Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zeman nagihîjê

17:52 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kerîm Perwîzî

Yek ji taybetmendiyên diyar û derhest ên demê, pêk tê ji vê ku her tiştî demdar dike, û bi derbazbûna zeman, dema wan derbaz dibe. Yan bi gotineke din nûbûna diyarde û bûyeran bi demê ve girêdayî ye, û derbazbûna demê, wan ji nûbûnê dixe, û wan kevn dike.

Lê hindek tiştên taybet di dîrok û jiyana mirovahiyê de hene ku derbazbûna demê nikare wan bixe rexekê, û toza kevnbûnê li ser wan rûnê. Ew tiştên taybetî faktora demê  tê de bibandor nine û demdar nînin!

Karesata 22-ê Pûşpera 1368 (13.07.1989)-an, yek ji wan bûyeran e ku dem tê de rawestaye. Rast di vê demê de demjimêr sekiniye û derbaz nabe.

Zeman di vê demê de girev girtiye, û çaverê ye. Çaveriyê penceyekê ku wê bixe ger, û çaveriyê dengekê ye ku bêjê, dadperweriyê cihê xwe girt, û êdî dikare derbaz bibe, lê ew karesat ji wan karestan nine ku heta dadperwerî jî bikare derbaz bike. Tu dad û edaletek nikare karesateke weha derbaz bike.  Jiber ku fîşek ber bi rûyê hizr û baweriyê hatiye kirin. Herwekî ku çawa di baxê buheştê de Qabîl bi awayê herî namirovane Habîl kuşt, û heya ku dunya dunya ye, dem ji vê tawanê xweş nabe, dem ji 22-ê Pûşperê jî xweş nabe, jiber ku tu tiştek nine di cîhanê de bikare dadperweriyê cihgir bike, di vê karesatê de. Gelo teqe çawa li hizr û baweriyê tê kirin?!

Ji vê yekê jî girîngtir ew e ku dem nikare bi ser vê hizr û baweriyê re zal be. Ew hizr û baweriya ku di 22-ê Pûşpera 1368-an a Rojî de teqe lê hate kirin, hizr û baweriyek e li dervy bazineya demê.  

 Bawerî û hizra Dr. Qasimlo demkî û zemandar nebûn, û kûrtir ji vê hizir dikir, ku zeman bikare toz û axê bixe ser. Ew bîrkirin û baweriya ku Dr. Qasimlo bas dikir û çarçowe û pêkhate jê re dadirişt, û di vê hizr û baweriyê de nebû, ku bo heyamekê bandor hebe, û berjewendiya tak û girûpeke taybet peyrew bike, û piştre bi dabînbûna berjewendiyê êdî bîrkirin û hizir jî dema wê derbaz bibe.

Wî li dervey berjewendiya tak û girûpî hizir dikir, û heta berjewendiya tak û girûp jî bi ew qasê fedakrî û canfîdayiyê ve dikire goriyê hizra bilind ya mirovane, da ku jiyanê bo neteweya xwe watedar bike, û xebatê bigurrtir bike di pêxema gihîştina bi armanca siberojê de, ku pêk tê ji jiyaneke hêjayî mirovê Kurd li ser nîştimana rizgarkirî a Kuristanê. 

Wî bîr ji van bingehên jiyanê dikir û digot ku azadî kerametê dide mirov, û digot ku pileya jiyanê ya herî bilind û buhagiran, jiyan  e  di pêxema armanceke bilind û mirovane de, û ya girîng ji me re mirov e, lewra demê nekariye û nikare bigihîje hizr û baweriya wî, û riya Qasimlo bo niha û siberojê jî her nû ye, û dom heye.