Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê ji lihevhatinek navikî çi bidest dixe?

21:58 - 22 Nîsan 2012

Ji Farsî: Agirî
Patrîk Kilawson, karnasê meseleyên Rojhilata Navîn û ji birêveberên nawendek stratejîkî li dor meseleyên deverê li ser got û bêjên navikî ên Îranê analîz û şiroveyek li malpera wê nawendê de weşandiye û dibêje: Bi baldan bi dijberiyên Amerîka û Îranê li ser pirsên weke terorîzm li deverê û mafên mirov li Îranê de, Komara Îslamî a Îranê ji lihevhatinek navikî bi rojava re dê îmtiyaz û puanên aborî ên kin bidest bixe û Xamineyî jî nîgerane ku rejîma wî ji wan destkevtên biçûk, hezîne û têçûyek zaf bide.
Li gor wî, ger rejîma Îranê biryarê jî bigre ku li gera nû ya got û bêjên navikî de bi awayê micid ber bi lihevhatinê ve bimeşe, ya ku li hember de bidest dixe, tiştek gelek biçûk û kin e.
Destkeftên aborî ên biçûk
Gelek ji wan tehrîmên ku ji hêla Amerîka ve li ser hatine sepandin, ji derweyî pirograma navikî armancên din jî hebûne. Weke piştewaniya Îranê ji terorîzm yan binpêkirina eşkere ya mafê mirov li navxweyî Îranê de. Bo nimûne li yasaya pêwendîdar bi tehrîmên li ser banka Nawendî a Îranê ku ji hêla Obama ve li meha Şibatê de hat wajo kirin, hat gotin ku sedema wê cezayê, rola banka Nawendî û bankên din ên Îranê li veşartina dan û standinên xwe bi nawendên baykotkirî û rola wan li pûlşûyî û metirsiya wan li ser sîstema banka navnetewî re bûye, lewma tu yek ji wan bi lihevhatina li pirsa navikî re çareser nabin.
Ji hêla din ve ceribînan nîşan daye ku hikûmeta Amerîka heta eger biryarê jî bigre, tehrîm û cezayên aborî li ser welatan bi awayê qonax bi qonax û demdirêj kêm dike. Li ser Îranê jî niha gelek ji wan tehrîman bûne bi yasa, û herçend serokkomar dikare pêka berjewendî û ewlehiya netewî a Amerîkayê wan tehrîman mandel bike, lê guhertina wan yasayan li siyaseta navxweyî Amerîkayê de karek ne hêsan û gelek dijwar e.
Welatên din û bi taybetî Ewropa jî sedema wan tehrîm û cezayan, vedigerînin bo rewşa mafê mirov li Îranê de, lewma li nêrîna Ewropiyan de jî heta eger çareseriya pirsa navikî a Îranê jî bê kirin, dosyeya mafê mirov ku Îranê karnameyek xirab û reş têde heye, nahê daxistin.
Heya wî cihê ku pêwendî bi biryarname û tehrîmên Konseya Ewlekar li dijî Îranê ve heye, Amerîka wê hewil bide nehên betalkirin û dê her li cih de bihêle. Çûnkî Amerîka nîgerane ku Îran bi soz û peymanên xwe pabend û wefadar nemîne û paşan jî dîsan pesend kirina wan li konseya Ewlekar de karekî giran jêre dibe. Tenê renge bo midehekê bide sekinandin.
Lewma take puana ku Îran dikare ji lihevhatinê bigre, pêşîgirtina ji tehrîmên zêdetir e nek betalkirina tehrîman; Helbet eger lihev bên, nexa wê givaş û tehrîmên zêdetir li benda Îranê bin. Çûnkî gerra nû ya tehrîmên neftî li dijî Îranê li meha Hezîranê de dikewe kar.
Nîgeraniyên Xamineyî
Xamineyî, rêberê nizama Îranê hertim li ser vê eslê tekez kiriye ku lihevhatina li ser vê mijarê bi Amerîkayê re encamek wusa nabe, ji ber ku Waşîngton li bingeh de siyaseta guherandina rejîmê dişopîne û ger pirsa navikî jî çareser bibe, dê li pey hincetek din li dijî Îranê bona givaştinên zêdetir bigerin. Ew û berpirsiyarên din bi salane îdea dikin ku Amerîka ji riyên cur bi cur ve li pey herifandina rejîma Komara Îslamî ye. Nemaze xwenîşandanên piştî hilbijartina serkomariyê li sala 1388’an de bi pîlan û kumpiloya Rojava bona ‘’hiloşandina nerm’’a rejîmê dan hesibandin.
Hewlidan ji bo razîkirina Xamineyî li vê derheqê de karekî dijwar e, ji ber ku ew ji puanên rojava zêdetir ji givaşên wan nîgeran e. Dijberiya eşkere a Xamineyî bi her terze pêwendî û lihevhatiên bi Amerîkayê re, li dîtingeha wî de gav avêtina ber bi sernişîviyek metirsîdar e. Lewma ew naxwaze lihevhatin çêbin.
Madeyên navikî li hemberî pirograma navikî
Renge girîngtirîn destkefta Îranê ji lihevhatina li dor kirîza navikî li biyava pirogramên navikî de be. Ew pirogram niha li piratîk de xala bihêz a Îranê ji bo her terze got û bêj û dan û standinekê ne. Bidest xistina rewatî û meşrûiyeta navnetewî ji bo parek ji vê pirogramê bo rejîma Îranê serketinek mezin dibe.
Renge Amerîka û hevalbendên rojavayî li hemberî hin garantiyan de amade bin domandina mehandina uraniyomê bi tîratiyek kêm li Îranê de bipejirînin ku destpêkirina wê mehandinê, seretaya vê kirîzê bû. Destkevta din a Îranê renge gef û operasiyonên nepenî û xirabkarane li dijî pirogramên navikî û leşkirî ên Îranê bê sekinandin.
Cuda ji wê ku lihevhatina bi ser kirîza navikî a Îranê çiqas cidî û tevalî ye, lê şik tune ku berjewendî û hêldayînên Amerîka û Îranê wê cudahiyên rijdtir hebin. Yek ji nimûneyên eyankerê vê dijberî û cudahiyê, dijberiya li ser Sûriyê û encama wê li navbera wan de ye. Eger Komara Îslamî xwaziyarê bidestxistina puanên zêdetir de ye, li hember de divê îmtiyazên zêdetir jî bide Amerîka û rojava.