Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qutbûna berqê (elektirîkê) bella ji bo navendên dermanî çê kiriye

12:21 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Qutbûna berdewam ya elekterîkê di Tehranê de gellek kêşe ji bo nexweşxaneyan, dermangehan, û navendên dermanî yên taybetî û dewletî pêk aniye.

Nûçegihaniya “HRANA”yê ragehandiye ku dema ku berq qut dibe, zirara herî zêde ew kes dibînin ku nexweşên taybet in, û destpêregihîştina bi navendên dermanî ji bo wan, bi wateya berdewamiya jiyanê ye.  

Ew nexweşxaneyên ku bê wergirtina îzna şaredariyan hatine çêkirin, zêdetir rastî kêşeya bêberqiyê tên. Li gora lêkolînên nûçegihaniya “HRANA”yê heta hinek ji nexweşxaneyan berqa sê faz jî tunînin, berqek ku gellek hewce ye bo navendên dermanî, û hekî ew berq tunebe, îznê nadin ku nexweşxane bêne çêkirin.

Herwisa her carê digel qutbûna berqê, gellek ji alavên pizişkî têk diçin, di demekê de ku nirxa wan alavan jî gellek giran e.

Birêvebereke navxweyî  ê yek ji nexweşxaneyên mezin ên Tehranê bi navê Mihemed bas ji berdewamiya qetbûna berqê dike, û dibêje: Stres, germa û nîgeraniyên derheq têkçûna alavên pizişkî bûye sedem ku şaşiyên pizişkî jî zêde bin.

Nûçegihaniyên rejîma Îranê meha borî bû ku ragehandin ku bo yekem car bikaranîna berqê ji asta berhemanînê derbaz bû, û gihîşte sifrê.

Nûçegihaniya “Tesnîm”ê ew yek wekî hişdariyeke cidî bo berhemanîna berqa welat di havîna îsal de dabû zanîn, û nivîsandibû: “Bikaranîna berqê gihîştiye 54 hezar û 275 MW, û bo yekem car paşekevta berqa me bûye sifir.

Li gora vê nûçegihaniyê, gihîştina bikaranîna berqê bo asta zêdetir ji 45 hezar MW, aliyê kêm 1000 MW zêdetir e ji pileya şiyana berhemanîna berqa welat.

Ew yek, bû sedem ku li sertaserî Îranê de berq carna bê qutkirin. Ew çavkanî eşkere dike ku di rojên herî germ a Havînê de, 6 hezar MW ji berqê wê kêm bibe. Ew yek jî bi qasî şeş nîrogeh (wizegeh, Powerhouse)ên etomî ên Bûşêhrê dibe.

Di meha Gelawêja sala borî de jî, her vê nêçegihaniyê derheq asta mezaxtin û bikaranîna berqê ji aliyê hemwelatiyan ve ragehandibû, ku rewşa niha ya pîşesaziya berqê ne baş e, û ew yek vedigere ser çavdêriya lawaz ya bi ser bikaranîna berqê de.