Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gotara nûnera hevbendiya hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê li Parlamena Ewropayê

15:36 - 14 Hezîran 2026

Bruksel – Konferansa “Avakirina Îraneke Demokratîk”

 

Gotara hevbendiya hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê li Parlemena Ewropayê ji aliyê Ferîba Mihemedî, cîgira sekreterê Komeleya Zehmetkêşan ve bi nûneratiya Hevbendiya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê hat pêşkêşkirin.

Di dema birêveçûna konferansa "Avakirina Îraneke Demokratîk" de li Parlemena Ewropayê, Ferîba Mihemedî, cîgira sekreterê Komeleya Zehmetkêşan bi nûneratiya Hevbendiya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê gotarek pêşkêş kir. Ev amadebûn û helwest di demekê de ye ku di pêşvebirina bernameyên vê hevbendiyê de, Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê berpirsyariya dewrî ya hevbendiyê li stûyê xwe girtiye.

Rêzdar Ferîba Mihemedî di vê gotarê de, tevî xistina bin pirsê ya pêkhateya kevneşopî ya desthilatê û xwendinên fermî yên ji bo têgeha dewlet-neteweyê li Îranê, rexne li ewlehîkirina nasnameyên neteweyî girt. Wê bal kişand ser vê yekê ku daxwazkirina mafên rewa yên van neteweyan û tekezkirina li ser mafê diyarkirina çarenûsê di heyama sed salên borî de, her tim ji aliyê desthilatê ve bi tohmeta cudaxwaziyê hatiye binavkirin, wek tawan hatiye dîtin û bi serkutkirina tundûtûj hatiye bersivandin. Di heman demê de, daxistina asta van îradeyên neteweyî bo peyvên sînordar ên wekî qewm yan etnîk, piştguhxistina rastiyên dîrokî yên piralî yên civakê û reseniya vê xebatê ye.

Navbirî di berdewamiya axaftina xwe de, bi piştgirêdana bi mînakên jeopolîtîk ên herêmî û nêrîna şirovekarên siyasî, tekez kir ku sînorên niha yên Rojhilata Navîn berhemê îradeya tam a neteweyan nebûye, belku encama peyman û cihgirbûna hêzên navdewletî ye di dirêjahiya dîrokê de. Wekî çawa neteweya Kurd wek mînakeke berçav, ji ber sînorên sepandî bi ser çar welatan de hatiye dabeşkirin.

Nûnera hevbendiyê, bi bîranîna vê xalê ku sînorên siyasî di dirêjiya dîrokê de her tim rastî guhertinan hatine û nabe bi nêrîneke hişk û tehsîbî li wan bête nihêrîn, tekezî li ser pêwîstiya derbasbûna ji çîrok û rîwayetên fermî yên sed salî kir. Wê herwisa ji nû ve hildana ramana demokrasiya yekpêkhateyî di navbera beşek ji opozîsyona Îranî de wekî tabûyeke siyasî bi nav kir ku divê were şikandin.

Di beşa dawî ya gotarê de hat ronîkirin ku bo roja piştî sernixûniya Komara Îslamî ya Îranê, nabe civak bi dirûşmên giştgir lê belê lîl, û nezelal were hêştin. Her cûre pêkvejiyaneke hevpar û berdewam di nav sînorên cografyaya Îranê de, şertdar e bi dabînkirina wekheviya pêkhateyî di sê warên serekî de: mafên neteweyî, piralîbûna zimanî-civakî û wekheviya zayendî.

 

13ê Hezîrana 2026an

Hevbendiya Hêzên Siyasiyên Kurdistana Îranê