Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qeyrana benzînê û egera dubarebûna xezelwera 98an

21:29 - 23 Çirriya paşîn 2026

N. Aso Minberî

 

Heft sal bi ser xezelwera xwînawî ya 98an re derbas dibin, mehek ku giranbûna ji nişka ve ya nirxê benzînê, bû sedema serhildana nerazîbûneke berfireh li Îranê û di bersivê de, tepeseriyekî xwînawî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ve bi xwe re anî.

Niha û di sala 1405an de, careke din benzîn bûye yek ji xalên herî girîng ku nîşandera nakokiya navbera desthilat û xelkê ye. Bi wê cûdahiyê ku qeyrana vê carê tenê pêwendiya wê bi giranbûna nirxê benzînê re nîne, belkû mijar sînordarbûna destragihîştina xelkê bi benzînê û çawaniya dabeşkirina vê hewcehiya girîng e.

Xezelwera 98an û bûyerên wê, wek bîranîneke tal di serkuta xelkê nerazî û binpêkirina sîstematîk a mafên mirovan di dîroka Kurdistan û Îranê de tên hesibandin, lê ev ne hemû mijar e.

Nerazîbûnên xezelwerê dikarin wiha lê bêne nêrîn ku çawa biryareke aborî ya nebaş, bêyî helsengandina rewşa xelkê û jiyana wan, karî pêleke ji hêrs, nerazîbûn û ji hemûyan girîngtir bêbaweriyê li hember desthilatekê çê bike û çeqmaxê serhildaneke mezin a civakî lêbide.

Di 24ê xezelwera 1398an a rojî de, biryara ji nişka ve ya girankirina benzînê, xelkeke zêde li bajarên cûda yên Kurdistan û Îranê anîn ser şeqaman. Dirûşmên pêkhateşikên bi lez û bezeke pir zêde, ji daxwaziya aborî gihîştin asta nerazîbûneke rasterast a li dijî desthilatê û bi armancgirtina tevahiya desthilatê û ji hemûyan girîngtir Elî Xamineyî wek rêberê wê demî yê rêjîmê, rûpeleke din di dîroka xwe de li dijî wê desthilatê vekirin.

Ewa ku bûyerên wê demê kir bûyereke dîrokî û xezelwera xwînawî ya 98an bi xwe re anî, tenê giranbûna benzînê nebû, belkû şêweya bersivdana desthilatê bû!

Bikaranîna hêza çekdar, kuştina xwepêşanderan, desteserkirina xweseran û qutkirina hêlên înternetê, aliyekî din ê wê bûyerê bûn û tevî hemû wê serkutkariya eşkere û bêrehmane, xezelwer di bîra civakê de her maye.

Niha û heft sal piştî wê bûyerê, rewşa aborî ya Îranê careke din benzîn kiriye navenda gotûbêj û nerazîbûnan.

Ji 17ê xermanana îsal ve, nirxa benzîna derveyî pişkdariyê ji 5 hezarî bo 10 hezar tumen hate bilindkirin, di demekê de ku pişka 60 lîtran bi nirxa 1500 tumen û 50 lîtr bi nirxê 3000 tumen ji bo maşînan her wek xwe ma. Bi vî awayî sîstema sê-nirxî ya benzînê cîgir bû, lê ev dawiya guhertinan nebû.

Ji destpêka nûvembera îsal ve, karta şewatê ya hevpar a wêstgehan li 11 parêzgehan hatin komkirin, ev biryar destragihîştina şofêran bi benzîna li derveyî pişka wan a kesane sînordartir kir.

Digel vê yekê jî, nûçeya dirêjbûna rêza wergirtina benzînê li bajarên Îranê, di nav wan de Çabahar û Îranşehr, belav bû. Li gorî raporên belavbûyî li Çabaharê, hejmarek ji welatiyan piştî nêzîkî 90 deqeyan li bendêbûna di rêza wergirtina benzînê de, ji aliyê îstasyonsan ve hatine agahdarkirin ku pişka benzînê qediyaye.

Ji aliyekî din ve, destpêkirina dabeşkirina benzîna super bi nirxê nêzîkî 103 heta 110 hezar tumen ji bo her lîtreyekê, cûdahiya navbera nirxên benzînê û fişarên li ser bikarhêneran zêdetir kiriye. Rast e ku ev nirx taybet bi benzîna super e û nabe bi benzîna ku bi pişk tê dayîn re bê berawirdkirin, lê ev yek eger di çarçoveya kirîza giştî ya enerjiyê de lê bê nêrîn, nîşana cûdahiya zêdetir di destragihîştina bi sotemeniyê de ye.

Ev giranbûn di demekê de ye ku aboriya Îranê bi sedemên wek bilindbûna nirxa hewcehiyên jiyanê û xizmetguzariyan, daketina hêza kirînê ya xelkê û daketina hêza darayî ya malbatan, di rewşeke dijwar de ye.

Digel van hemûyan jî, bilindbûna nirxa benzînê tenê bandorê li ser lêçûna xwediyên maşînan nake, belkû bi rêya bilindbûna krêya veguhastinê û lêçûna veguhastina hewcehiyan, dikare bandoreke rasterast li ser nirxa xwarinê û pêdiviyên sereke û girîng ên jiyanê bike ku ev jî fişareke zêdetir dixe ser qata navîn û hejar a civakê.

Di asta desthilatê de, helwestên fermî yên derbarê qeyrana benzînê cihê ramandinê ne. Di nîveka meha nûvemberê de, Îsmaîl Seqab Îsfehanî, berpirsê rêxistina çaksazî û rêveberiya bikaranîna enerjiyê, behsa hebûna pirsgirêkê di dabînkirina benzînê de kir û daxwaz ji xelkê kir ku ji bo karûbarên xwe yên pêwîst, beşek ji pişka benzîna xwe paşekeft bikin. Di heman demê de, biryara komkirina karta wêstgehan û sînordarkirina destragihîştina bi benzîna derveyî pişkê hat dayîn ku ev nîşana qeyrana kûr di dabînkirina sotemeniyê de li Îranê wek pirseke aborî nîne, belkû divê wek pirsgirêka rêveberî û civakî lê bê nêrîn.

Li vir e ku ev pirs tê pêş: gelo ev hewildanên rêjîmê ji bo sînordarkirina destragihîştina bi benzînê encama tirsê ji dubarebûna xezelwera 98an û nerazîbûneke nû ye?

Di encama vê yekê de gelo berdewambûna vê fişara aborî dikare bibe sedema destpêkirina kombûnên nerazîbûnê û serhildana cureyeke din ji nerazîbûnan?

Di rastiyê de nayê pêşbînîkirin ku bi piştrastbûna bi guhertina nirxê benzînê û dirêjbûna rêzên wergirtina benzînê, sed-ji-sed xwepêşandaneke din bi şêweya xezelwera 98an rû bide, lê eşkere ye ku benzîn li Îranê tenê hewcehiyekî di çarçoveya enerjiyê de nîne, belkû pirseke hestiyar û girîng a siyasî jî ye ku derbasbûyeke xwînawî heye.

Di civakekê de ku xelk li hember desthilatê bêbawer in û fişar berdewam di zêdebûnê de ne, pêşeroj ji ber şer û aloziyan tûşî nezelaliyê bûye û hêviya xelkê ya bi jiyanê di lawaziyeke pir berçav de ye, her biryareke nû li ser nirxê benzînê dikare bibe hevîna serhildana nerazîbûneke siyasî ku bi berçavgirtina bûyerên salên borî yên piştî xezelwera 98an, dikare zêdetir gur bibe. Xezelwera 98an hîn di bîra xelkê de maye û pirsa sereke ew e ku vê carê divê çiqas bar giraniyê bixe ser milê xelkê û bê çavnihêrîkirin ku bi bêdengî rûnin û çi nekin?