N. Eskender Ceiferî
Makîneya têror û tepeserkariya rêjîma Îranê, ev salên dûr û dirêj e ku bê rawestan, jiyana xortên herî dildar û fîdakar ên neteweyên di bin zordariyê de dike armanc. Ev rêjîma sitemkar ku mayîna xwe di ji nav birina fîzîkî ya dijberan, afirandina tirs û xofê û tunekirina her cure çavkaniya hişyariyê de dibîne, vê carê jî li devera Dalaho ya Kirmaşanê dest avêt tawaneke hov û bêrehmane. Terora hovane ya du birayên çalakvan ên Kurdên Yarsan, Meysem û Mucteba Weysî, rûyê din ê faşîst û dagirker ê rêjîma Îranê li hember neteweya Kurd û mafên wan ên binpêkirî nîşan da. Van du birayan ne bi çekê, belkî bi çeka pirtûk û ramanê û di riya parastina nasnameya xwe ya netewî û çandî de gav diavêtin, lê hişyarkirin tam ew tişt e ku bingehên rizîbûyî yên dagirkar dihejîne.
Meysem û Mucteba Weysî ku ji damezrînerên pirtûkxaneya "Dere-Dirêj" li Kirmaşanê bûn, sîmbola nifşek ji ciwanên xebatkarên Kurd bûn ku li dijî dagirkeriya çandî û siyasî rabûn û bi dilxwaza xwe, jiyana xwe diyarî xizmeta niştiman û zindîkirina nasnameya xwe kirin. Çalakiyên çandî yên van her du birayan di çarçoveya parastina dîrok, ziman û resenetiya Kurd de hatibûn avakirin, nasnameyek ku her dem bûye çiqlên çavê desthilatdariya tepeserkar a navendî. Qirêjxwe û hêzên ewlehiyê yên rêjîma Îranê ku şiyana dîtina navendên wiha yên hişyarî û nasnameyê nîn e, beriya niha jî gelek caran ev du çalakvanên Kurd girtibûn, îşkence kiribûn û gef lê xwaribûn. Mucteba herî dawî Newroza du salan berî niha, piştî demeke dirêj lêpirsîn û îşkenceyên hovane, bi barimteya giran a bi bihayê 700 milyon tûmenî bi awayekî demkî hatibû berdan, barimteya ku piştre ji aliyê saziya dadwerî ya rêjîmê ve hat zewtkirin.
Zext û gefên berdewam ên dezgehên ewlehiyê yên rêjîma Îranê piştî xwepêşandanên zivistana sala borî gihîştin asta herî bilind û ev du bira neçar kirin ku ji bo parastina jiyana xwe, bi dizî li gundê "Qela Kûş" ê li devera Dalahoyê bicî bibin. Tevî vê yekê jî, kîna hovaniya rêjîmê ji çalakvanên ku mîna çiyayan li hember siyasetên helandina çandî li ber xwe didan, bêdawî bû. Li gora raporên rêxistinên mafên mirovan, terorîstên rêjîma Îranê, mala ku her du bira tê de bûn dorpêç kirin û di tevgereke hovane, tirsonek û organîzekirî de, ew şehîd kirin. Ev têrora hov, sîmbola berçav a siyaseta faşîst û dagirkarî ye ku rêjîma Îranê li Kurdistanê dimeşîne, siyaseta ku bersiva her cure mafxwazî û parastina nasnameya netewî bi fîşeka rasterast dide.
Bersiva civaka Kirmaşan û Yarsanê bo vê tawanê, nîşaneya şikestina tirsê û rûreşî ji bo rêjîma Îranê di vemirandina agirê xebatê de bû. Xelkê herêmê bi berovajîkirina atmosfêra ewlehiyê, rêwresmeke mezin, bêhempa û berfireh ji bo sersaxiya Meysem û Mucteba Weysî li dar xist, hewldanek ku nîşan da xelk ne tenê ji têrorîzma dewletî ya rêjîmê natirse, belkî xwîna van şehîdan, kîna pîroz a bindestan di riya rûxandina vê dagirkariyê de bihêztir dike. Dengê Mucteba Weysî ku basa hezkirina ji xakê û hewla parastina nasnameya Kurdî dikir, îro bûye sirûdeke şoreşê ji bo hemû ciwanên ku li hember dagirkeriyê serî hildane. Tirs û xofa rêjîma Îranê ji van dengan, nîşaneya vê rastiyê ye ku ti rewatiya vê pêkhateya gendel nîn e û tenê bi piştqahîmiya bi çek, sêdare û têrorîzma eşkere li ser kursiya desthilatê rûniştiye.
Naveroka rêjîmên tepeserkar di dirêjahiya dîrokê de hertim wek hev bûye. Wekî ku Frantz Fanon, bîrmendê navdar, tîne ziman, dagirkar, tenê bi bendkirina fîzîkî ya mirovên neteweya bindest nasekine, belkî bi awayekî micid ji bo şewitandin, tunekirin û bêrûmetkirina dîrok û çanda wan tevdigere. Rêjîma dagîrkar a Îranê jî li Kurdistanê tam heman stratêjiya dijî-mirovî dişopîne, hewla ji navbirina zimanê Kurdî, ola Yarsan û nasnameya Kurdî bi rêya têrora fîzîkî ya çalakvanên sivîl û çandî dide.
Lê vê desthilatdariya dagirkar ji bîr kiriye ku hişyarî, girêdaneke neveqetiyayî bi xakê re heye û bi têrorkirina çend pêşengan, tevgera azadîxwaziya Kurdistanê tu carî nayê vemirandin.
Gotinên Apê Mûsa Enter, xebatkarê navdar ê Kurd, bi awayê herî rast rewşa îro ya Kurdistanê li hember desthilatdariya dagirkar a Îranê tîne ziman:
«Heke zimanê min bingehên dewleta te dihejîne, ev nîşan dide ku te dewleta xwe li ser xaka min ava kiriye».
Tirsa rêjîma Îranê ji pirtûkxaneya Dere-Dirêj, ji cil û bergên Kurdî, ji Newroza Kirmaşanê û ji navê Meysem û Mucteba, şahidiya pûçbûna wê hêzê li hemberî şiyarbûna neteweyên mafxwarî ye. Xwîna paqij a birayên Weysî, tovekî nû ji xezeb û berxwedanê di dilê çiyayên serbilind ên Kurdistanê de çand. Xebata wan a dilxwazî û dilsozî di riya azadî û parastina rûmeta mirovî de, meşxelek e ku riya ketina vê rêjîmê hêsantir dike û nifşên bê ji bo mafxwaziyê bi çek dike. Rêjîma tawanbar a Îranê bi van têrorên tirsonek tenê hilweşîn û tunebûna xwe lezgîntir dike, ji ber ku nasnameya neteweyeke zindî û xebatkar bi fîşekan nayê binaxkirin.