Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yeketiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistanê bi hilkefta 26`ê Xermananê peyamek belav kirin

13:48 - 17 Îlon 2021

Yeketiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistanê, bi hilkefta 26`ê Xermananê, 29`mîn salvegera şehîdkirina Dr. “Sadiq Şerefkendî” û hevalên wî peyamek belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Xelkê azadîxiwaz û gelên bi rûmet ên Îranê

Xwendekarên bi helwêst ên di nav çepera zanistê de

29 sal berî niha li 26`ê Xermanana sala 1371`an a Rojî, ku tenê 3 sal bi ser terora Dr. “Ebdulrehman Qasmilo” re derbas bû, li restoranta “Mîkonos”ê li bajarê Berlîna paytexta welatê Alman û di nav dilê Ewropayê de Dr. “ Sadiq Şerefkendî “ Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê tevî sê kes ji hevalên wî yên bi navên “Fetah Ebdulî “ Endamê Komîteya Navendî “Humayûn Erdelan” Nûnerê Hizbê li welatê Alman û “Nûrî Dêhkurdî” xebatkarê naskirî yê Îranê û dostê Partiya Demokrat, bi destê terorîstên Komara Îslamî ya Îranê hatine şehîdkirin.

Dr. “Sadiq Şerefkendî” rêber û kesayetiyî hilkevtî û hişyar û xuya di nav tevgera rizgarîxweziya gelê Kurd û Partiya Demokrat, hilgirê komek taybetmendiyên bilind û berçav ên siyasî, civakî û nîştimanî, exlaqî, mirovî û xwediyê zanist û zaniyarî bû.

Beşekî berçav ji jiyana Dr. Sadiq Şerefkendî li çepera xwendin û hînbûn û hînkirinê de derbas bû.

Xwendina despêkî û navendî li bajarê Mihabadê û dawî sala xwendina navendî li Tewrêzê dawî pê anî û li sala 1338`an a Rojî, li zanîngeha bilind a Tehranê lîsansa Şîmî wergirt. Cihê bas kirinê ye ku li hemû pileyên xwendinê de xwedî pileyên yekem û yek ji baştirîn xwendekar bû.

Her di wê salê de bû bi mamosteyê waneya Şîmî û heya sala 1344`an a Rojî li bajarên wekî Mihabadê bi erkê xwe yê mamostayetiyê mijûl bû, di vê heyamê de wekî mamostayekî şareza hatibû naskirin û piştire digel hejmarek mamostên din hevbîr û hevkar bo bajarên Erak û Kerec û çend bajarên din hatine dûrxistin.

Dr. “ Sadiq Şerefkendî” sala 1349`an bo zanistgeha “Terbiyet Mu`elim” hat veguhastin û wekî hevkarîkerê beşa Şîmî kar pê hate sipartin, piştî nîşandana şarezayek baş li karê xwe, sala 1351`an bi mifahwergirtin ji “ Burs”a Wezareta Zanistê çû bo welatê Feransa û piştî çar sal mana wî di wî welatî de karî duktoreya “Şîmî Analîz” li zanistgeha hejmara 6 li Parîsê werbigre. Dr. “Sadiq Şerefkendî “ sala 1355`an wegeriya Tehranê û wekî ostadyarê Şîmî li zanistgeha “Terbiyet Mu`elîm” dirêje bi karê xwe yê mamostatiyê da ku li bicîanîna wî erkî de jî bi tewawî serkevtî bû, ji ber vê bû bi xweştiviyê mamosteyan û xwendekarên wê zanîngehê û wekî mamosteyekî dilsoz li heman demê de wekî kesek xebatgêr navê xwe der kir.

Navbirî kesayetiyekî ferhengî û mamostayekî şareza û pispor bû, ku li despêka hatina wî bo Kurdistanê û beşdariya rastewxwe li tevgera Demokrtîk a gelê Kurd û bi rêberiya Partiya Demokrat di warê nivîsînê de bo zaniyariyên zêdetir a teşkîlata Hizbê dest avêt bi nivîsînê û şiyana xwe da xuya .

Bi şehîdkirina Dr. “Sadiq Şerefkendî” ne tenê derbeyek giran li cesteyê Partiya Demokrat kevt, belkî tevgera azadîxiwazî li Kurdistan, Îran û deverê bi giştî rastî xisarekî mezin kir, çimkî Dr.”Sadiq Şerefkendî” şoreşgerekî azadîxiwaz, bîrmendekî netirs û karbirêveberekî bi şiyan li meydana siyasî bû ku bê rawestan bi helwêste ve dijî her cure dîktatoriyek radiwesta heya ku di jiyanê de bû, Partiya Demokrat û tevgera rewa ya wî bi hêz bû, û li dijî dagîrker disekînand û Komara Axûnid xistibû hejandinê.

29 sal piştî terora Dr.Sadiq Şerefkendî siyaset û dîtingeha Komara Îslamî li derheq pirsa Kurd û netewên din ên Îranê neguherî ye û ew rejîme her wekî caran ji rêya serkut û teror û mûşekan ve bersiva daxwazên rewa yên gelê Kurd daye.

Wekî Yeketiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistan, li 29`mîn salvegera karesata terorîstî a Mîkonosê tevî bilindragirtina yada şehîd Dr.Sadiq Şerefkendî û hevalên wî peymanê digel rê û rêbaza Dr.Şerefkendî û tev şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê nû dikin û em daxwazê ji civatgeha cîhanî dikin ku li hember teror û kuştin û cinayeta rejîma Îranê û bi taybet êrîşên wan rojan bo ser Herêma Kurdistanê, ku bûye sedema têkdana jîngehê û têkdana ewlehî û tirsîna xelkê medenî û terora çalakvanên siyasî ên opozisyon, bêdeng nemîne.

Silav li şehîdên “ Mîkonos”

Rûreşî û neman bo rejîma terorîst a Komara Îslamî ya Îranê

Yekîtiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistanê

26`ê Xermanana 2721`an

17`ê Îlona 2021`an