Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Medyayên rêjîmê dema çalkirina Meyitê Elî Xaminêyî ragîhandin

11:04 - 14 Hezîran 2026

Medyayên rêjîma Îranê ragîhandin ku merasîmên pêywendîdar bi xaksportina meyîtê Elî Xaminêyî dê di rojên 13 û 14ê Tîrmehê de, destpêkê li Tehranê tê lidarxistin û piştî wê, di 15ê Tîrmehê de merasîma gerandina li Tehranê û di 16ê Tîrmehê de merasîmeke din li Qumê wê were lidarxistin.

Li gorî vê raporê, biryar e di 18ê Tîrmehê de jî merasîmeke din li Meşhedê were lidarxistin.

Piştî van merasîman, meyitê Elî Xaminêyî dê li Herema Îmam Riza de li bajarê Meşhedê were veşartin.

Meyîtek ku 3 mehe rêjîmê nevêraye çal bike, çarenivîsa dîktatorekê ku îdîaya rêberiya misilmanên cîhanê dikir, ev 3 meh e ku termê wî veşartî maye.

Binyamîn Netenyahu, Serokwezîrê Îsraîlê êvara 9ê Reşemê di gotareke televizyonî de got: «Îro sibehê di êrîşeke surprîz a mezin de, cihê mana Elî Xamineyî yê dîktator, li dilê Tehranê me bi tune kuta û nîşaneyên zêde hene ku ev dîktator êdî di jiyanê de nîn e.»

Piştî wê, televîzyona rêjîma Îranê ev nûçe piştrast kir.

Binyamîn Netenyahu di berdewamiyê de ragihand ku di dema van êrîşan de, hejmarek ji fermandarên Spaha Pasdarana terrorist û berpirsên payebilind ên bernameya navokî ya Îranê jî hatine kujtin.