirina cezaya îdamê, û her cure cezayekê ku heysiyet, û pêgeh û mezinahiya mirovan lekedar bike.
8-Dana mafê wehev bi jin û mêran, rakirina hercure ferq û cudahiya regezî,cîbicîkirina tewaw ya naweroka konwansiyona nehêştina cudahiyan li dijî jinan, û garantîkirina yasayî bona pêkanîn û cîbicîkirina îmkanatên hewce bona vegeşîna şiyanên jinan di hemû biyavên jiyana kesî, malbatî, civakî û siyasî de.
9-Bihêzkirina stûnên demokrasiyê di welat de, û berdewamiya pêkvejiyana dîrokî wisa dixwaze ku mafê wekhev ya neteweyên Îranê û mafê neteweyî-demokratî ya neteweyan û qewmên akincî ê Îrana yekparçe, demokratîk û nenavendxwazî di biyavên neteweyî, siyasî, aborî û civakî bê cîbicî û garantîkirin.
10-Pêkanîan derfetên wekhev bona destpêregihîştina hemiyan bi Avahiyan, Tendirustî, Perwerde, Kar û şixul, çand û Bîmeyên Civakî.
11-Pêkanîna pêwendiyên siyasî ên Îranê digel hemû welatan li ser bingeha rêzgirtina hember, qebûlkirina esla heqê hakimiyeta xelkê Îranê, berjewendiya neteweyî û parastina aştiya cîhanî. Em li dijî destêwerdana hêzên derve di nava karûbarên pêwendîdar bi mafê diyarîkirina çarenûsê bo xelkê Îranê û çêkirina bedîlekê ji aliyê wan ve ne.
12-Bikaranîna piştevaniya raya giştî û piştevaniya navendên navneteweyî ji xebata xelkê Îranê bona cihgirkirina demokrasiyê di welat de, û sepandina zexta li ser Komara Îslamî di warê binpêkirina mafê mirovan di Îranê de, û bona hevbendiya digel xebata azadîxwazane ya xelkê Îranê.
13-Dijberiay digel binajoxwazî, û bikaranîna tundûtîjî û terorîzmê.
14-Em birêvebirina civînan, girevgirtin, rêpîvîn û formên curbicur ên xebatê, hebûna mafê xweparastinê di hemberî kiryarên tundûtîj ên hikûmetê û xebata medenî bona gihîştina bi daxwazên aborî û siyasî wekî beşek ji mafên bingehîn ên hevwelatiyan dizanîn.
Yekîtiya Demokratîk a Azerbaycanê-Bîrlîk
Tevgera Komarîxwazên Demokrat û Layîk ên Îranê
Hizba Tezamin a Demokratîk a Ehwazê
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Hizba Demokrat a Kurdistanê
Hizba Komele li Kurdistana Îranê
Hizba Xelkê Belûçistanê
Saziya Yekîtiya Fedayiyên Xelq a Îranê
Şoraya Muweqet ya Sosyalîstên Çep ên Îranê
Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê
25.08.1397
16.11.2018
Riya têkiliyê: