Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Deftera Siyasî ya Hizba Demokrat bi boneya koça dawîn a Firêdûn Ciwanroyî

15:42 - 25 Tebax 2015

Kurdistan Media: Bi boneya koça dawîn ya “Firêdûn Ciwanroyî”endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê û yek ji xebatkarên dêrîn ên Kurdistana Başûr, Deftera Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di peyamekê de sersaxî ji Partiya Demokrat a Kurdistanê kir.

Li peyama Deftera Siyasî de hatiye ku “Kak Firêdûn Ciwanroyî kadroyekî jêhatî û pijyayî li qada xebata rizgariya netewî de bû û jidestçûna wî xesarek mezin û cihê mixabinî û keserê ye”.

Deqa peyama Deftera Siyasî bi vî awayî ye:
Hevalên hêja yên Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê!
Silav û rêz
Nûçeya koça dawîn ya birêz Firêdûn Ciwanroyî, endamê naskirî û jêhatî yê Polîtburoya partiya we, cihê mixabinî û kesera me tev aliyan e.

Xwedêjêrazî Firêdûn, kadroyekî jêhatî û pijyayî di qada xebata rizgariya neteweya xwe de bû û li vê pêxemê de jî jiyana xwe ji dest da.

Em rêz û hurmetê ji xebat û tekoşîna wî digrin û xwe li xem û kovanên jidestçûna wî de bi şirîk û beşdar dizanin.

Bi vê boneyê ve, em sersaxiyê ji we yên birêz, serkirdayetî û hemû kadr û pêşmergeyên PDK û malbata rêzdare kak Firêdûn dikin û cihê wî beheşt be.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî
25’ê Tebaxa 2015’an
3’ê Xermanana 1394’an a Rojî