Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma axûndî cama jehrê vexwar û li hember Amerîkayê kefte qedeman

09:23 - 14 Hezîran 2026

Donald Tiramp got: Lihevkirin wê sibê were wajokirin, di dema guncav de, em ê oranyoma meyandî kom bikin û li Îranê û ji nav bibin.

Tiram got: Peymana Barack Hussein Obama ya bi Îranê re, rê yek bû ji bo gihîştina Îranê bi çeka navokî, çekeke ku Îranê 6 sal berê jê re hebû û pir beriya îro wê bikar bîna.

Lihevkirina min a bi Îranê re, tam berevajî ye: Dîwarek li hemberî çeka navokî!

Di rastiyê de, îranî êdî çeka navokî naxwazin û xwediyê çekeke weha nabin - ne bi rêya kirînê, ne çêkirinê û ne jî bi tu rêyeke din.

Peyman biryar e sibê were îmzekirin, û yekser piştî îmzekirinê, Tengava Hormozê wê ji bo her kesî vekirî be.

Berevajî ku Obama sedan milyar dolar dan Îranê, di vê peymanê de tu pere bi wan nayê danê.

Tiramp di dawiyê de got: Hêvî dikim ev hemû pêvajo bi lez, hêsanî û bi awayekî dûz biçe pêş. Heke na - alternatîfa me ya dawîn heye û ez hêvî dikim ku em qet neçar nebin wê bikar bînin.