Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa aboriya Xorasanê

11:53 - 12 Gulan 2024

N: Rojan Kurmanc

W: Hesen Mukerem

 

Xorasana Bakur li bakûrê rojhilatê Îranê ye û piraniya xelkê wê kurd in û hejmareke kêm ji wan jî Tirkmen û faris ziman in ku bi derbasbûna demê re koçî Xorasana din a Rezewî kirine. Nifûsa kurdên Xorasanê nêzîkî 3ê milyon kes e.

Li vê parêzgehê 33 cure çandinî û 26 cure berhemên bexçeyê tên berhemanîn ku ji wan girîngtirîn genim, ceh, once, silk, gulberoj, nuk, fasûlî, nîsk, pîvaz, xiyar, pembû, tirî, sêv. , gûz, û gêlas. Lê tevî van hemûyan jî ev parêzgeha di rêza yek ji parêzgehên herî bêpar û kêmdahat ên welat e, wek Sîstan û Belûçistan û Kurdistanê.

Rêjeya bilind a enflasyonê û bêkariyê bûye sedema koçberiya xelkê herêmê bo parêzgehên din.

 

Sedemên bêkariyê

1_ Hişksalî

2- Li gel zêdebûna nifûsê ne afirandina derfetên kar ên nû

3- Wêrankirina yekîneyên berhemanînê yên berê

4- Heqdesta kêm û gelek caran paşxistina heqdesta karmendan bo çend mehan

 

1_ Hişksalî

Ji bilî ku sedema bêkariyê bûye sedema koçberiya gundiyan jî hewaya nerm a çiyayî û axa bi bereket rewşek baş ji bo cotkar û baxçevanan peyda kiribû, lê harî xerab ku di van du dehkên dawî de ji ber kêmbûna baranan em şahidê hişksaliyên e di vê herêmê de ku piraniya cotyar û baxçeyan bi neçarî wirbibn koçber lê ya herî xerab eve ku ji ber kirêya zêde a avahiyan di bajarên mezin de dubare xelk bi neçarî vedigerin bo gund û bajarên piçûk.

 Lê gelek faktorên mirovî bûne sedema hişksaliyê, wek avakirina bêprensîb bendavan û nebûna sektora çandiniyê ya nûjen.

Rûbara Etrak bi dirêjahiya 669 kîlometran pêncemîn rûbara herî mezin a welat bû û bi avakirina bê prensîb a bendava Burzû û çêkirina çend bendavên din ên biçûk li ser vê rûbarê, ji bilî têkdana ekosîstemê, em dibin şahidê dawîn henaseyên vê rûbarê.

 

Demek berê, ev rûbara han wisa pir av dibû ku rêya rûbarê di hundirê bajêr de jî tijî av dibû û di dema baranê de bajar tijî dibû, lên niha tendê gundî dikarin mifahê ji ava rûbarê verbigrin û rûbar di nav bajêr de bi temamî hişk bûye, û em tenê di dema barîna baran de di nav bajêr de hinek av li ser rêya rûbarê dibînin.

 

2_Bi zêdebûna derfetên kar ên nû di gel zêbûna nifûsê

Di civakên serketî de, ligel zêdebûna nifûsê, em derfetên kar ên nû jî dibînin, lê mixabin ev yek li vê parêzgehê çênebû, û ligel bêkariyê, enflasyoneke bilind jî dibînin, ku bi giştî enflasyon û bêkariyê ye. nîşana hejariyê, ku nîşanek aborî ye.

 

3_ Hilweşandina yekîneyên hilberînê yên berê (fabrîkaya fîber û kargeha şekir)

Fabrîqeya fîber: Ne tenê yekeyên hilberînê zêde nebûne, kêm jî bûne. Fabrîqeya fîberê ya Şîrwanê ku di sala 1343an a Rojî de hatiye damezrandin, mezintirîn yekîneya berhemanîna fîberê li rojhilatê welat bû, ku niha bûye wêrane û tevî sozên dubare yên berpirsên dewletê û parêzgehê ji bo jinûve vekirina fabrîqeya fîberê li vê derê şêneya Sipêhirê hatiye bicihkirin.

Sala borî em bûn şahidê hûndur bûna 17 barhilgiran bo nav fabrîqeya fîberê, ku bi gotina berpirsan ew bû ku kargeh ji nû ve dest pê bike, helbet her mirovekî biaqil dizane ku berî her tiştî divê kargeh were çêkirin û dûv re jî pêdivî ye ku kargehê ne derî û ne ban û tiştek din heye.

 

Kargeha Şekir a şîrvan:

Ev kargeha ku di sala 1337`an aRojî de hatiye damezrandin, karekî guncaw ji karkeran re peyda kir, hevdem ligel zivirandina çerxa vê yekîneya berhemanînê, bajar tijî deng bibû.

Barhilgirên ku li bajêr li dû hev rêz dibûn da ku karkerên ku ji cotkar heta fabrîqeyê, ji çandiniyê bigire heta çinîn û barkirina silkan, qehwexaneyên ku karkerên febrîqeyê yên li bajêr mazûvanî dikin, tiromibîlên ku karker dibirin û hemû ev yek ji ber nebûna karê vê yekîneya hilberînê winda bû.

Niha ev kargeh bi qasî pênc sed kesî demsalî dixebite.

4- Ji faktorên din ên lawazbûna aborî û koçberiyê, em dikarin behsa kêmbûna heqdest û gelek caran paşxistina çend mehan ji heqdestên karmendan bikin, lê li bajarên din jî du qat heqdest ji bo heman hêza kar tê hesibandin.

 

Gotina dawî

Aboriya geş dibe derfetên nû yên kar dirust dike û rêjeya enflasyon û bêkariyê kêm dike û di encamê de serxwebûna aborî û wekheviya dahata xelkê zêde dibe û di encamê de tenduristiya derûnî û laşî û hêviya paşerojê zêde dibe.

Lê berovajî vê yekê, em li bêkariyê digerin û em dibin şahidê hejmareke zêde ya tûşbûyên bi madeyên hişber, xwekuştin, telaq, biçûkbûna sifreyên xelkê û jidestdana tenduristiya derûnî û laşî ya xelkê.