Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê hawara xwe ji bo giritîgehan dibe

20:44 - 9 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Rejîma Îslamî a Îranê, ji bo bidestveanîna rewayiya derevîn a xwe, girtiyan derdixe ser şeqaman.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, berpirsên ewlekarî û leşkerî yên rejîmê di bajarên Kurdistana Îranê de, bi armanca xwenîşandan bo piştevanîkirin ji rejîmê, giritiyan derdixîne ser şeqaman, da ku li dijî xwepêşandanên ku di rojên borî de li dijî rejîmê encam dabûn, meşan lidar bixin.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, di vê derheqê de daye eşkerekirin ku: Rayadarên rejîma Îranê, di bajarê Sine de, wan girtiyên ku tawanên wan sivik bûne, wan azad dikin da ku bi nîşaneya piştevanîkirin ji rejîmê meşan lidar bixin, û siloganan biqîrin.

Hevdem rejîma Îranê di bajarê Bane de, li riya binkeyên Sapaha Pasdaran, kartên xelat ji bo xelkê wî bajarî şandine, da ku di meşên li dijî meşên nerazîbûnê yên li djî rejîmê hatibûne encamdan de, beşadariyê bikin, û rewayiyê bidin xwe.

Her di vê pêwendiyê de, di seranserê Îran û Kurdistan Rojhilat de, binke û navendên rejîmê, bi taybet li xwendingehan, ji riya nameyan ve, daxwaz ji karmend û dersxwanan kirine, da ku ji bo piştevanîkirin ji rejîmê, derkevin ser şeqaman.

Herwiha di heyama çend rojên derbazbûyî de,” Îrec Sadiqî”, fermandarê bajarê Mehabadê, bi şandina kurte nameyan ji riya telefonan ve, ji şêvrên gund û bajarên Mehabadê daxwaz kiriye, ku xelkê han bidin da ku di demjmêr 9:30 vê rojê de ji bo meşên li dijî xelkê nerazî di Îran û Kurdistan de beşdariyê bikin, û mebesta navbirî xelkên nerazî ew kes in, ku ji ber giranî û bêkariyê di hefteya derbazbûyî de, meşên nerazîbûnê lidar xistibûn, û siloganên herifîna rejîmê qîriyabûn.