Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şoreşa nû ya Kurdistanê

15:26 - 24 Çirriya paşîn 2022

N: Abdullah Hicab

Li kolanên bajar û gundên Rojhilata Kurdistanê xwîn diherike û li pey re îrade dimeşe. Serhildana ku bi şehîdbûna keça genc a kurd Jîna Emînî bi destê çeteyên Komara Îslamî li Tehranê, destpê kir ev demeke derbasî rewşa şoreşê bûye û seranserî R.H. Kurdistanê dagirtiye. Bi berfirehiya xwe, bi daxwazî û piratîka xwe, bi berdewamiya xwe û bi hevbendî û yekrêziya xwe, xelkê Kurdistanê vê carê nîşan da ku li ku sekiniye, çi dixwaze û girêdayî çi hizr û sekna siyasî ye. Ew niha ketine pêşiya serhildanek biwêr ya ku Kurdistan û Îranê ber bi şorişek dîrokî ve dibe. Nîşaneyên wê şoreşê her roj di gotinên dayk û babê şehîdan, ciwanan û şorişgerên kolanan de têne dîtin.

Ji mêj ve ku netewa kurd li R. Kurdistanê potansiyela xwe ya serhildan li hember dîktatoriyê nîşan da ye, lê vê carê û bi wê serhildanê re nîşaneyên şoreşek siyasî, civakî û kultûrî derdikevin. Şoreşa siyasî ji ber ku gel bi yekdengî hawara ”Neman bo dîktator” û ”Neman bo Komara Îslamî” bilind dike. Bi wê yekê re xelk, ji bi dawî anîna zext û zordariyên rojane zêdetir, niha hewla guhertina tewa ya sîstema deselatdar dide. Şoreşa civakî ji ber ku di nava siloganên ku rêbaza serhildana niha diyarî dikin de, durişma ”Jin, Jiyan, Azadî” dengê herî zelal û bilind e. Bi siloganan re, beşdarî û qurbanîdanên jinan nîşan dide ku niha rojeva sereke ya civaka Kurdistanê guhertina têgeha kevnare li ser maf, erk û pêgeha jinê di civakê de ye. Têgehek ku ji bingeha xwe ve li têgeha serwer, heta ji ya kevnareye civakê jî cuda ye. Û şoreşa kultûrî, ji ber ku di nava wan 10 heftiyên serhildanê de, bi qasî 43 salên derbasbûyî kultûr û hunera şorişgerî li Rojhilatê Kurdistanê gulveda ye û hatiye afirandin.

Dijberiya Komara îslamî bi netewa kurd û xwestek û îdealên tevgera neteweiye Kurdistanê re her ji wê rojê ve destpê kir dema xelkê Kurdistanê, hevdeng li gel tevgera xwe ya siyasî ji rêjîma nû re got NA! Wê helwêstê rêbaza siyasiye netewa kurd û rêjîma nû ji hev cuda kir. Kurdistanê rêya mafxwazî, pîvanên demokratîk, parastina mafê mirovan, rastî û edalet hilbijart, lê Komara Îslamî kete ser şopa kevneparêziyê, tolstandin û mirovkujî, binpê kirina mafê mirovan, bindest kirina jinan, paşve vegerandina civakê û bêdeng kirina dengên rexnegir.

Encama wê rêveqetandinê ew 43 sal in ku li Kurdistanê li ber çav e, lê di dema serhildanan de, hêj zêdetir xuya dike. Bi dehan sal êrişên hovane yên çekdarî,  komkujiyên ku li encama serhildanên salên 1999, 2005, 2019 û niha jî serhildana mezin ya sala 2022 pêk hatin û hêj berdewam in û sekna hêzên mirovkuje Komara Îslamî li hember xelkê Kurdistanê çi gomanê nahêle ku Komara Îslamî weke hêzek dagîrker bi xelkê Kurdistanê re danûstandinê dike. Di gel hindê jî ew pîvanên ku hêzên dagîrker divê di dema dagîrkirina heremekê de li ber çav bigrin naparêze (Konvansyona Geneve,  di derbarê parastina mafê sivîlan di dema şer de, 1949).

Ne tiştek weşartiye ku li ser mijarên azadî, demokrasî, mafê tak ji bo jiyanek serbest, maf û wekhewiya jin û mêran û pîvanên din yên bingehîne mafê mirovan netewa kurd û rêjîna Îranê li hev nakin. Lê di gel dijberiya îdeolojîke rêjîmê bi daxwazî û helwêstên siyasiye xelkê û hêzên siyasiye ku pêşengitiya tevgera siyasî li Rojhilata Kurdistanê dikin, hin hegerên din jî mewdaya di navbera rêjîmê û xelkê de zêde dike. Xelkê pêwîstî bi jiyanek ewle, avek paqij, jîngehek paqij, pêdiviyên rojane yên jiyanê, kar, sotemenî û bi dehan pêdiviyên madî yên din heye ku rêjîm çi ji wan bi cî naîne.

Zêdebarî wan pirsên bingehîn, siyasetên şaşe rêjîmê bi dehan alingarî û pirsgirêkên din ji barê girane jiyana rojaneye xelke zêde kiriye. Pirsgirêkên civakî, abûrî, tendirustî, pîşeyî û hwd, civak aniye rewşa teqînê û serhildanên îro encama wê teqînê ne.

Kurdistan ku şanaziya 43 sal berxwedan li hember Komara Îslamî li ser navê xwe tomar kiriye, îro pêşengitiya tevgerek sivîl, pêşvero, azadîhez û guhertinxwaz li seranserî Îranê dike. Di demek kin de piştî çirûska serhildanê li bajarê Seqizê, banga ”Jin, Jiyan, Azadî” derbasî kolanên bajarên mezine Îranê, zanîngehan, kargehên kar û nava civakê bû û bi xwe re piştgiriyek bê hempa ya navneteweyî anî. Di encama wê tevgera bi heybet de, her di serî de pirsa derbasbûn ji wê rêjîmê û guhertina sîstema heyî bi sîstemek girêdayî pîvanên demokratîk û pêdiviyên civakê re kete rojevê.

Yek ji xalên din yên bi hêze serhildana nû ew bû ku hevbendî û hevrêziyek xurt di nava civaka Kurdistanê de ava kir. Li her ciyê ku şehîdek dikeve erdê, bi dehan jin, mêr, law û zarok dadikevin kolanan û bi banga ”Şehîd namirin” ji şehîd û nirxên xwe xwedî derdikevin. Wê xwedîderketinê hêj zêde hêz û moral da xelkê serhildayî û malbatên şehîdan û di piratîkê de ew kirin sembolên nû yên serhildana Kurdistanê. Axaftinên dayk û babê şehîdan, kesên wan yên nêzîk û kesayetiyên diyare nava civakê li ser gorên şehîdan hêzek nû dide ber wê serhildanê, bi awayekê ku êdî daxwaziyên siyasî û neteweyî serî li nerazîbûnên rojane standine û bûne xwesteka sereke ya xwepîşanderan.

Hevpêgav di gel yekrezî û yek helwêstiya ku di nava civakê de çê bûyî, hêzên siyasî, rêkxistinên civakî, mamostayên ayinî û hemû kesayetî û çalakvanên kurd bi hev re û li gor pîvan û prensîpên neteweyî tev geriyan.

Yekdengiya hêzên siyasî û gel, serketina herî mezine heta niha ya tevgera Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bire nava berperên dîrokê. Lewma rêjîm niha dîn û har bûye û dixwaze tola serşorî û şikestinên xwe li hember serhildanan ji partiyên Kurdistanî hilîne. Êrişên hovane yên bi Dron û hajekan bo ser baregehên PDKÎ, Komele û PAK di wê çarçoveyê de divê were dîtin. Lê terorîstên Komara Îslamî bi wan êrişên hov nagîjin armanca xwe. Ji ber ku gel pişta partiyên xwe ber nade. Her piştî wan êrişên terorîstî û şehîdbûna bi dehan pêşmergeyan, dubare gel li her derî dikan girtin û kar û xebata rojane sekinandin heya nîşan bide ku ti car zarok û pêşengên xwe bi tenê nahêle. Helwêsta gel zêdetir rêjîma faşîste Tehranê xistiye elopeliya seferberiyek har û hov. Li hember wê rewşê jî dîsan berxwedanek dîrokî li hemû Kurdistanê dewam dike.

Îro Kurdistan bi hev re û yekdenge û li ser pêyan e. Tava şoreşa nû ya Rojhilat wê li bin ewr û hêlên tariyê dîrokê derdikeve û roniyê dide hemû Îran û Rojhilata Navîn. Bi wê şoreşê re wê feleka wê rêjîma mirovkuj jî ba bikeve û gel wê rêjîmê û deselata wê ya nehs bi hev re bawêje nava kulîfengê gilêş û kirsê dîrokê. Renge dem bikêşe, lê encam ji niha ve xuya ne.

Îro Kurdistanê nîşan da ku êdî dem hatiye hemû Îran bi dengê bilind hawar bike: ”Niha ew mêr, mêr e, yê weke jinê şêr e”.