Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navê Xaweranê, xîmê dîktatoriyê dihejîne

13:42 - 7 Tebax 2022

Nûredîn Sofîzade                                                     

Di Havîna sala 1988an de “1367an Rojî” piştî qebûl kirina biryarnameya 598 an ya UN ji aliyê rejîma Îranê  û dana berhev a wê ji aliyê Xumeynî ve, weke vexwarina cama Jehrê, û rawestana şerê bê encamp yê 8 sale ya di navbera Îranê û Îraqê de, deshilatdarên rejîmê û serweyî hemiyan Xumeynî, bi armanca tepeserî û matkirina heçî dengekî nerizayetiyê û çavtirsandina xelkê daku pirsyara li ser encama şer nekin, fermana kuştar û êdama bi kom ya hepsiyên siyas dan.

Di heyamê nêzîk bi 3 mehên Havîna wê salê de, Hezaran kes ji girtiyên siyasî êdam kirin û heta cenazê wan jî radestî malbatên wan nekirin û hemî li gorên bikom de bin ax kirin.

Gelek ji wan girtiyên siyasî ku di nava wê pêla berfireha êdaman de, hatine kuştin, hela nehatibûne mehkeme kirin û hikmê wan nehatibû diyarî kirin, gelek ji wan hikmê serbest berdana wan hatibû danê, gelek ji wan piştî êdamê hikmê azadiya wan û bê tawaniya wan hate danê.

Bi ferman û hikmê nivîskiye Xumeynî bo encamdana wê cinayeta hovane, girûpa merg pêk hat û kevtne nava girtîgehan û gorî hinek amarên nefermî pitir ji 8 Hezar girtiyên siyasî êdam kirin, herçiqas alîgir û endamên piraniya part û aliyên siyasî û netewî ber wê komkujiyê kevtin, û dehan endamên hizbên Rojhilatê Kurdistanê û ji wan PDKÎ jî nav de bûn, lê piraniya wan êdamkiriyan endamên Mucahidînê Xelkê Îranê bûn.

Piştî hingê ev cinayeta hovane ku bi bê dengî hatibû kirin û tu kes ji xelkê Îranê û malbatên girtiyan tu zaniyariyek li wê derheqê de çinebûn, bi hevpeywînekî Ayetulla Muntezirî ev cinayeta û kuştara bikoma hepsiyan hate eşkere kirin, lewma jî Muntezirî heta roja mirinê ji aliyê rejîmê ve hate ceza danê û di mala xwe de hate hepis kirin, û belavbûna heçî cure deng û rengê wî hate qedexe kirin û hemî pile û deshelatek jê hate standin.

Belê wê demê eşkere bû ku piraniya wan girtiyên ku li girtîgehên Tehranê de hatinî êdamkirin, li cihekê bi navê Xaweran pê Lodêran xendeq kolane û cenazê wan êdamkiriyan tê de binax kirine.

Piştî hingê xelkê Îranê û malbatên qurbaniyên wê cinayetê, hemî salê di demsala Havînê de bi deste Gulan serdana Xaweranê dikirin û ezîzên xwe bi bîr tînan, rejîm bi armanca wê kombûna malbatên qurbaniyên 67ê îsal devra Xaweranê hemî Betonkêşî kiriye da ku berahîka merasimên bîranînê bigre û nehêle malbatên wan herin Gulên xwe danên li ser wê Zewiyê, lewma xelk û malbatên wan hemî dewra dîwarê Xaweran bi danana Gulan xemilandine.

Deshilatdarên herî pile bilind yên rejîmê wekî serkomar û yên din, ji wê girûpa kuştara bikom ya girtiyan bûn û heya îrojî bi şanazîve berevaniyê ji wê cinayeta xwe dikin, dema ku rojnamevanekê li wê derheqê de ji Îbrahîm Reîsî yê serkomarê rejîmê pirsî ku dibêjin te di kuştara 67 ê de dest hebûye, Reîsî di bersivê de got: Xelkê Îranê û mirovatî divê sipasê û pêzanînê ji min bike ku min ev kare kiriye.

Xelkê Îranê û malbatên qurbaniyan, hertim bi birînên xwe ve dinalînin û êşa wê dikêşin û benda rojekêne ku ev cinayetkarên rejîmê di dadigeha gel de bikevne ber destê dadperweriyê û bigihîjin cezayê cinayetên xwe.

Rejîm ku niha li ser lêva kendalê sernixuniyê ye, ji heçî demê zêdetir ditirse û mînak em dikarin amajê bi hikmê dadigeha Swêdê bi dijî Hemîd Nûrî yek ji cinayetkarên ku dest di kuştara girtiyên 67 ê de hebû, çiqas rejîma Îranê û deshilatdarên wê xistine tirsê û merg û cezayê wan jî anî ber çavê wan.

Xelkê Îranê û malbatên êdamkiriyên 67ê bê guman tu caran wê cinayetê ji bîr nakin, kêşana dîwarê Betonî û jinav birina Xaweranê jî, nikare yad û bîranîna wan qurbaniyan û cinayeta rejîmê a bi dijî mirovahiyê li bîr û hizra wan de reş bike.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine