Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

‌Heftemîn Kongireya Yekîtiya Xwendekarên Dêmokrat a Kurdistanê bi serkevtiyane bi dawî hat

12:12 - 12 Çirriya pêşîn 2025

Roja 18ê Rezbera 1404 a Rojî, 7 mîn kongireya Yekîtiya Xwendekarên Dêmokrat a Kurdistanê li jêr navê “Xwendekarên Nasnameparêz” û bi durûşma “Zanîngeh Çepera Helwêst û Hişmendiya Neteweî ye” bi rê ve ço û piştî rojek karê  berdewam, dawî bi karên xwe anî.

Kongire bi sirûda netewiya Ey Reqîb û xulekek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqijê şehîdên doza rizgariya Kurd û Kurdistanê dest pê kir û piştî bixêrhatinkirinê, peyama Kongirê ji aliyê xatûn “Sergul Şabazî”, cihgirê sekreterê berê yê Yekîtiya Xwendekaran ve hate pêşkêşkirin.

Piştre rêzdar “Cemal Fethî”, Sekreterê pêştir ê Yekîtiya Xwendekarên Dêmokrat a Kurdistanê, gotarek li ser rewşa siyasiya Îranê û tevgera xwendekarî, pêşkêş kir.

Peyama Destya Kargêrî ya Hizbê ji aliyê rêzdar “Hesen Şerefî” endamê Desteya Kargêrî ya Hizba Dêmokrat ve hate pêşkêşkirin.

Destyegula Desteya Kargêrî ji aliyê xatûn “Xedîce Meizûrî”, endama Komîteya Navendî ya Hizbê bi nûneratiya endamên kongirê, pêşkêşî “Cemal Fethî” kir.

Herwisa rêzdar “Simayîl Şerefî” berpirsê Navenda Rêkxiravên Medenî yên Rojhilatê Kurdistanê peyma vê navendê pêşkêş kir.

Li berdewamiyê de rêzdar “Selah Xizirpûr”, berpirsê Encumena Girtiyên Siyasî, destegulek ji aliyê vê navendê ve pêşkêşî xatûn “Sergul Şabazî” kir.

Li beşeke din a kongirê de belgefîlmek li ser xwendekar û kar û tekoşîna vê yekîtiyê hate belavkirin.

Li beşeke din de jî, peyama pîrozbahiya çendîn rêkxirav û mamostayên zanîngehê bo kongirî hatine xwendin

Piştî vergirtina dengan, rewatî bi kongirê hate dan û 7 mîn Kongireya Yekîtiya Xwendikaran dest bi karê xwe kir.

Piştî hilsengandin û rexne û pêşniyaran û têbînî û dîtingehan, biryarname û bername û peyrewa navxweyî ya Yekîtiya Xwendekaran hate erêkirin.

Li kongirê de biryar li ser arm û logoya Yekîtiya Xwendekarên Dêmokrat a Kurdistanê hate dan û hejmarek biryar û rêkar bo birêveberiya nû ya vê rêkxiravê, hatine pêspartin.

Li dawiya kongirê de li dengdaneke azad û nihênî û dêmokratîk de bi serperestiya Navenda Hilbijartin a Hizbê, endamên û cihgirên birêveberiya nû bo Yêkitiya Xwendikaran hatine hilbijartin û bi koma dengan, rêzdar “Herdî Selîmî” wek Sekreterê Yekîtiya Xwendekaran hate hilbijartin.