
N. Nûredîn Sofîzade
Bi sedan sal e ku netewên di ser erdnîgariya bi navê Îranê yên xeyrî Fars, wek Kurd, Belûç, Ereb, Azerî, Tirkemen, û ….. bi hemî avayekê têne asmîlekirin û di bin zilm û zordariya desthilata navendî de ji mafên herî destpêkiye xwe hatine bêparkirin. Gelek ji wan netewan parek ji nasnameya xwe jî ji dest dane û heliyane û hesta netewiya wan gelek kêmreng bûye.
Nihajî ji bilî netewa serdest anku Fars, mixabin kes û girûpên wisa di nava netewên bê maf de hene ku ne tenê çi meylek bo derkeftina li jêrdestiyê û bidestxistina mafên neteweyî ye xwe çinînin, belku ev jî gelek caran înkara nasnameya xwe dikin û keftine jêr bandora diruşmên “Yêk milet, Yêk weten û yêk Ferheng û yêk Ziman” a desthilana dagîrkere navendî.
Niha ku rewşa deverê û bi taybetî rewşa ku rêjîma Îranê tê de ye, dide xuyakirin ku di heyamê çend mehên pêşya me de dê guhertin û bûyerên bingehîn çêbibin, lewra hekî em Kurd û hemî netewên bê mafe Îranê bi hişyarî û hişmendiyeke hûr tevnegerin û xwe bo qewmîna wan bûyeran amade nekin, bê guma em dê rastî metirsiyên gelek mezin bên û dê tevlîheviyek çêbe ku renge wê demê êdî zû bi kesê neyête çareserkirin.
Bo wê yekê ezê amaje bi 2 xalên girîng bikim ku weke hewcehiya herî girîng pêşya netewên îranê ne.
1 – Hevxebatî û hevdengiya digel neteweyên bê maf û kombûna li devra armanc û stratêjiyekî hevpar ji boy çêkirina Îrana piştî nemana rêjîma dîktator a îslamiya wilayeta feqîh, ku her niha de divê lihevkirine di navbera wan netewane de çêbibe ku aliyê kêm li ser hin xalên bingehîne weke dêmokrasî, hilbijartina azad, rêfrandom bo diyarîkirina sîstema birêveberiya welat, wekheviya di navbera jin û mêran, sekolar û piloralîzm û …… ger îro ev neyê kirin, bê şik û guman dê piştî nemana wê rêjîmê, lihevkirin gelek îza be û egera ji destçona derfetê heye û renge taqimekî navendgera ji vê bêbernameyî ya netewan, bikar bîne bo ji nû ve sepandina sîstimekî dîktator û navendgera.
2 – Yêkitî û hevxebatî û yêkgotariya di navbera hêz û aliyên siyasî ên xwedî bandore Rojhilatê Kurdistanê, ger nihade çênebe û enî yan navendekî alîkarî neyê avakirin û hêz û aliyên siyasî li bin çetrekê de kom neke, ger ev partiyên siyasî heçî kîjan bi cuda tevbigere û nekare libekê ji îdolojî û otorîteya siyasî û hizbiya xwe bête xwarê, û her aliyek cuda û gorî siyaseta xwe tevbigere, bêguman hem dê roja qewmînê û guhertinê de lihevkirin zehmet be, hem gelê me bê hivî dibe, û hem jî egera çêbûna netebayî û pevçon û aloziyan jî heye, ev jî dê wekî gelek ceribandin û dersên berê li dîroka xebata rizgarîxwaziya me de, bi xala nerênî û xirab bête tomar kirin û egera ji destçona heçî derfetekê jî heye û dîsan û li vê qonaxa guherinê de jî serê me bê kum bimîne.
Bo herduk xalan jî direnge û derfet bila jidest neçin.