
Pêka raporên belavbûyî, roja 16ê Rezberê, zêdetir ji 12 girtî ku 3 ji wan Kurd in, ên bi navên “Mobîn Surûrî, Mehmûd Weliyullahî, Ehmed Mihemedî, Sîna Mihemedî, Hemze Sakî, Hesen Zarê`î, Pêdram(nasnavê wî nehatiye zanîn), Mîlad Yarî, Arman Kakawend, Behmen Şahusêynî û Elî Seîdzade Fehîmî, li girtîgeha Qizilhisaqr û Navendiya rêjîmê li bajarê Kercê, ji aliyê rêjîma hov a Îranê ve hatine bidarvekirin.
Herwisa li vê rojê de girtiyek Belûç ê bi navê “Mesûd Melekî” li girtîgeha Destgird a rêjîmê li bajarê Îsfehanê de hatiye bidarvekirin.
Rêjîma Îranê sepandina sizaya bidarvekirinê û birêvebirina vê sizayê, wek alavek bo tepeserkirina zêdetir a xelkê Îranê bi taybet gelên Kurd û Belûç bi kar tîne.