Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê 29 kes û damezraweyên ser bi rêjîma Îranê xistine nav lîstê dorpêçan

12:52 - 24 Çirriya paşîn 2026

Ofîsa Kontrol a Darayiya Biyanî ya Wezareta Xezînedariya Amerîkayê li roja Duşemî 23ê Çiriya Paşîn bi belavkiriya daxuyaniyekê daye zanîn ku 8 kes û 21 şirket û navendên malî li çarçoveya bernama birêveberiya pêwendîdar bi rêjîmê û rawestan li hemebr dabînkirina malî ya terorîzmê, xistine nav lîstê dorpêçan.

li vê daxiyaniyê de navê “navenda vegustandian dirafê biyanî û zêrê Îranê, Serafiya Millet, şirketa tezamuniya serafiya mîna Feşkî û şoreka, şirketa rahbordiya bazirganiya Nesîmê Beharanê Qişm û hejmarek din ji şirketên li Îmaratê” têne dîtin.

Herwisa li vê daxuyaniyê de îşare bi navên”Mihemehhusêyn ebasî, Mehmûd Exlaqî, Perwîz Fezilcû, Mîna Feşkî, Ferzad Feşkî, Weliyullah Himmetî Mihemed Celalî û Elî Kelhur” hatiye kirin.

Daraiya wan kes û şirketan hate zewtkirin û Amerîka li hewlên xwe bo sînordarkirina destpêregihîştina rêjîma îranê bi sîstema malî ya anvnetewî, berdewam e.

Wezareta xezînedariya Amerîkayê ragihandiye ku pêka rapora Tora Rawestan li hember tawankariyên malî ya vê wezaretê, ya bi navê “FÎN SÊN” toreke ser bi banka sîber a ser bi rêjîma Îranê eşkere kirine ku derdora 14 milyard û 700 milyon Dolar ji sala 1403 heta 1405 a Rojî veguhastine ku ev yek li 5 hezar veguhastinên malî de kirine.