
Roja 9ê Çiriya Pêşîn a 2025, Navenda Perwerde ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê komcivînek bi beşdariya hejmarek ji endamên rêberî, kadr û pêşmerge û malbatên Hizbê, bo perde hildanda li ser pirtûka “Av” a nivîsa pêşmergeyê ciwan “Sîna Xelîlî” bi rê ve bir.
Ev komcivîn bi ragihandina xulekek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqijê şehîdên Kurdistanê ji aliyê xatûn “Sîmîn Rohanîzade”, pêşkêşkara civînê, dest pêkir û piştre rêzdar “Mensûr Murwetî” kadrê siyasiyê Hizbê, li derheq weşana vê pirtûkê çend gotinek pêşkêş kirin û îşare bi şiyan û îradeya pêşmergeyên ciwan ên Hizbê li nivîsîn û geşekirin li wî warî de kir û ev bi bilind nirxand.
Pîştre gotarek bo şiroveya zêdetir li ser naveroka vê pirtokê ku ji aliyê Dr. “M.G” li navxweyê welat li derheq vê pirtûkê bo nivîskarê pirûkê û vê komcivînê hatibû hinartin, ji aliyê xatûn “Sîmîn Rohanîzade” ve hate xwendin.
Li beşeke din a vê civînê de rêzdar “Sîna Xelîlî”, li derheq anîneberbas li nav wêjeya Kurdî de gotarek pêşkêş kir û li derheq pirtûka xwe ya bi navê “Av” de axivî.
Li beşa dawî de perde li ser pirtûka “Av” hate hildanê û pêşkêşî amadebûyên civênê hate kirin.
Rêzdar Sîna Xelîlî, temen 24 salî xelkê bajarê Mihabadê, Pêşmergê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ye û pêştir jî pirtûkek a binavê “Z” çap û belav kiribû.