N. Azad Kurdî
Dîtina hin wêneyan û dîmenên jiyana dijwar a karkerên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê li welatên derdorê, wijdana her mirovê xwedî hest û mirovahiyê dihejîne. Ew karkerên ku ji ber siyaseta cudakarî û paşxistina aborî ya rejîma Îranê, di bin zexta şert û mercên dijwar ên jiyanê de neçar dibin bi mehan ji malbatên xwe dûr bimînin û li welatên derdorê bixebitin, tenê ji bo ku karibin debara jiyana malbatên xwe bikin.
Ji sala 1979’an vir ve, Rojhilatê Kurdistanê herdem rastî dorpêçên siyasî û aborî, cudakarî û paşxistina birêkûpêk a rejîma Îranê hatiye. Di vê demê de, kêmtirîn sermaye û budce ji bo pêşxistina binesaziya aborî û xizmetên giştî yên vê herêmê hatiye terxankirin. Ev yek jî bûye sedem ku derfetên kar, pêşkeftin û jiyaneke bi rêz ji gelek niştecihên Kurdistanê bêpar bimînin.
Îran ji aliyê dabeşkirina dahat û derfetên aborî ve welatek e ku cudahiyên berbiçav di navbera netew û herêmên pêkhatî yên wî de hene. Siyaset û awayê dabeşkirina budceya dewletê li herêmên cuda ne wekhev e. Herêmên Kurdistan, Belûçistan, Loristan û Ehwazê ji wan deveran in ku bi rêjeyên bilind ên bêkariyê, xizaniyê û kêmbûna xizmetên giştî re rû bi rû ne. Li gorî gelek rapor û daneyên aborî, van herêman di nav deverên herî paşxistî yên Îranê de cih girtiye.
Ev rewş di demekê de ye ku Îran yek ji welatên dewlemend ên cîhanê ye di warê çavkaniyên xwezayî û binerdî de. Petrol, gaz, zêr û gelek kanzayên din ên girîng di axa vî welatî de hene. Lê belê, tevî van çavkaniyên mezin, di nêzîkî nîv sedsala desthilatdariya Komara Îslamî ya Îranê de, rewşa aborî û jiyana xelkê ne tenê baş nebûye, belkî her ku dem derbas dibe dijwartir dibe. Ev yek bi taybetî li herêmên kêm pêşketî û paşxistî yên wek Kurdistan, Belûçistan û Ehwazê baştir xuya dike.
Dahata mezin a ku ji firotina petrol û gazê tê bidestxistin, ne bi awayekî wekhev û dadperwerane ji bo pêşxistina hemû herêmên welêt tê bikaranîn. Pêwîstiya gel bi nexweşxane, dibistan, rê, av, elektrîk, derfetên kar û xizmetên bingehîn ên din heye. Lê li gelek deverên Kurdistanê, ev xizmet hîn jî di asteke pir kêmtir de ne li gorî hin bajarên navendî yên Îranê. Ev cudahî pirsên girîng derbarê awayê dabeşkirina budceya dewletê û siyaseta pêşxistinê ya rejîmê derdixe holê.
Ji ber vê rewşa xirab a aborî û nebûna derfetên kar li Rojhilatê Kurdistanê, di van salên dawî de hejmareke berçav ji karkerên Kurd neçar bûne ku ji bo dabînkirina debara malbatên xwe biçin welatên derdorê û li wir bixebitin. Gelek ji wan bi mehan ji zarok, jin û malbatên xwe dûr dimînin. Ew di şert û mercên pir dijwar de dixebitin, di cihên nebaş de dimînin û ji bo destkevtina mûçeyeke biçûk gelek zehmetiyan dikişînin.
Dîmen û wêneyên ku rojane di torên civakî de tên belavkirin, rastiya jiyana van karkeran nîşan didin: şert û mercên dijwar ên kar, xwarin û vexwarina kêm, cihên nebaş ên razanê û mûçeyên ku carinan heta ji bo pêdiviyên bingehîn ên jiyanê jî bes nakin. Ev rewş ne tenê pirsgirêkeke aborî ye; di heman demê de pirsgirêkeke mirovî û civakî ye. Dûrbûna ji malbatê, bêparbûna ji mafên bingehîn ên karkeriyê û nebûna ewlehiyê bandoreke kûr li ser jiyana wan û malbatên wan dihêle.
Pirs ev e: Berpirsyariya vê rewşê li ser milê kê ye? Çawa welatek ku xwediyê van çavkaniyên mezin ên xwezayî ye, nikare derfetên jiyaneke bi rêz ji bo hemû welatiyên xwe peyda bike? Dahata petrol û gazê ku bi milyaran dolar tê bidestxistin, li ku derê tê mesrefkirin? Çima ev dahat ji bo pêşxistina herêmên xizan û dabînkirina xizmetên giştî nayê bikaranîn? Kê li hember vê rewşê berpirsiyar e?
Ev pirs tenê pirsên karkeran nînin; pirsên hemû welatiyên Îranê ne. Bersiva wan jî divê di dabeşkirina budceyê, rêvebirina aboriyê û siyaseta giştî ya dewletê de bê lêgerîn.
Li gorî raporên hin rojnamevan û çavdêrên serbixwe yên aborî li Îranê, beşeke girîng a dahata welêt di nav torên aborî yên girêdayî karbidestên bilind ên rejîmê, malbatên wan û saziyên dewletê de tê kontrolkirin û bikaranîn. Herwiha, beşeke mezin a aboriya Îranê di bin kontrola Sipaha Pasdaran de ye. Ev yek pirsên cidî derbarê şefafiyetê, kontrola aborî û bikaranîna dahata neteweyî ji bo berjewendiya giştî derdixe holê.
Ji aliyekî din ve, beşek ji budceya dewletê ji bo bernameyên leşkerî û ewlehiyê, wekî bernameyên etomî, mûşekî û çêkirina dronan, tê terxankirin. Herwiha, rola Îranê di piştgiriya hin komên çekdar ên herêmê de jî bûye mijara nîqaş û rexneyên navneteweyî. Ev siyasetan bandorên xwe li ser pêwendiyên derve yên Îranê û rewşa ewlehiyê ya herêmê dikin. Di encamê de, alîkariya leşkerî ya derve û bernameyên leşkerî jî dibin mijara nîqaşê, dema ku di hundirê welêt de gelek malbat bi xizantî û kêmbûna derfetên jiyanê re rû bi rû ne.
Herwiha, li Rojhilatê Kurdistanê bi salan e ku hejmareke mezin ji welatiyên Kurd ên niştecihên deverên sînorî, ji ber nebûna kar û derfetên aborî, ji bo dabînkirina pêdiviyên jiyana malbatên xwe neçar dibin karê kolberiyê û kasibkariyê bikin. Ev kar di şert û mercên pir metirsîdar de tê kirin. Roj tune ku nûçeya kuştin, birîndarbûn an girtina çend kolberan neyê belavkirin.
Kolberî ji bo gelek malbatên li herêmên sînorî ne hilbijartineke dilxwaz e, lê rêyek e ku ji ber bêkariyê û nebûna derfetên din ên jiyanê neçar dimînin wê hilbijêrin. Kolber di rêyên çiyayî, di nav berf û bahozê de, di şev û rojê de, bi xetera gulebaran, mayîna di berfê de, ketina ji çiyan û mayîna li bin barên giran re rû bi rû ne. Di gelek bûyeran de, hêzên sînorî yên Îranê li dijî wan çek bikar tînin û dibin sedema kuştin û birîndarbûna wan.
Ev rewş nîşan dide ku bêkariyê û nebûna derfetên aborî çawa dikare mirov bixe rewşeke ku jiyana xwe bike nav xeterê, tenê ji bo ku debara malbata xwe bike. Kolber ne sûcdar in; ew karkerên ku ji bo mafê jiyanê û mafê xebatê têdikoşin. Pêwîstiya wan bi ewlehî, mafên karkeriyê û derfetên kar ên bi rêz heye, ne bi gule û zext.
Ev her tişt tenê beşek biçûk e ji rastiya jiyana gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê di bin desthilatdariya Komara Îslamî ya Îranê de. Li pişt her wêneyekê çîroka malbateke heye; li pişt her karkerê ku ji welatê xwe dûr dikeve, çavên dayikekê, hevjînekê û zarokên ku li benda vegera wî ne hene. Li pişt her kolberekî jî malbateke heye ku debara wê girêdayî wê mûçeya biçûk e ku bi xetera canê xwe bidest tîne.
Bêguman, dema ku welatek xwediyê çavkaniyên mezin ên xwezayî be, lê welatiyên wî ji bo debara rojane neçar bimînin ji welatê xwe dûr bikevin, ev yek pirsên bingehîn derbarê rêvebirin, dadperwerî û mafên mirovan derdixe holê. Enflasyon, bêkariyê, kêmbûna hêza kirînê û zêdebûna nirxê tiştên bingehîn jiyana xelkê bi awayekî giran dijwar kiriye. Li gorî hin daneyên ku li navxweyê Îranê yên ne dewletî tên belavkirin, rêjeya enflasyonê jî gihîştiye astên pir bilind.
Mafê her welatiyekî ye ku li welatê xwe bi ewlehî, azadî û bi rêz bijî; kar hebe, dahateke bes bistîne û malbata xwe di şert û mercên mirovî de debara xwe bike. Karkerên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê jî ji vê mafê mirovî bêpar nînin. Pirsgirêka wan ne kêmbûna xebat û hewldanê ye, lê nebûna derfetên wekhev û şert û mercên dadperwerane ye.
Pêwîst e ku dengê van karkeran, kolberan û malbatên wan bê bihîstin. Ji bo ku her civakek bi dadperwerî û aramî bijî, divê mafê kar, jiyaneke bi rêz û derfetên wekhev ji bo hemû welatiyan were misoger kirin. Heta ku ev mafên bingehîn neyên dabînkirin, çîroka karkerên ku ji bo nanê malbatên xwe neçar in welat û malbatên xwe bihêlin, dê berdewam bike.