Li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de kombûnên nerizayetî bi rê ve çon ku beşek ji wan ev in:
Li Rojhilatê Kurdistanê de li bajarê Kirmaşanê, malnişînkiriyên îdareya Muxabirat, dabînkirina civakî, tenduristî û malnişînkiriyên din ên li wî bajarî li rûberûyê bînaya sendûqa malnişînkiriyan de kombûneke berfireh a nerizayetiyê lidar xistin û diruşmên dijî siyaseta rêjîmê li birêveberiya Îranê de dan û ragihandin ku taqimên binav “îslah teleb û osulgera”, Îran berbi kawilkirinê ve birine.
Ji aliyê din ve pêşkirinê xaniyên “Mesekenê Mêhr” a kirmaşanê, piştî 16 salan hêj malên xwe vernegirtine û ragihandine ku êdî şiyana dana îcareya malan nînin.
Herwisa li vê rojê de li Îranê, karmendên îdareya tendurustiya bajaraê Erakê, nerizayetiya xelkê bajarê Galîkeşê li parêzgeha Gulistan bi dijî cinayetên jîngehî yên şirketa sîmanê, nerizayetiya werzêrên bajarê Cîroft li parêzgeha Kirmanê li derheq nebûna şewatê, û herwisa hejmareke zêde ji mamostayên girêbestkar ên xwendingehên bajarê Raskê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê li derheq bêdadî û cudatîdanînan û sozên direv yên çendîn sale ên berpirsan, dest ji kar berdan û kombûna nerizayetiyê li dar xistin.