Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

31 sendîkayên xwendekaran li derheq dosyesazî bo xwendekaran huşdarî dan

12:54 - 24 Çirriya paşîn 2026

Şêwreya Sendîkayiya Xwendekaran a 31 zanîngehên Îranê bi belavkirina daxuyaniyeke hevpar, reftara beşa herasta zanîngehan û givaşên îdarî bi ser nûnerên xwendekaran bi tundî şermezar kirin û daxwaza sekinandina dosyesazî, hilveşandina sizayên bêparkirin ji hînkarî û garantîkirin a serbixwebûna karên sendîkayî li zanîngehan de kirin.

Wajokerê vê daxuyaniyê tevî îşarekirin bi çêkirina dosyeyê dîsîplîn, lêdana tohmetên çewt û bê belge, bêparkirin ji xizmetguzariyên xweşbijîvî û sekinandin li proseya hînkariya xwendekaran, ragihandin ku ev kiryar, rasterast pêgeha nûnerên xwendekaran û mafên yasayiyên wan bona lipeyletin bo daxwaziyên sendîkayî dike ermanc.

Li vê daxuyaniyê tekez hatiye kirin ku Şêwreya Sendîkaya Xwendekaran bi deng û baweriya xwendekaran hatiye avakirin û nabe daxwazî û rexnegirtinên wan ji kiryarên berpirsên zanîngeha bibe hêcetek bo reftara tund a berpirsan digel nûnerên xwendekaran.

Wan 31 sendîkayên xwedekarî huşdarî dane, guherîna çalakiyên sendîkayî û nîşandana nerizayetî bi pirsên zanîngehan, bi tohmetên dîsîplînî, lêdana tohmetên çewt û bê binayt û sepandina sizayan, proseyek e ku ev bi ti awayek li ser bê deng namînin.

Li vê daxiyaniyê de berpirsên zanîngehan bi berpirsê berdeamiya wan kirayarn li hember xwendekaran hatine naskirin û huşdarî dane ku êdî bêdeng namînin û heta çareserkirina vê pirsgirêkê, ev dê lipeyketinên xwe bidomînin.