N. Serbest Urmiye
Bi salan e hewlên veqetandina Îlam û Kirmaşanê ji pêkhateya siyasî, nasnameya neteweyî û dîrokî ya Kurdistanê tên dayîn. Siyasetên navendparêz, di rêya dabeşkirinên îdarî, guhertinên çandî û propagendeyên îdeolojîk de, hewil dane ku ji bo dûrxistina van deveran ji hizir û ramana hevpar a tevgera seranserî ya azadîxwaz a Kurdistanê, cixizeke dabeşkirinê bi terzeke berfireh û tevalî bi dor van herêman de bikeşînin. Lê dîrok tu carî rastiyan venaşêre.
Îlam û Kirmaşan beşek in ji nasname û kevintirîn çeperên berxwedana tevgera neteweyî ya Kurd li Kurdistanê. Ji serhildanên herêmî yên li dijî zordariya Qacar û Pehlewiyan ve bigire heta beşdariya berçav a ciwan û xelkê van deveran di tevgerên siyasî yên hemdem de, belgeyên zindî ne ku pêywendiya vê cografyayê bi çarenivîsa giştî ya neteweya Kurd re diselimîmin.
Xwîna Mucteba û Meysem Weysî berdewamiya heman rêbaza dîrokî ye ku tê de bi salan e ku neteweya Kurd bi tepeserî, tinekirina fîzîkî û siyaseta bişavtinê a tevalî re ber bi rû ye, lê her tim bi hişyarî û rêxistinkirineke nûjentir ve li ser maf û daxwazên xwe yên rewa pêdagir bûye. Li gorî vê yekê, terorkirina van herdu birayan ji aliyê dezgehên tepeserkar ên rejîma îslamî ya Îranê ve, xwe di çarçoveya xebata neteweyî ya Kurdistanê ji bo azadî, nasname û rûmeta neteweyî de pênase dike û nabe ku tenê di çarçoveya nêrîneke ewlehî an karesateke mirovî de bê şîrovekirin.
Îro Dalaho sembolek e ji berdewamiya heman rêbaza ku bi dehan sal e têkoşerên Kurd li Mehabad, Urmiyê, Sine, Kirmaşan û deverên din ên Kurdistanê dest pê kirine.
Dalaho, bingeheke din di tevgera azadîxwaziya netewey ya Kurd de
Ji bo têgihiştina wateya siyasî ya wê berxwedana ku îro li Dalahoyê tê dîtin, divê em vegerin dîroka tevgera rizgarixwaziya Kurdistanê, Dîrokek tijî ji xwe gorkirina biçûk û mezinên gelekê ku bûne sembola hişyariya neteweyî.
Di nav kesayetiyên herî diyar ên dîroka hemdem a vê tevgerê de, mirov dikare navê Niho Bapîr Şikak, Îsmaîl Şerîfzade, Mela Aware, Silêman Muînî û hevrêyên wan bibîne; Ew têkoşerên ku nav û hizrên wan di berxwedana çekdarî û parastina rûmeta neteweyî ya Kurdan di tevgera şoreşgerî ya salên 1346 û 1347(1967-1968) 'an de dibrisqe.
Hemşêweyê vê tevgera niha ya Kirmaşan û Îlamê û bi dehan tevgerên din ên mafxwaziyê li Kurdistanê, sala 1346’an a Rojî û çend salan piştî hileweşandina Komara Kurdistanê, dema ku tevgera nû ya Rojhilatê Kurdistanê xwe ji bo bersivdana siyasetên nû yên çinekirina neteweyî, civakî û çandî yên rejîma dagirker nûjen dikir, hikûmeta Pehlewî bi hemû hêza xwe êrîşî şoreşgerên Kurd kir û xwe ji ti cinayetekê naparêze. Di encamê de beşeke berçav ji rêber û têkoşerên vê tevgerê li herêmên bakur û naverasta Rojhilatê Kurdistanê Şehîd bûn. Her çend ev bûyer ji aliyê leşkerî ve derbeyeke bibandor bû li ser tevgerê, lê ji aliyê siyasî û derûnî ve bû sedema bihêzbûna ruhê berxwedana neteweyî di nava nifşa nû ya Kurdistanê de.
Îro Dalaho di heman rê û rêbaza dîrokî de dimeşe. Terorkirina Mucteba û Meysem Weysî di raya giştî ya Kurdistanê de wekî bûyereke navxweyî nahê mêzekirin, belkû dengvedana berdewamiya heman hizir û siyasetê ye ku bi dehan sal e bi zimanê guleyan bersiva daxwazên neteweyî û mirovî yên gelê Kurd dide.
Digel vê yekê jî, asta hişyarî û zanebûna neteweyî ya civaka Kurdistanê xala cudaker û berçaw a qonaxa niha ya xebat û berxwedanê ye. Ji dehsalên derbasbûyî ve bigire heta niha ku berevajîkirin û sansûra rastî û zanyariyan emrazê sereke yê rejîmên dagirker ji bo tepeserkirin û fetisandina dengê mafxwaziya gelan bûye, îro bi pêşketina cîhanê û geşekirina teknolojiya ragihandinê, xelkê Îlam û Kirmaşanê jî, hevdem bi xelkê seranserê Kurdistanê re, di asteke bilindtir de serpêhatiyên dîrokî û pêwendiyên wan bi çarenûsa giştî ya xwe re şîrove dikin.
Bi dengvehatina berfireh a xelkê li Îlam û Kirmaşanê, hevdem ligel bajarên din ên Kurdistanê, li hember terorkirina van herdu birayan (Mucteba û Meysem Weysî) ew rastî ji bo çendemîn car da selimandin ku civaka Kurdewarî li van deveran û li hember her cûre tevgerekê de ku gefê li bûn û nasnameya neteweyî bike, bêdeng nemaye û xwe wekî beşeke çalak di pêvajoya siyasî û dîrokî ya Kurdistanê de dibîne. Ev heman xala sereke ye ya ku dagirker jê tirsiyane: xala bihevgirêdana êşa takekesî bi civakê re ku dibe sedema bilindbûna asta hişyariya hevpar a giştî û neteweyî.
Pêywendiya navbera tevgerên azadîxwaz li Kurdistanê
Tevgera rizgarixwaziya Kurdistanê di çi qonaxekê de demkî an bi tenê çekdarî nebûye ku li gorî rewş û zirûfê wê qonaxa ku tê de serhildaye dest pê kiribe û bi dawî hatibe, belkî rêbazeke dîrokî û zindî ye ku nifş bi nifş hatiye veguhastin. Ji Simkoyê Şikak û Qazî Mihemed ve bigire heta pêşmergeyên salên şêstî(ên Rojî) û ciwanên îro yên Îlam û Kirmaşanê, rêbaz û xwestekeke hevpar her tim hebûye û heye: Jiyana azad tevî parastina nasnameya neteweyî û rûmeta mirovî.
Şehîdbûna têkoşerên tevgera azadîxwaziya Kurdistanê, tepeserkirina hêz û civaka Kurdî di salên borî de û niha jî terorkirina Mucteba û Meysem Weysî li Dalahoyê, ne xelekên zincîreke ji hev cuda ne, belkû beşek in ji zincîreyeke dîrokî ku nîşan dide pirsa Kurd hîn nehatiye çareserkirin.
Di vî warî de jî, girîngiya Îlam û Kirmaşanê zêdetir derdikeve. Ev herêm niha ne tenê xewle nemane, belkû beşeke bibandor in di tomarkirina deqa nasnameyê û bilindbûna asta hişyariya neteweyî ya Kurdistanê de. Geşbûna hişyariya neteweyî li vê beşa cografyaya Kurdistanê, nîşaneya têkçûna siyasetên dagirkeran e di asta çinekirina nasnameyê û bişavtina zordestî ya neteweyî û çandî de.
Encam
Dalaho îro tevî xwîna têkoşerên din ên rêya azadiya neteweyî û rûmeta mirovî bi xwîna Mucteba û Meysem Weysî re, bûye derwazeyeke din ji bo berdewambûna rêbaza azadîxwazî ya neteweyî li Kurdistanê. Rêbazek ku ji Mehabad û Urmiyê heta Kirmaşan û Îlamê nifşên cuda bi hev ve girê dide.
Îro zêdetir ji her carê Îlam û Kirmaşan di navenda cixiza tevgerên guhertinên nasnamexwazî û siyasî yên Kurdistanê de ne. Geşekirina asta hişyariya neteweyî li van herêman nîşan dide ku siyaseta înkar û serkutkirinê têk çûye. Nifşeke nû di vê qadê de serhildaye ku li hemberî her cure tevgereke berevajîkar radibe û hişyartir ji heyamên derbasbûyî, dîroka xwe û neteweya xwe dixwîne û bi nûjenkirina xwestek û mafên takekesî, giştî û neteweyî, xwe wekî beşeke girêdayî û bi bandor ji tevgera azadîxwaziya neteweyî ya Kurdistanê pênase dike.