Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê bi awayekî hovane mamostayeka zimanê Kurdî binçav kirin

12:29 - 19 Gulan 2024

Mamostaya Zimanê Kurdî ya xelka bajarê Bokanê, bi awayekî hovane û ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê ve bi awayekî hovane û tundûtîj hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hatiye veguhastin.

Roja Çarşemî 26ê Banemerê, xatûn “Sûsen Hesenzade” ya mamostaya zimanê Kurdî û çalakvana medenî ya bajarê Bokanê, ji aliyê hejmareke zêde ya hêzên hov ên ewlehiya rêjîmê bi awayekî hovane û bi tundûtijiyê ve hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.

Pêka raporên belavbûyî, hêzên ewlehî yên rêjîmê, bo binçavkirina “Sûsen Hesenzade” bi 8 maşîn ji hêzên ewlehî êrîş kirine ser mala vê çalakvana medenî û bi awayekî hovane ev keça Kurd binçav kirine.

Herwisa lipeyketinên malbata vê çalakvana medenî bo agehdarbûn ji qeder û rewşa terndirûstiya vê, bê encam mane.

Heta belavbûna vê nûçeyê ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin, tohmetên sepandî û cihê ragirtina vê mamostaya zimanê Kurdî li ber dest nîne.