Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

17’ê Gulanê Roja cîhanî ya peywendiyan.

21:02 - 23 Gulan 2013

Arif vêlzî

Derketina alavên peywendiyê, bandorek berçav xistiye ser jiyana civakî û siyasî ya mirovan û bikaranîna rojane ya wan, gellek şûnwarên pozetîv weke bilindkirina asta rewşenbîrî, kurtkirina navberên cuxrafî, dahat, perwerde û fêrkarî, dabînkirina asayiş û ewlehiyê, wergirtina zaniyariyan û …hwd ji xwe bi cih dihêle.
Afirandina alavên weke Têlêgraf û Telefonê, guherînkariyek mezin bû di jiyan rojane ya mirov û cîhana peywendiyê de. Lewma di yekemîn pêngava berevpêşveçûna cîhana peywendiyê de ku di sala 1865’an de xebatek zaf jê re hat kirin, “Yekîtiya Telêgraf a Navnetewî” hat avakirin. Piştî derbazbûna nêzîk bi 40 salan û di sala 1906’an de, yekîtiya navbirî di konfiransa xwe de biryar da ku yekîtiyek din bi navê “Yekîtiya Radyo û Telegraf a Navnetewî” ava bike. Pêştî sê dehikan xebata berdewam, her du yekîtiyan li jêr navê biryarnameya “Madrîdê” de lihev hatin û “Yekîtiya Navnetewî a Paywendiyên dûr” ava kirin.

Niha bi xweşî ve pêşkevtina teknolojî û geşekirina peywendiyan, gihîştiye astekê ku cuda ji vê yekê ku weke pîvana pêşkevtina welat di cîhana îro de tê hesibandin, belkî bûye sedema hêsankirina jiyana rojê û geşeyae çandî, û heta, bo pêşvebirina armancên siyasî û nasandina şunas û şiyanên netewî jî, alîkar e.

Eva ku li vir de em dixwazin bi hûrbînî ve lê binêrin, hewcehiya hebûna alavên peywendiyê di welatên dîktatorlêdayî û daxistî de ye, jiber ku bona jordebirina asta rewşenbîriya civakê û herweha bona xweşkirina rêya rizgarbûn ji sîstema narewa di welat de, rolek erênî û berçav dilîze.

Rejîma Komara Îslamî yek ji wan welatan e ku bona geşandina îdeolojiya xwe ya Îslamî, her di despêka hatine serkar a xwe de, li ser bingeha dijatiya ragehandina azad û alavên peywendiyên serdem, pêpikên desthilata xwe ava kirin. Lewma me dît ku ji rojnamegeriya azad ve bigre heya bikaranîna Setelayt û alavên din ên peywendiyê giştî hatin qedexekirin û bi hemû awayekê ket hewla sansorkirina rastiyên cîhana îro.

Eşkere ye ku di serdemê niha de ku bi serdemê Dîcîtalîbûnê hatiye naskirin, alava herî sereke û hewce li seranserê cîhanê ku bi hemû awayekê û bo hemû kesekê bi ker tê, Întêrnêt e. Lê mixabin di Îranê de ku xwediyê nifûsek 75 milyonî ye û li gor amaran 45 milyon kes ji vê nifûsê, bikarhênerê Întêrnêtê ne, di piraniya deman de bi taybet di 10 salên borî de, malperên weke Facebook, Yahoo, Google û nermefzarên VPN û… hwd dikevin bin sansor û fîltêrkirinê de, û bi vî awayî bikaranîna wan malperan nemumkîn dibe.

Eva ku cihê heyrînê ye ew e ku piştî hatine serkara Ehmedînijad heya niha, bi awayek berdewam nûçeya avakirina “Întêrnêta netewî” ku di cîhana modern a îro de bi apartayda dîcîtalî tê nasandin û bi tenê li welatê Koreya Bakûr de weha Întêrnêtek hatiye ceribandin, tê belavkirin. Serbarê piropagendeyên zaf ên karbidestên rejîma Komara Îslamî li dor bihêzbûna Întêrnêta netewî, şarezayên vî warî li ser vê baweriyê ne ku “Întêrnêta Netewî” dê bibe sedema vê ku Îran bi tewahî îzole bibe û ji tora zaniyariyên giştî ên cîhanê dûr bikeve.

Di dawiyê de bi liberçavgirtina vê rastiyê ku ragehandin û bitaybet Întêrnêt beşek sereke ji jiyana îro ya her mirovekê ye, rejîma Komara Îslamî bi avakirina “Întêrnêta netewî” û sansora peywendiyên giştî, xelkê xwe li ragehandina serdem ku tijî ye ji zaniyariyên kêrhatî û nû, bêpar dike, heya ku bikare bi veşartina rastiyên navxwe û cîhana derve, bigije armancên xwe ên ne mirovî ku tenê û tenê parastina desthelatê û dizîna serweta samana welat e.