
Rêkxirava Mafê Mirovî ya Îranê ku navenda vê li bajarê Oslo, paytexta Norwêjê de ye kombûneke berfireh bi beşdariya piraniya aliyên opzîsiyona Îranî li rojên 18 û 19ê Çiriya Pêşîn li “Navenda Akademiya Zanist a Oslo”yê li jêr navê “Mafê mirov, piştî komara îslamî” bi rê ve bir.
Rêzdar “Mehmûd Emîrî Muqeddem” ê serokê Rêkxirava Mafê Mirovî ya Îranê, tevî bixêrhatinkirin li beşdarbûyan ragihand ku armanca vê rêkxiravê ji lidarxistina vê kombûnê, pêkanîna hevpeymanî wek alternatîvek siyasî bo komara îslamî nîne, belku pêkhatiyek ji diyaloga serdemiyane û jihevtêgihîştina hêzên bingehîn ên li nav opozîsiyona Îranî li pêxema bihêztirkirina herî zêdetir a pêgeha mafê mirov piştî nemana komara îslamî ye.
Li vê kombûnê de çendîn aliyan gotarên xwe pêşkêş kirin û ji aliyê Hizba Dêmokrat a Kurdistan Îranê ve jî Dr. “Aso Hesenmzade” beşdarê vê kombûnê bû û gotara xwe li vê kombûnê de pêşkêş kir.
Kombûn li ser mijarên cuda yên mafê mirovî, cihgîkirina dêmokrasî û çendîn mijarên din bi rê ve ço û aliyên Kurdistanî û Îranî li wan mijaran de dîtingehên xwe pêşkêş kirin.