Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên Îsraîlê dibêjin, Rêkeftina Amerîka û Îranê ewlehiya me dixe metirsiyê

11:01 - 14 Hezîran 2026

Berpirsên payebilind ên Îsraîlê di raporeke Kanala 12 a wî welatî de ragihandin, ew rêkeftina ku biryar e di navbera Amerîka û Îranê de were wajokirin, nîşan dide ku Waşîngtonê şertên sereke yên Tehranê qebûl kirine û ev yek jî ewlehiya Îsraîlê dixe metirsiyeke micid de.

Ev berpirs hişyariyê didin ku encama bilez a vê rêkeftinê, vekişîna Amerîkayê ji gefên serbazî, azadkirina darayiyên blokekirî yên rejîmê, vekirina Tengava Hormozê û piştguhxistina xelkê Îranê ye.

Ew dibêjin pirsa dewlemendkirina oranyomê û pergala mûşekî ku pirsgirêkên sereke ne, bi çaresernekirî mane.

Herwisa Tehran ne tenê nehatiye neçarkirin ku dest ji piştgiriya girûpên niyabetî berde, belku di vê rêyê re têkiliyên xwe yên bi Hizbullahê re nû dike.

Berpirsên Îsraîlê vê rewşê dişibînin agirbesta Xezeyê û dibêjin eger piştî 60 rojan Tehran sozên xwe bi cih neyne, ji bo Amerîkayê tu karteke givaşê ya bawerîpêkirinê namîne.

Li gorî gotina desthilatdarên Îsraîlî, Tehran tenê bi şertê dawîhatina fermî ya şer û azadkirina darayiyên xwe yên blokekirî, ev şert qebûl kirine.