Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê navendeke navkî ya bombebarankirî nûjen dike

10:53 - 21 Çirriya pêşîn 2025

“Damezraveya Zanist û Ewlehiya Navnetewî” ya Amerîkayê ya bi navê “The Institute for Science and International Security” bi belavkirina wêneyên esmanî yên binekya navkî ya “Taliqan a 2” daye zanîn, ev navenda navkî ku li sala 2024 de ji aliyê Îsraîlê ve heatibû teqandin ji nû ve ji aliyê rêjîmê ve dest bi çêkirina jêrxanên nû û berfirehtirkirina karê avedankirin û çêkirina vê navenda navkî tê kirin.

Herwisa vê damezraveyê ragihandiye ku nûjenkirina vê navenda navkî nigeraniyên li derheq bernameyên pêştir ên navkî yên rêjîma Îranê zêdetir kirine û egera vê heye rêjîma Îranê bernameyên xwe yên taybet bi çeka navkî li vê navenê de dest pê bike.

Pêka gotina vê navenda lêkolîn û ewlehiya Amerîkayê, ev navenda navkiya rêjîmê cihê ceribandin û lêkoilînên navkî yên taybet bi çeka navkî bûye ku niha bînayên vê bi awayek têne çêkirin ku bikarin bi qaseke zêde axê bikne ser de û bi awayek taba derbên mûşekî û bombaranan bînin.