Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zivistan bidawî dibe û rûreşî tenê ji rejûyê re dimîne!

22:53 - 22 Nîsan 2012

Dara natiq

Terorîzim yek ji wan diyardeyane ku rejîma mirovkuje Komara Îslamî baweriyek kûr pê heye û weke mikanîzm û stratîjîya herî baş bo serkutkirina neyarên xwe û parastina nizam û berdewam hiştina di deshilata reş û biyome xwe mifahê jê distîne.
Ji şoreşa sala 1357\'an virde, terorîzim beşek neveqetiyayî û sîstimatîk ji siyasetên Komara Îslamî bûye. Karbidestên payebilind ên vê rejîmê bi giştî li ser vê baweriyê ne ku kuştin, rehîn, bombe danîn û teqandin bona gihîştin bi armancên siyasî ên rejîmê li ser asta navxweyî û derweyî de alavên yasayî ne û seba vê yekê Îran rejîmek terorîstî ye.
Xumeynî di helwestek nemirovane da û dûr ji her yasa û rêsayek navnetewî û pirensîbên exlaqî, fermana qedexekirina rojname û rêxistinên siyasî pejirand û herweha biryara cîhadê li dijî gelê kurd û kuştin û serkuta azadîxwazên welat ragehand. Piştî derçûna vê biryarê heya niha jî, tarîperestên rejîma Îranê di heyamê zêdetir ji sê dehsal ji deshilatdariya xwe de bi piraktîzekirina hizra terorîstî ya xwe, bi sedan kes ji azadîxwazên welatê me bi taybetî rêberên payebilind ên PDK Îranê bi awayên curbicur li ser maseya aştî û diyalogê li derve û navxwe de teror kirine.
Rejîma Komara Îslamî bi taybetî hizir dikir ku bi terora Dr. Qasimlo, tevgera azadîxwaziya kurd li rojhilatê Kurdistanê vê biçokde bê yan jî aliyê kêm dê hevrîşê bêhêvîtî û lawaziyê be, lê qutabiyê mekteba demokrat, Dr. Sadiq Şerefkendî wek kesatiyekî şoreşvan, naskirî û netewe perest û girîngtir ji wan, akadimîst, dîplomat û şareza alaya xebatê her bilind ragirt; ku ew jî bû sedem rejîm hest bi metirsiyak mezin bike, çûnkî eva beravajî daxwaziya Komara terorê bû. Lewma car din rêberê azadîxwaze gelê me bûye armanca terorîstî ye rejîmê.
Lewre her zû hovên Cemaranê û ew çekçekûleyên ku ji tirsa ronahiyê xwe xişandibûne nava şikevtên tarî û bîr û hizrên çaxên kevnar, taba dengê dilêr û kesatiyê biheybet û rêberê xebatkar û şoreşgêrê gelê me, Dr. Sadiq Şerefkendî nekirin û di 26\'ê Xermanana sala 1371 a Rojî de, taqimek ji xwînrêjên xwe û qirêjxwerên Hizbulahê şandin Berlînê û di Restorana Mîkonosê di dema birêveçûna civîna hêzên Îranî de, rêberê mezin yê gelê me şehîd kirin.
Terorek ku beravajî terorên din ên rejîmê, pêlek berfireh ji hevxemî û hevsoziyê pêk anî, wate di piroseya rojevkirina dosyeya terorê û dadgehî kirinê de, opozîsyona Îranî û dilsozên Îranî û biyanî bi tewahî hevkariya dozgeriyê kirin. Lewma bi hevkariya tev aliyan û serbarê hewlên zaf ên Komara Îslamî bo rêgirtin ji birêveçûna wê dadgehê, liqa serbixwe ya Dozgeriya Bilind a Berlînê, di dadgehek serbixwe û dadperwerane de ku heya 5 salan domand, û piştî guhdana bi îfadeyên pitir ji 180 kesan û nirxandina bi hezaran belge û dukomêntan, roja 21\'ê Xakelêweya 1376\'a rojî di biryareke dîrokî de, karbidestên payebilind ên Komara Îslamî bi pilandarêj û birêveberên terorê mehkûm kir û Wezareta Îtilaatê bi tawanbar û hevpar di terorê de dan nasandin, herweha hukmê destbiser kirina Elî Felahiyan, Wezîrê Îtilaata wê demê ye Îranê ragehand.
Encama vê dozgeriyê eve selimand ku teror beşek sereke ji kakil pêkhateya deshilatdarî û otorîteya xwesepandî ya Komara Îslamî ya Îranê ye, herweha di deqa hukmê de bas ji sîstema cînayetkar û terorîstiya rejîmê tê kirin ku çawa û bi çi awayekê pîlana jinavbirina tev neyarên xwe derêtiye û di pêxema wê de jî, ji her alavek terorîstî mifahê distîne.

Hukmê Dozgeriya Mîkonosê bû bi nuqte guhertinek girîng bo lêkolîn ji karbidestên Komara Îslamî ku êdî nekarin pitir dirêjiyê bi karên xwe ên terorîstî di asta navnetewî de bidin. Biryarek ku bû sedema riswa bûna zêderit ya rejîmê li raya giştî de û rûçikê terorîstî yê Komara Îslamî bi cîhanê da nasandin û gelek ji welatên cîhanê bi nîşana mehkûmkirina wê terorê, balyozê xwe ji Tehranê vekişandin û piraniya welatên cîhanê, kesatî û rexistinên mirovdost, Komara Îslamî weke encamderê terora han mehkûm kirin.
Biryara Dozgeriya Mîkonosê rastiyek haşa hilnegire ji cînayet û tawanên Komara Îslamî ku nemaze karbidestên rejîmê jî nekarîn haşa ji wê kiryara qirêj bikin û li dawîn gotinên yek ji karbidestên rejîmê bi navê Ebas Selîmî Nimîn ku bas ji rola Refsencanî di terora Restorana Mîkonosê û herweha teqîna binkeya leşkirî a Amerîkayê li Erebistan û… hwd dike û gefa vê yekê dixwe ku hekî Haşimî bêdeng nebe, gelek ji wan teror û cînayetên ku di serdemê serkkomariya wî û li ser biryara wî û ji aliyê Wezîrê Îtilaata Îranê (Elî Felahiyan) ve hatin encamdan, vê eşkere bike.
Rastiyek ku piştî midehekê Refsencanî îtiraf pê kir û ragehand ku kiryara han ji aliyê kesên xweser di nav rejîmê de hatiye encamdan. Wate navbirî dixwaze bi wan axaftinan bi awayek bêşermane, haydar nebûna xwe di wê terorê de nîşan bide!. Cînayetên ku piştî înkarkirina dehan salî ji aliyê biker û berpirsiyarên rejîmê ve, niha îtrafê li ser dikin û wekî kurd dibêjin Zivistan bi hemû sirr û seqema xwe derbas dibe û rûreşî tenê ji rejûyê re dimîne.