Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

11`ê Reşemhê yek ji rûpelên şevqdarê dîroka xebata PDKÎ ye

11:04 - 2 Adar 2022

Nûredîn Sofîzade

Di dîroka xebata rizgarîxwazî û mafxwaziya heçî neteweyekê de, renge hin xal û rojên girîng û jibîrneçuyî hebin ku weke, xala dest pêka rabûn û xebatê bên hesabkirin û ew roj di dîroka bizava vê neteweyê de weke rojeke herî pirşanazî bo vê neteweyê û xebat û berxwedaniya vê bê zanîn.

Rojên wiha pir şanazî di dîroka tevgera rizgarîxwaziya me Kurdan de zefin.

Yek ji wan rojên jibîrneçuyî û girîng û cihê şanaziya gel û xebata Rojhilatê Kurdistanê ku, hertim li dîroka berxwedaniya vê perça ji Kurdistanê şevq dide, roja 11`ê Reşêmehê ye, 11`ê Reşemehê roja ragihandina xebata eşkere ya PDKÎ ye.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ku, piştî jinavçûna Komara Kurdistanê li sala 1946` an, dest bi xebata nihînî kir û di wê heyamî de rastî gelek dijwarî û dana nirx û bedelên mezin hat, û qonaxên curbicur ê xebatê derbas kirin, piştî derbasbûna nêzî 33 salan ji xebata nehînî û bi hemî dijwariyên li ser riya xwe, lê berdewam bû, û nehêla Komar û Pêşewa kor ocax be û gelê Kurd li Rojhilat bê hêvî bimîne.

Dema ku di sala 1979 `an de, şoreşa gelên Îranê li dijî rejîma Paşayetî serkevt û heya qasekî rewşek azad perê xwe li ser welat de kêşa û derfeta kar û xebata eşkere ya siyasî hate pêş, Hizba Demokrat ku piştî 33 salan, ji nû ve li himbêza ax û gelê xwe de bû, roja 2 yê Adarê “ 11`ê Reşemeha 1357` an, bi lidarxistina Mitîngeke mezin, dehan hezar kesî li bajarê Mehabadê de, xebata eşkere û siyasya xwe ragihand, û piştre jî, li zef bajarên Rojhilatê Kurdistanê, mitîngên wiha hatine lidarxistin.

Di Mitînga mezin a Mehabadê de, Dr.Qasimlû sekerterê Giştî yê PDKÎ, di axivtineke dîrokî de, bo beşdarên mitîngê û hemî gelê Kurd ragihand: PDKÎ di heyama 33 salên derbasbûyî de, nirxên mezin dane, gelek dijwarî dîtine, endam, pêşmerge û kadrên wan rojên tal derbas kirine û rastî derbiderî û malvêraniyê bûne, heya niha nehêlane ala xebatê bikeve, nehêlane xebat raweste, nehêlane komar bê rêwîng bimîne, Îro piştî derbasbûna wan hemî dijwariyan, em carekî din di nav gelê xwe dene û xebata eşkere ya xwe radigehînin.

Ev mitînga û ragihandina xebata eşkere ya PDKÎ, di 11`ê Reşemeha 1357`an de, bû sedem ku careke din bi sedan hezar kesî weke endam û nêzî hemî xelkê Rojhilatê Kurdistanê wekî alîgir, dehan hezar Pêşmergên canfîda li dewra siyaset, armanc û bernameya Hizba Demokrat kom bibin.

Her ewa bû ku, dema rejîma taze geheştiye li ser deshilatê ya li Tehranê xwast gelê Kurd û Rojhilatê Kurdistanê jî, hevşêweya zef navçe û neteweyên din ên Îranê teslîm û bêdeng bike daku, dev ji daxwazên neteweya xwe berdin, PDKÎ û ev hêza xwe ya mezin a gel, biryara berxwedaniyeke bê mînak didin û bo heyama 3 salan pareke zef ji axa Kurdistanê azad û dûr jidestê dîktatoriya komara Îslamî ma.

11`ê Reşemehê di nav gel de îradeya berxwedaniyê çêkir.

Seha netewî di nav gel de ji heçî demê bihêztir kir.

Yekitî û yek helwestî li ser daxwaziyên netewî çêkir.

Piraniya gelê Kurd li Rojhilat bi rêkxistin kir.

Hêza berxwedaniyê li hember êrîşa dijmin de çêkir.

Bo heyama çend salan Kurdistan ne tenê bo gelê Kurd, belkî bo hemî xebatkarên Îran û neteweyên din re kiribû çepera azadîxwazan.

Ger heya îro jî em dêna xwe bidinê, bandora wê gotara netewî ku hasila wê ev çend xalên serwe bûn, herwisa ne tenê ev xalên han lawaz nebûne, belkî bi derbasbûna zeman bihêztir jî bûne.

Îro rojê em bi şanazî ve dikarin bêjin ku ewa behra ked û xizmet û derbasbûiya PDKÎ û pêgeha bihêza wê ye di nav gel de ku kite neteweyeke di nava hemî neteweyên Îranê de ye, ku ji hemî waran ve, wekî şanaziya hebûna gotarekî bihêz a armancên neteweyî, xwediyê rêkxistineke bihêz, xwediyê îradeyeke bihêz a berxwedaniyê, xwediyê şanaziya teslîm nebûna li hember zordarî û dîktatoriya rejîma Îranê de ye.

Ragihandina xebata eşkere ya PDKÎ di 11`ê Reşemehê de, destpêka xebata wê Hizbê nebû, belkî gorî derfeta ku hatî pêş, û piştî serkevtina şoreşa gelên Îranê, wê Hizbê di nav gel de carekî din ji nû ve peymana berdewambûna di xebatê de ji xelkê re ragihandin.

Wê  Hizbê her ji roja avabûna xwe ve, li sala 1945`an heya îro, tenê bo demeke kurt jî dest ji xebatê bernedaye, û di heyama 76 salan temenê pir şanazî yê xwe de gorî derfetên qonaxên curbicur, xebat destpêkiriye û serfiraziyên mezin lipêxema xizmet bi doza netewî de, bo xwe tomar kiriye, wekî:

_ Piştî derbasbûna li ser damezrandina xwe, mezintirîn destkevta dîrokî bo gel bidestve tîne û Komara Kurdistanê ava dike.

_ Rêberê yekem yê wê Hizbê Pêşewa Qazî Mihemed ku, hevdem serkomarê Kurdistanê bû, piştî têkçûna Komarê, amade nebû gelê xwe bicî bihêle, û bi gorîkirina canê xwe bo heta hetayî bû remz û sembola netewî.

_ Piştî jinav çuna Komarê endamên wê Hizbê amade bûn hemî dijwariyekî wekî girtin, kuştin ûderbiderî, dijwariyê bibîne û bi nehînî xebata xwe bi rê ve bibe û nehêlin rêbaza wê hizbê kor bibe.

_ Di heyama salên 67 û 68`an de, xebatkarên wê hizbê tenê jibona parastina serbixweyî ya wê Hizbê û ragihandina berdewamiya xebatê, qonaxeke herî dijwar û newekheve şerê çekdarî li dijî rejîma Paşayetî dest pê kirin û bi xwîna xwe dîmena man û mewcudiyet û berdewamiya PDKÎ li ser rê û rêbaz û xwebatê, bi gelê xwe dan xûya kirin.

_ Di sala 1979`an û piştî serkevtina Şoreşa gelên Îranê, di 2`ê Adarê li hember 11`ê Reşemehê bi qonaxa rûpelekî zêrîn weke ragihandina xebata eşkere ya wê Hizbê bê hesbandin.

_ Di dehka 80`î ya Zayînî de bo heyama pitir ji 10 salan qonaxa şerê partîzanî li hember rejîma îranê de, bû pêşengê berxwedaniyê .

_ Di qonaxa Rasan a Rojhilat de, piştî derbasbûna heyameke zêde, heya qasekê kêm bûna hizûra Pêşmerge li navxweya Rojhilatê kurdistanê de, me dît ku bi peyama pêkve girêdana xebata Bajar û Çiya, Hizba Demokrat çawan karî Rojhilatê vejîne û rake coşê û tovê îradeya xweragiriyê û xebatê bireşîne.

Ku wisaye ev qonaxên girîng di nav dîroka xebat û qurbanîdana wê Hizbê de, hemî girêdayî bi hevin û heçî kîjan ji wan qonaxan bandora xwe hebûye û hekî çi wê hizbê evraz û nişîvên dijwar derbazkirbin, kevtiye rabûye lê, qet dest ji xebatê ber nedaye, û ev qonaxên han û ji wan 11`ê Reşemehê û ragihandina xebata eşkere ya PDKÎ, tenê nû kirina peymana berdewam bûna li ser rêbaz û xebatê ye, û wê yekê jî dide xûyakirin ku li heçî qonaxekê de, ew Hizba bixwaze dikare pêgeha bihêz û bê rikebere xwe di nav xelkê Rojhilatê Kurdistanê de bi dost û dijminan bide kivşê.

Peyama 11`ê Reşemehê jî, yek ji wan ceribandinên mezin a dîroka dûr û dirêj ya PDKÎ ye.

Pîroz be 43.emîn salvegera ragihandina xebata eşkere ya PDKÎ

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine