Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

HRANAyê raporek li derheq reftara rêjîmê digel girtiyan belav kir

13:05 - 24 Çirriya paşîn 2026

Roja Duşemî 23ê Çiraiya Paşîn, HRANAyê rapora reftara rêjîmê digel girtiyên li girtîgehên seranserê Îranê li heyva Xezelwera 1405 a Rojî belav kir, li vê raporê de îşare bi binpêkirina mafên girtiyan û reftrên neyasayî digel girtiyan hatiye kirin.

Li beşeke vê raporê de îşare bi “9 haletên lêdan û kutanê, 47 haletên bêxeberî ji qedera girtiyan, 87 haletên nexuyabûna qedera girtiyan, 2 haletên îşkencekirina fîzîkî ya girtiyan, 7 haletên rêgirîkirin ji hevdîtina girtiyan digel malbatên wan, 6 haletên veguhastina girtiyan bi odeyên tekekesî, 25 haletên destpêrenegihîştin bi parêzer, 16 haleytên pêrenegihîştina pizîşkî, haleteke cudanekirina sizayên girtiyan, 7 haletên givaşxistin bo ser girtiyan, 4 haletên bêparkirin ji pêwendiya têlêfonî, 5 haletên bêparkirin ji murexesiya lezgîn û 3 haletên mangirtina xwarinê ya girtiyan”, hatine tomarkirin.

Ev rapora haletên tomarkirî li xwe digre û bi sedema rewşa ewlehî û sansorkirina tund a nûçeyên li girtîgehan, egera zêdetirbûna rêjeya binpêkirina mafên girtiyan ji vê amarê, heye.