Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêlîkoptera hilgirê Îbrahîm Reîsî li devera Werzeqan a Tewrêzê de bêserûşûn bûye

18:55 - 19 Gulan 2024

Pêka gotina ragihandinên rêjîmê, hêlîkoptera hilgirê Îbrahîm Reîsî û çend berpirsên din ên rêjîmê li devera Werzeqanê de rastî bûyerekê hatiye û ji hûrdekariyên vê bûyerê ti zanyariyek belav nebûye.

Pêka rapora nûçegihaniya “Tesnîm” a ser bi spaha pasdaran a terorîst, hêlîkoptera hilgirê “Îbrahîm Reîsî” yê serkomarê rêjîmê ku hejmareke din ji berpirsên vê rêjîmê jî digel de bûye, li devera Werzeqan li bakûrê bajarê Tewrêzî de rastî bûyerê hatiye û heta niha ti zanhariyeke serast li derheq mirin am zindîmana kesên li vê helîkopterê de belav nebûye.

Pêka vê raporê, karwanê digel Îbrahîm Reîsî” 2 hêlîkopterên din jî bûne ku hilgirê hejmarek ji wezîrên kabîneya Îbrahîm Reîsî bûne û gihîştine cihê diyarîkirî lê hêlîkopteran hilgirê Îbrahîm Reîsî, rastî bûyerekê hatiye.

Nûçegihaniya Tesnîm îdia dike ku vê bûyerê de ti kesek nehatiye kuştin û hinek ji kesên digel Îbrahîm Reîsî bi rêya pêwendiya telefonî digel navendê girtine.

Pêka hinek zanyariyan jî li vê Hêlîkopterê de bilî Îbrahîm Reîsî, wez'rê derve yê rêjîmê “Hûsyên Emêrebdullahiyan û Malik Rehmetî yê parêzgarê Tewrêzê û pêşnimêjê bajarê Tewrêzê “Al Haşim” li vê hêlîkoptera kevtîxwarê de bûne.

Pêka vê raporê, Îbrahîm Reîsî dixwest digel “Îlham Eliyêf” ê serkomarê Komara Azerbaycanê bo vekirina destpêkî ya bendava “Qîr Qelesî” ku ji aliyê rêjîma Îranê û komara Azerbaycanê ve bi awayê hevpar hatiye çêkirin, beşdariyê bike.