Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îbrahîm Re`îsî ji hêzên serkutkar yên xwe re destûra hovane li dijî xelkê Îranê da

11:19 - 25 Îlon 2022

Rejîma Îranê tevî ku di ragihandinên fermî yên xwe de xwenîşandan û serhildana seranserî înkara dike, û ji aliyê din ve serkomarê rejîmê “Îbrahîm Re`îsî” destûra rawestana micid li hember xelkê serhilder daye”.

Serkomarê Rejîmê “Îbrahîm Re`îsî” ku bi serşorî ji Amerîkayê ziviriye di fermenekê de ji berpirsên leşkerî yên dije mirov re daxwaz kiriye ku bi awayek micid li hember xelkê serhilder rawestin, ew gotina Îbrahîm Re`îsî di halekê de ye ku, rejîm li hemû bajaran de li hember xelkê serhilder, rastî şikestê hatiye û hêzên serkutker revîne.

Herwisa rojnameya fermî ya rejîmê “IRNA”yê bo perdepoşkirina şikesta hêzên serkutkerên rejîmê li hember serhildana xelkê Rojhilatê Kurdistanê di Îdi`ayek vala û çewt de belav kiriye ku piştî du sê rojên xwenîşandana nerizayetî de, êdî heta kombûneke piçûk a nerizayetiyê jî li Îranê bi rê ve neçûye.

Fermana Îbrahîm Re`îsî bo serkutkirina xwenîşanderan û îdiaya “IRNA” nîşandeka aloziyên berfireh li asta serê ya desthilata rejîmê û tirs ji herifîna rejîmê ye.

Serhildana xelkê bi beşdariya piraniya xelkê ji kedkaran ve heta xwendekaran, bi micidî û pêdegirî tevî serkut û dana nirxên zêde, berfirehtir û bihêztir bûye.