Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî Pizişk û Perestaran, niha jî Pîlot anku xeleban welat bicî dihêlin

12:32 - 19 Gulan 2024

Ew heyameke ku pêlekî mezin a helatin û derkevtina Pîlotan “Xeleban” li Îranê destpê kiriye û diçin bo welatên bîhanî û daxwaza man û mafê penaberiyê dikin.

Rojnama Êitimad li vê derheqê de nivîsand û aşkera kir ku gorî wan zaniyarî û nûçeyên geheştinî yê, teê li çend mehande, 47 Xelebanê Firokên  şirketa “ Air Laîn” û 64 Xeleban ji “ Îran Aîr” bi sedemên bê hivîtî, nebûna jiyanekî asûde, kêmiya Hiqûq, zalbûna îdolojiya sepandiye rêjîma Îslamî, û bêzarî ji wê rêjîmê û hest bi nebûna ewlehiya xwe, penaberê welatên dinê bûne.

Gorî rapor û zaniyariyên ku rojnama Êitimad belav kirinî, li piraniya welatan de ev Pispor û Xelebanên Îranî, ji aliyê şirketên firokevanî ve hatine wergirtin û kar bi wan dane.

Welatên Bîhanî wek derfetekî baş bo xwe dizanin ku dema lêzan û pisporên di warên cuda cuda de diçne welatên wan, zû ji hêz û şarezayî û pisporiya wan mifahê werdigrin bo qazancê welatê xwe.

Sedan û belkî Hezaran pisporên mezin Îranê û danişmend û lêzanên mezin li welatên Amerîka û Kanada û welatên Ewropa û yên dinê de, wek mînaka zanistê li cîhanê de hatine naskirin, lê mixabin welat û xelkê Îranê, bi sedema deshilata rêjîma kevneperest û dijî gelî, ji wê behre û zanista wan bê parin.