Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêş û paş 7 ê Oktobêrê û rûreşî Xamineyî re.

19:27 - 8 Çirriya pêşîn 2025

N. Mêhran Îbrahîmî

 

Du sal piştî operasyona wêranker a Hamasê li dijî Îsraîlê, ku niha hatiye îspatkirin ku bi zanîn û fermanên Rêberê Komara Îslamî hatiye kirin, nirxandinek li ser rêça pevçûna di navbera Komara Îslamî û Îsraîlê de di vê heyamê de nîşan dide ku Elî Xamineyî her çend mîna berê xelkê derdura xwa dixapûne û mekran dike , lêbelê hema hema di bêhêvîtiyê de ye û halê wî halê mirinê ye, ji ber ku wî  her tiştê li herêmê winda kiriye ku berî heftê Oktobra 2023 an hebû, di heman demê de ku danûstandinên ji bo agirbestê li Xezeyê didomin û ew jî derbeke dinê ye ku li Xamneyî dikeve.

 

Lê gelo! çima wî ev qumara giran kir?

Du sal ser dînatiya xamneyî û girûpê û milîsên girêdayî bi wî li Rojhilata Navîn derbas dibe, 7ê Oktobrê, roja ku Hamasê 1200 Îsraîlî di operasyonekê de komkuj kirin. Rêberê Komara Îslamî ji hemû hurgiliyên Oprasyonê agahdar bû ku kite armanca wî jî pêşîgirtina ji aştiya di navbera Îsraîl û Erebistana Siûdî bû, bi wî avayî dînatiya wî agir berda Îran û deverê.

 

Piştî komkujî kirina Îsraîliyan Xamneyî  got:

Ev Operasyona Bahoz El-Eqsa tam di kêliya pêwîstiya herêma Attaq de pêk hat.

Du sal berê, roja 7ê Oktobrê, xewa aram a rojhilata navîn ji ber pêkanîna Operasyona Bahoza El-Eqsayê hate têkdan, dema ku Hamasê 4300 roket avêtin Îsraîlê û nêzîkî 3 hêzên wê ketin malên welatiyên Îsraîlê, 1395 kes kuştin, ev jî rojek mirinê bû ku Îsraîlê jê re Şemiya Reş got.

Tawanek tirsnak ku li çwar aliyên cîhanê sempatiyek û hevxemiyên berfireh ji Îsraîlê derxist holê û weşandina wêneyên tundûtûjiya Hamasê cîhan şok kir. Roja din, Xameneyî di gotarekê de spas  ji Hamasê kir û ev cinayet wekî serkeftinekî mezin da zanîn û got: Em çav û baskê bihêz û wêrek ê Filistînê maç dikin.

Ew ji berteka hêrs a Îsraîliyan a li hember komkujiya herî mezin a Cihûyan piştî Holokostê ditirse.

Lê ew kesên ku dibêjin xebata Filistîniyan ji ber ne-Filîstîniyan e, gelê Filistînê nas nekirine.

Heft meh berê eşkerekirina belgeyên ku ji tunelên veşartî yên rêberên Hamasê di hatine bidestxistin nîşan da ku ne tenê rêberê Komara Îslamî ji operasyonê haydar bûye, belku bernama êrîşê hebxwe darêtiye. Ev belge, nameya Sinwar, serokê ofîsa Hamasê li Xezeyê, û hem jî Mihemed Zeîf Rehber, baskê leşkerî yê Hamasê, ji fermandarê Hêza Qudsê ya pasdarên îranê re ye.

Dema ku Sinwar ji Qaanî xwest ku 20 Milyon Dolar bide Hemasê ku hêzên Hamasê dê 2 salan de Îsraîlê tune bike.

Belgeyeke din nîşan da ku Sinwar di nameyekê de ji Îsmaîl Heniye re 3 sinaryoyên êrîşeke mezin li ser Îsraîlê pêşkêş kir. Sinaryoya herî girîng ew bû ku di 7 Oktobrê de hat bicîhanîn. xala girîng a vê belgeyê tekez li ser biryargirtina ji Rêberê Komara Îslamî ye. Dema ku Sinwar tekez kir ku divê bala Xamineyî di dema sefera Tehranê de ji bo bicîhanîna senaryoyê were kişandin, di 23 juena 2021 an de, Îsmaîl Heniye di nameyekê de ji Sinwar re nivîsand, ku wî li ser hevdîtinek bi Serdar Yezîdî, serokê şaxê Filistînî yê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên, û Hesen Nesrullah re ragihand.

Di vê civînê de, Serfermandariya Giştî ya Hizbullahê li ser sinaryoya yekem razî bû û biryar hat dayîn ku mijara Xamineyî were bicîhanîn.

Heniye got ku ew ê biçe Têhranê û bi Xameneyî re bicive, ji ber vê yekê wî li ser pêkanîna operasyonê nîqaş kir, û Xameneyî biryar da ku hêzek zêdetir nîşan bide.

 

Nêzîkî 2 sal şûnda.

Operasyonek ku zirarên giran dane girûp û milîsên Xamineyî li herêmê de.

Lê çima Xamineyî qebûl kir ku vê qumara mezin bilîze?

3 roj berî 7 Oktobrê, wî di civîna sefîrên erebî de hişdar dane welatên Ereb .

Xamneyî Got: Ewên qumara lihevhatinê bi rejîma Sehyonîst re dikin, yê zerer bikin û turandin dibenda wan de ye.

Ew xeletiyek dikin, wekî ku Ewropî dibêjin, ew li ser hesbê ku turandiye mercê digirin.

Nûçeyên li ser nêzîkbûna Erebistana Siûdî bo peymana “Îbrahîmî” aştiyê ya bi Îsraîlê re, ku dikare rûyê rojhelata Navîn biguherîne, Ji bo ku pêşî li vê yekê bigire û bê guman ji bo xwe mezinkirin û berfirehkirina împaratoriya Şîe li herêmê, wî fermana kuştina Îsraîliyan da.

Hêzên Hamasê 251 Îsraîlî di êrîşekê de rehîne girtin da ku maratona kuştin û şer li herêmê bidomînin, dema ku Îsraîlê êrîş kire ser Xezê û hizbullahê jî êrîşên xwe yên li ser Îsraîlê ji Lubnanê ve ji nû ve dest pê kir, di rojên ku Xamineyî wezîrê derve yê xwe dişand welatên herêmê û destên milîsên xwe li ser maşê nîşan dida heta ku mafên gelê Filistînê bi tevahî werin bicîhanîn û heta ku encama dawî ya rûbirûbûna bi dagirkeriyê re li herêmê were bidestxistin, destên berxwedanê dê li ser tetikê bimînin.

Lê li aliyê din ê meydanê, Netanyahu destê xwe li ser maşê danî û nerakir, di operasyonên armancdar de ku fermandarê leşkerî yên Hamasê, Hizbullah li Lubnanê, û her weha fermandarê Pasvanên komara îslamiya Îranî li herêmê kirin armanc û ji holê rakirin.

Di 26 ê disambra 2023 an de, Xamineyî li ser cenazeyê Rozî Mûsawî, serokê piştgirî û lojîstîkê ya Hêza Qudsê li Sûriyeyê, nimêj kir.

Nêzîkî çar mehan şûnda, di êrîşeke li ser hêzên sipaha rijîma Îranê yên li Sûriyê de, 7 endam û fermandên pilebilind ên pasdar hatin kuştin, ku Mihemed Reza Zahedî, fermandê hêzên rejîmê li Sûriye û Lubnanê di nav de bû.

Xamneyî got: Îsraîlê şaşî kir, divê ew were cezakirin, Piştre tolhildan bi Operasyona Veadê Sadiq  hate kirin, ku bi Diron û Mûşekan agirê tolhildana Îsraîlê venemirand.

Kêmtir ji mehekê şûnda, Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Derve yê Xamineyî di qezaya helîkopterê de hatin kuştin, Lêbelê Xamineyî hêj serxweşê 7ê oktobrê bû .

Du meh şûnda, kuştina Îsmaîl Heniye li dilê Tehranê nîşan da ku Îsraîlê gelek xewn ji bo Xamineyî hebûn.

Dîsan nimêja cenaze ya li ser tabûtê ji bo miriyan dest pê kir. Bi tabutên şkestî. Piştî operasyona sabotajê, teqîna peycêrên endamên Hizbullahê li Lubnanê, Xamineyî ku şerm nake careke din serkeftina berxwedanê ragihand, dibêje: Filistîn serketî ye, Hizbullah bi tena serê xwe serketî ye.

Tenê 2 roj piştî van gotinan, Hesen Nesrullah, serokê hizbullaha Lubnanê, ku xw diweşart, di êrîşeke Îsraîlê de hate kuştin.

Piştî demek kurt, Yehya Sinwar jî ji aliyê Îsraîliyan ve hate kuştin, û 2 meh şûnda rêjîma Beşar Esed li Sûriyê sernixûn bû. Lêbelê, hatina Trump ji bo qesra sipî, pevçona Îsraîlê bi heştpêya terorê anku komara îslamiya îranê, qonaxek nû anî herêmê, ku heta wê demê bi hikûmeta Erebên Şîe re di şerê nefretê de bû.

Dema ku Robert Malley bi dîplomatên li payebilind ên rejîmê re dicivî û li ser îhtîmala vekişandina hêzên Pasdarên rijîma Îranê ji rêxistinên terorîst danûstandin dikir, Tehran jî bi lez û bez berfirehbûna Etomiya xwe didomand, bi peymanek nenivîskî bi Waşingtonê re petrolê difiroşe Çînê û pereyên xwe dişîne herêmê û dida terorîstan. Bi vegera Trump re, rojên tarî yên Xamineyî bi êrîşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser Hûsiyan li Yemenê ketine qonaxek nû. Komên Şîe yên bi serokatiya Tehranê li Iraqê ewqas tirsonek bûn ku ji basê çekdanîna dilxwaz anîne rojevê.

Destê Xamineyî li herêmê ewqas vala û kurt bû ku heta fermandarek jî nemabû ku li ser cenazeyê wî nimêj bike.

 

Îca metelokik din derkete hulê.

Êraqçî wekî cêgirê Amir Ebdullahyan çû ser maseya danûstandinan da ku pêşiya çikandina maşê bigre.

Di vê navberê de Xamineyî mijûlî kirîna demê bû dema ku Îsraîlê êrîşî fermandarên leşkerî yên pilebilind ên Komara Îslamî kir û ew kuştin, çend roj şûnda, Dewletên Yekbûyî tevlî Îsraîlê bû û tesîsên nuklerî yên Komara Îslamî bombebaran kir.

Di şerê 12 rojî de ku nîşan da ku Xamineyî hema hema her tişt winda kiriye, ew çû veşartgeha xwe ya bin erdê û bû şahidê têkçûna giran a îstîxbarat û deshilatdar û fermanderên leşkeriye rêjîma xwe bû.

Lê paşê agirbestê jî bi ragihandina agirbestê serkeftin îlan kir û got: Rejîma Siyonîst hema hema di bin lêdanên Komara Îslamî de hilweşiya.

Bêşermî û bê heya bûnê jî sinorik heye, lê Xamineyî Sinoran naparêze.

Heta 10 rojan piştî agirbestê jî, Xamineyî newêrabû ji nivînên xwe derkeve da ku ji bo cenazeyê fermandarên xwe yê pilebilind, ku tenê çend deqeyan li dijî Îsraîlê mabû, nimêj bike. 24 meh berê, Xamineyî 6 artêşên bi wekalet li herêmê de hebûn, bi hezaran santrifûj pêşve çûbûn, fermandarê firqeyekê ji Tehranê ber bi Beyrûtê ve çûbûn, ku navendên Netanz û Fordow hebûn, û niha, di salvegera duyemîn a 7 Oktobrê de, yek ji wan jî tune ye, ji ber agirê şer ku wî pêxist û bû sedema mirina bi hezaran kesan li Rojhilata Navîn, û koçberbûna bi deh hezaran kesan kavilbûna heçî jêrxan û avedaniyekê li çend welatên herêmê de.

Operasyona ku Xamineyî dixwest û nexşe bo kêşabû ev bû ku bi xeyala xwe Îsraîlê ji nexşeya Rojhilata Navîn paqij bike, lê piştî 2 salan, Xamineyî Rojhilata Navîn ji nifûsê derxist.

Operasyona Bahozê eqsa an jî Şemiya Reş, ku Xameneyî û bereya miqavmeta wî danîn, bo wan xwe bû roja reş û ew winda kirin. Ew hema rûreş û reştir man.