Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Troîkaya Ewropayê, doseye ya navikî a rêjîma Îranê vedigerîne bo Şêwreya Ewlehî

11:36 - 21 Çirriya pêşîn 2025

Pêka rapora “The Wall Street Journal”, li egera hevkarînekirina rêjîma Îranê li dosyeya navkî de, Troîkaya Ewropayê Anku “Alman Firanse û Birîtaniya” dê dosya rêjîma Îranê heta destpêka heyva November bi Şêwreya Ewlehî ya Saziya Netewên Yekgirî, vegerîne.

Nûçegihanê “Wall Street Journal” ê bi navê “Larns Normen” li rûpela xwe ya tora civakiya “X” de belav kiriye ku “Îran dikare wa bide xuya ku pirsgirêk bi dawî hatiye, lê ev wiha nîne, Troîkaya Ewropayê 12 heyv derfet hene ku biryarnameya pêbendnebûna rêjîma Îranê ku li heyva “Juen”ê de hatibû pesendkirin, bo Şêwreya Ewlehî bîşîne”.

Rêjîma Îranê hemû girêbest û lihevkirinên xwe digel Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî hilveşandine û ev yek dide xuya ku rêjîma Îranê bi mafê xwe dizane ku beranmeya xwe ya navkî bi awayekî bê sînor geşê pê bide.