Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevdîtin û kombûnên Berpirsê Navenda Birêveberiya Partiya Demorkat digel parlementerên Swîsre

17:25 - 14 Kanûna pêşîn 2022

“Mistefa Hicrî”, Berpirsê Navenda Birêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK) roja Duşemî 21ê Sermaweza 1401`an a Rojî, li ser vexwandineke fermî seredana Parlementoya Swîsrê kir. Berpirsê Navenda Birêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK) derbarê serhildana gelên Îranê û binpêkirinên rejîma Îranê li hember xwenîşanderan bi taybet milîtarîzekirina Kurdistanê û cinayetên rejîmê li Kurdistanê de, çendîn hevdîtin ligel parlementerên Swîsreyê pê kanî.

Berpirsê Navenda Birêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û şanda pê re bû, ligel Komisyonên Peywendiyên Derve yên Parlementoya Swîsreyê û fraksiyonên Parlementoya Swîsreyê. “Mistefa Hicrî” di van hevdîtinan de bi berfirehî behsa xwenîşandanên Îranê û binpêkirinên rejîma Komara Îslamî ya Îranê li dijî xwenîşanderan kir û agahî û belgeyên pêwîst derbarê cinayetên rejîma Komara Îslamî ya Îranê, rewşa milîtarîzekirî ya Kurdistanê  û kuştina sedan welatiyê û bitaybet jin û zarok xist ber destê mazûvan.

Herwisa “Hicrî” bal kişande ser vê yekê ku piraniya qurbaniyên xwenîşandanên vê dawiyê yên Îranê Kurd, Belûç û netewên din ên bindest in, ku ev yek jî îsbat dike ku zilm û cinayetên li dijî netewên Îranê çend qadan zêdetir e; Kurd û neteweyên din hewl didin vê rejîmê birûxînin û rejîmeke demokratîk, laîk û federal ava bikin. Berpirsê Navenda Birêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bal kişand ser vê yekê ku her çend karê me wek gelê Îranê rûxandina Komara Îslamî ya Îranê ye, lê, em ji we û civaka cîhanî jî dixwazin ku piştevaniya vê serhildanê bikin û Komara Îslamî ya Îranê mehkûm bikin.

Destwerdanên rejîma Komara Îranê li navçê, alîkariyên leşkerî yên Îranê bo Rûsyayê di şerê Ukraynayê de, mijara peymana bazirganiyê û siyaseta lihevhatina civaka navneteweyî li gel Komara Îslamî, mijarên din ên hevdîtinên şandên mêvan bûn. Wî ji parlementerê Swîsreyê daxwaz kir ku welatêîn Ewropî bi rejîma Îranê re danûstandinên aborî nekin, ji ber ku bihêzkirina aboriya rejîma Îranê dibe sedema bê ewlehiya zêdetir li navçe û cîhanê, herwisa bihêzkirina zîdetir a hêzên serkutkar yên weke Spaha pasdaran û girûpên girêdayî bi rejîmê ve yên li navçê de, terorîzimê berfreh dike û berewajî çavnhêriya welatên Ewropî, xelkê Îranê di vê danûstandinê de û egera lihevkirin ti kare bi wan nayê kirin.

“Mistefa Hicrî” di vê kombûna digel parlementerên her yek li fransyon û lijneyên parlemena Swîsreyê ev daxwazkarî jî anî ber bas ku Swîsre balyozxaneya Îranê ya li wî welatî dabixe, an jî bi kêmî ve peywendîyên xwe yên sîyasî daxe asta herî nizim. Sepandina sizayên aborî yên bandordar li ser rejîmê û saziyên tepeserker ên wê, û pejrandina cezayên mafên mirovan ên Yekîtiya Ewropayê yên li dijî rejîma Îranê ji aliyê Swîsreyê û qedekirina hatina karbidestên Îranê yên ku di cinayetên dijî gelê Îranê de cih digirin bo wî welatî û asteng kirina hesabên darayî û bankî yên wan, çend daxwazên din yên Berpirsê Navenda Birêveberiya Partiya Demokrat ji heyetên parlementoya Swîsreyê re bûn.

“Mistefa Hicrî” û şanda Hizbê di tevahiya rojê de hevdîtinên xwe yên bi parlementerên Swîsreyê re berdewam kirin. Rûpela fermî ya Partiya Sosyalîst a Swîsreyê û hin parlementerên Swîsreyê piştî hevdîtinên xwe yên li gel “Mistefa Hicrî” û şanda Hizbê li ser rûpelên xwe yên Twitter, Instagram û Facebookê behsa hevdîtina “Mistefa Hicrî” û Partiya Demokrat kirin. Piştî wan civînan, serokê lijneya peywendiyên parlementoya Swîsreyê di nameyekê de ji şanda Hizbê re ragihand, wan pêşniyarek pêşkêşî parlementoyê kirine û ji parlementoyê daxwaz kirine ku bi biryarekê piştevaniya serhildanên gelê Îranê bike.