N. Eskender Ceiferî
Di heyamên derbasbûyî de bi awayekî fermî du saziyên ser bi dewleta Almanya, dest bi karên xwe bi zimanê Kurdî kirin.
Tora ragihandina pirrengî li Almanya karî ji bo du salên din jî bûdceyê ji xwe re bistîne.
Herwisa biryar hate standin ku êdî xelk bikare bawernameya ajotinê bi zimanê Kurdî derxîne.
Ev jî piştî daxwaza xelkê ji bo beşdarîkirin di ezmûnan de bi zimanê Kurdî derket rojevê û hate pejirandin.
Ev çend sal bûn ku hejmareke çalakvanên Kurd ji dewleta Almanya dixwastin vê biryarê bistîne û niha jî bi pejirandina biryara dayîna ezmûna bawernameya ajotinê bi zimanê Kurdî, deriyên mezintir ji bo zimanê Kurdî têne vekirin.
Ji bilî vê, dana pere ji bo projeyên bi zimanê Kurdî jî li Almanya berfireh bûye.
Biryar e tora bi navê Tora Pirrengî, heya dawiya sala 2025'an xebatê bike û pişt re jî dibe ku careke din dewleta piştevaniya wê bike.
Di salên derbasbûyî de li Almanyayê toreke rgaihandinî bi piştevaniya dewletê hate ragihandin ku tê de zimanê Kurdî jî li kêleka zimanên hin neteweyên din cih digire. Navê wê, Tora ragihandinê ya pirrengî ye!
Vê torê di daxuyaniya xwe de ji xeynî zimanê Almanî, cih daye pênc zimanan ku Fransî, Erebî, Ingilîzî, Kurdî û Potrogalî li xwe digire.
Di daxuyaniya destpêkê ya karên vê torê de hatiye: Em çalakvanên ragihandinê bi pêşîneya koçberî yan jî penaberiyê ne û hertim hest bi rastgirî yan jî nijadperestî û newekheviyê dikin. Li ser me gelek tê axaftin lê belê ne bi me re. Em xelkê bi pirojeyên ragihandinî re li hev girê didin û dengê xwe hildidin û destêwerdanê dikin. Em bi perwerdekirin û lihevguhertina nerînan, hevdu xurt dikin. Emê bikarin ji bo her kesî toreke cûrbicûr û pirreng biafirînin.
Girîngiya vê torê ji bo Kurdan ev e ku zimanê Kurdî jî, li kêleke hin zimanan cih girtiye ku xwedî dewlet in û di asta navdewletî de jî têne bikaranîn.
Di beşeke din ji Em dixwazin bi hêza ragihandinê, bêne guhdarîkirin û xwe têgihiştî bikin û meyl û heza kesên din jî, ji bo vî karî zêde bikin. Em xwe ji bo tevlîbûn bo guhertinên demdirêj û berfirehkirina ragihandinê, berpirsyar dibînin. Armanca me, civakeke vekirî, pirreng û mayînde ye. Tora ragihandinê ya pirrengî, tora me ya nû ye ku ne tenê girêdayî çandekê ye. Em ragihandinkarên ji welatên cuda, zimanên cuda û dîrok û pêşîneyên cuda ne.
Ew dixwazin civakeke pirreng li vir pêk bînin. Lê ji ber ku ev cara yekemîn e saziyek ku bi piştevaniya dewletê tê avakirin û li zimanê Kurdî jî xwedî derdiekve, Kurdên Almanyayê jî pêşwaziya wê dikin. Vê torê di berdewamiya daxuyaniyê de ragihandiye ku em dixwazin jiyana xwe ya dilxwaz nîşan bidin. Em her tişta ku bandorê dike ser me, dikin raport û dîtin. Em nerînên nû derbasî nav ragihandina Almanî dikin. Em dixwazin ji bo pêkanîna gotûbêjan li ser mijara koçberî û penaberiyê alîkar bin ji ber ku ev mijar, pêwendîdarî me ye jî. Di van bernameyan de ku em çê dikin, em li ser mijarên siyasî û civakî li Almanyayê bo cîgir û altêrnatîvên cuda diaxivin. Gelek ji wan mijaran, derbarê me ne. Lê belê em xwe di penaberbûnê de yan jî tenê bi tiştên girêdayî civaka xwe sînordar nakin; Em helwestên xwe tînin ziman lê em dixwazin nîşan bidin ku em kî ne! Lewma jî serpêhatiyên cuda, bandorên çandî û herwisa nûçeyên derbarê rewşa niha jî, ji me re girîng in. Ew jî nîşan dide ku pirrengiya nîştimana her kesî û girêdanên wê, dikare pêwendiyan navbera dunyaya cuda ya her yek ji me pêk bîne û sînoran jî derbas bike. Em dixwazin ew tiştên ku em bi xwe re tînin û hebûna me, wek xwe, bên pejirandin.
Erê, rast e û Ewrûpî dizanin êdî Kurd bûne beşek ji rastiya Rojhilata Navîn. Lewma jî ew Kurdan û zimanê wan, derbasî nav pirojeyên bi vî rengî dikin û dibêjin pirrengiya pêşîneya me, me derbasî nav rewşekê dike ku bi nerîneke cîhanî, lêkolînê li ser encamên niha, piroseya koçberî û penaberiyê û herwisa stratejiyên siyasî û netewî bikin. Û bikariin karên perwerdehiyê bikin. Me bi ekterên saziyên penaberan û hinek saziyên din ên civakî re pêwendiyeke baş heye ku piştevaniya me dikin.
Em vê torê weke odeyek ji bo hemû mirovan jî binav dikin ku dixwazin ezmûna xwe li ser kiryarên newekhevî parve bikin bêy ku rastî êrîşê bên yan jî li ser kesatiya xwe biaxivin.
Belkî wek çawan faşîstên Tirk dijatiya danînna zimanê Kurdî ji bo Facebook û Google jî kiribûn, dijatiya vê jî bikin. Lê van saziyan biryara xwe standine û di karên xwe de jî, ji bo zimanê Kurdî berdewam in. Ew dibêjin, bi pirrengiya mirovan û pirojeyên bi vî rengî, em xwe û hevdu bihêz û xurt dikin û rê didin ew mijarên me zêdetir li ber dest bin.
Dawiya daxuyaniyê jî, wan basa perwerdekirina rojnamevanan kiriye û dibêjin, di riya vê torê re, em dikarin pêwîstiyên têknîkî, madî û rêkxistinî pêk bînin ji bo ku bi pêkhateyên cuda yên rojnamegeriyê hem hevdu perwerde bikin û hem jî bêne perwerdekirin. Bi vî awayî jî wê bi pirrengiya reftaran, karên me yên hevpar, hevbendiya me û lihevguhertina nerînan bi awayekî giştgir bihêz û xurt bibin.