Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêberê rêjîma Îranê careke din gefa bikaranîna mûşekên balistîkî kir

12:25 - 21 Çirriya pêşîn 2025

Elî Xamineyî li dawî axaftinên xwe piştî şerê 12 roje, careke din pêdegirî li ser hizrên wehmî û nexweşa xwe kir û îdia kir ku hekî hewce bike em dê dcareke din mûşekên xwe yên balistîkî li dijî Îsraîlê bi kar bînin.

Îdiaya navbirî li halekê de ye ku rewşa Îranê li warê pêgeha cîhanî, aborî, siyasî, aramî û asayiş, jiyan û çendîn mijarê din de kevtiye nav astengiyên herî dijwar û gefxwarinên Xamineyî tevî ku dide xuya pirskirêkên rûbizêdebûnên li Îranê bo wî ti girîngiyek nîne, pêdegirî li ser xwest û xeyalên wehmiya xwe dike.

Herwisa Elî Xamineyê bi zimanekî zivir, Donald Trump ê Serkomarê Amerîkayê bi kesekî demdemî binav kir û îdia kir ku Donald trump bi hinek axaftinên bênaverok hewl daye ku Îsraîlê hivîdar bike û morela wan bilind bike”.

Xamineyî herwisa bi bê berçavgirtina rewşa dosyeya navkî a rêjîmê, ragihand ku dê berdewam bin li ser pêşxistina bernameya navkî ku çi alî û dewletekê ev mafe nîne ku bikare pêşya bernama navkiya me bigre.

Îdiayên wehmî yên Elî Xamineyê dide xuya ku navbirî ti hizrînek serast ji bûyerên vê dawiyê nîne û şikesta serşoraneya rêjîmê û milîsên ser bi rêjîma Îranê li Rojhilata Navîn de nabîne an naxwaze rastiya wan şikestan ku berwajiyê hizrînên wî ne, bawer bike.