
Serokên Troîkaya Ewropayê, “Keir Starmer” Serokwezîrê Birîtaniya, “Emanuel Macron” Serkomarê Firansê û “Friedrich Merz” Serokê Alman, bi belavkirina daxuyaniyek hevpar ragihandin: “Em micid in ku danûstandina digel Îran û Amerîkayê bi armanca gihîştin bi lihevkirinek giştî, hertimî û cihê cerbandinê ku garantî bike rêjîma Îranê bi ti awayek nekare çeka navkî berhem bîne, dest pê bikin”.
Li halekê de ku Mikanîsma maşê anku çalakkirina hemû dorpêçên ragirtî bi hewla Troîkaya Ewropayê hate cîbicîkirin ev daxuyaniya hatiye belavkirin, Rêjîma Îranê jî li derheq vê daxiyaniya serokên Troîkaya Ewropayê, ti bertekek ji xwe nîşan nedaye lê çend rojan berî niha, Îsmaîl Beqayî, berdevkê wezareta derve ya rêjîmê îdia kiribû ku ti bernameyek bo danîstandina navkî nînin, lê bo parastina pêywendî û gengeşeyan, dîplomasî wek rêkarekê dê berdewam be.