Nîkol Paşîniyan, Serokwezîrê Ermenistanê li roja Duşemî 23ê Çiriya Paşîn, li hevpeyvîneke têlêvîzyonî de ragihand ku projeya “Rêya Tiramp” bi fermî dest bi karê xwe kir û kete qonaxa cîbicîkirinê.
Nîkol Paşîniyan ragihand ku projeya “Rêya Tiramp bo Aşitî û Mifahvergirtina Navnetewî” ku bi kurtenavê “Trîp” tê naskirin, dê pêwendiya tranzîtî ya çend armanciya li başûrê Qefqazê bi parastina rêzgirtina tevav a mafê desthilatariyê, yekparçebûna axê û rola yasayî ya welatên pêwendîdar, hêsan dike.
Serokwezîrê Ermenistanê tekez kir ku ev proje ne tenê veguhastina bejayî ya Komara Azerbaycanê û devera Nexcewanê garantî dike, belku dê li berfirehkirina şiyan û derfetên veguhastina navnetewî li her 2 aliyên deryaya xezer jî dê rol hebe.
Ev proje ji aliyê şirketeke Amerîka û Ermenistanê bi erêkirina Komara Azerbaycanê bi rê ve diçe û pişka Amerîka li vê şirketê de %74 û ya Ermenistanê %26 e û li egera berdewamiya lihevkirina li navbera Amerîka û Ermensitanê, egera vê heye pişka Ermenistanê heta rêjeya %49 zêde bibe.
Bi wî awayî kontrol û çavdêriya rêya Zengezor ku êdî bi navê rêya Tiramp tê naskirin, yek ji rêyên herî giring û stratejîk li navbera Îran, Ermenistan û Komara Azerbaycanê ye dê ji aliyê Amerîkayê bê kirin û bûye sedema nigarniya rêjîma Îranê û nikare bi sedema hebûna hêz û şiyana Amerîka li vê rêya stratejîk, pîlanên xwe bi rê ve bibe û beşek ji dahata tranzîtiya vê rêjîmê jî ji dest diçe û dorpêça bejayoiya bo ser paşmaweyên rêjîmê jî tundtir dibe.