Xelkê serhildayî û pêşmergê baweriya Kurdistanê ye!
Pêşmergê fîdakar û can li serdestên nîştiman!
26`ê Sermawezê, salroja Pêşmergê Kurdistanê, “roja rêzgirtin ji wan ciwanên wêrek yên gel û welat yên di nav refên herî pêş yên parêzvanî li axê, xebat li dijî zilm û zordariya neteweyî û tekoşîn bona bidestxistina mafê azadî yên neteweya Kurd li çiya û bajar û li hemû çeperên vê xebata rewa de amadeyî can gorîkirinê ne.”
Ev roja weke dîrok, vebîranîna bûyerên girîng û çarenivîssaz in. Di roja 26`ê Rêbenda sala 1323`an de, ciwanên azadîxwaz yên welat bi bidestgiretina şarewaniya bajarê Mehabadê, dawîn devsa desthildata tundûtîj ya rejîma paşayetiya Pehlewî herfandin, di 26`ê Sermawza sala 1324`an de jî, alaya Kurdistanê li ser avahiya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Mehabadê bilind kirin û bi vê yekê jî rê bo damezirandina Komara Kurdistanê û tomarkirina komek serweriyên neteweyî xweş kirin ku, bilindbûna Alaya Kurdistanê û damezirandina Hêza Pêşmerge weke Spaha Milî du ji wan destkevt û nirxên netewey ne. Di vê demê şûnda navê pîroz yê pêşmerge bûye sembola cangorî û azadîxwazî û hêza pêşmerge îradeya xebat û xwe neçemandina neteweya mafxwaz. Ev dîroka tijî nirx jî encama hezkirina hêza pêşmerge di nav gel de bûye, afirandina destanrêsî û ji xwe hezkirina vê hêza can li ser dest, û herwisa piştevaniya bi bê derengî û qutnebûyî ya xelkê xebatkar û pêşmerge hezkirî yê Kurdistanê ku niha bûye sermayeyeke girîng li pêxema avakirina paşerojeke geş, bo ax û welat, û herwisa cihê baskirinê ye ku ev yek jî berhema hizr û ramana avaker a Hêza Pêşmergê Kurdistanê, wate Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê.
Di vê rojê de jî, ku Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Hêza Pêşmergê Kurdistanê avakiriye, heta niha xebata mafxwazane ya gelê me di çendîn qunaxên dijwar û xwînavî de derbas bûye û ev karwana berdewam e di cangorîkirin û fîdakirina ciwanên xwedî baweriyên gel û herwisa ber bi pêşve dimeşe. Di hemû wan qonaxên dîrokî de “Pêşmerge” sembola wêrekî û berxwedanî li kramet û nasnameya neteweya Kurd di bin alaya pîroz a Kurdistanê de bûye û ala û pêşmerge bûne du waneyên ji hevcuda nekirî. Wate pêşmerge îradeya xweragirî û berdewamiya xebatê bûye û alaya Kurdistanê jî mezinahî, pênase û remiza hermana neteweya Kurd. Herwisa pêşmerge, weke hêza welatparêz, alîgirîkirin ji biha û nirxên mirovî û cîhangeran, nek her di Rojhilatê Kurdistanê de, belku li Başûrê Kurdistanê de jî xwediyê pirstîjeke navneteweyî ye.
Xelkê Kurdistanê îsal di rewşek taybet de, bi pêşwaziya 26`ê Sermawezê salroja Pêşmerge û Ala Kurdistê diçin, ev yekem 26`ê Sermawezê ye ku piştî 16 salan ji hev veqetiyana Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, refên Hizbê hevgirtine û hêza pêşmerge bi gur û coşek zêdetir bo parastina destkevtên şoreşê û bidestxistina serkevtinên zêdetir li çepera xebatê de ne. Her wek di çend mehên derbasbûyî de jî me dît ku hevgirtina Partiya Demokrat bûye destpêka qonaxeke nû li xebata vê Hizbê li dijî rejîma Komara Îslamî a Îranê û palder û rê xweşker bûye bo vê ku tevgera neteweyî di Rojhilatê Kurdistanê de bi hilkirina meşxela “Şoreşa Jîna”yê bibe hêzeke bandordar li hemû beşên din yên Îranê de çawa li ser hev kom bibin û herwisa ev yekbûna pişt qahîmeke mezin bû, hem bo parastin û bihêzkirina pirensîpên dîrokî û girîng yên Hizbê û hem şandina biha û nirxên şoregerî yên hereketa siyasî ya Kurd li Îranê ku xistina kêlega hev a silgonên şoreşa “Jina”yê li Kurdistanê bo hemû aliyan li navçeyên Îranê de, rengdaneve da ye. Ev yeka jî, piştgirêdan bi cih û pêgeha siyasî ya tevgera siyasî ya Kurd û îtbar û hezkiriya bêmînak ya Partiya Demokrat û hêza pêşmerge li navxwe li Kurdistanê pêk hatiye. Her wek çawan ku di xwenîşandan û serhildanan li ser şeqman, xelkê bi dilgermiyek zêdetir bihevre û bi yekdengî, hêzên pêşmergên Kurdistanê weke rizgariya xwe binav dikin. Ji aliyek din ve 26`ê Sermaweza îsal ya me di destpêka lêdana çepika nû ya nerizayetî û serhildana xelkê Kurdistanê li dijî rejîma serkut a Komara Îslamî digihîjê. Heyama tewav ya sê mehan a nerizayetî, xwenîşandan û serhildana xelkê li Kurdistan û navçeyên din yên Îranê ku kuştina bêrehmane ya “Jîna Emînî”, keça Kurd ya xelkê bajarê Seqizê li Tehranê şûra vê lêda, di şikl û formên cuda de berdewam e. Vê serhildanê ku kariye piştevaniyeke berfireh di asta navneteweyî de bo xwe bidest bixe, berfirehî û berdewamiya vê, bi taybetmendiyên cuda û pel havêtin û rehendên cuda kariya Komara Îslamiya Îranê tûşî mezintirîn kirîza dîrokiya xwe bike. Li hember de, her pêka vê naskirina ku me ji karbidestên rejîmê heye, serkut û tundûtîjî, binçavkirin, îşkencekirin, komkujkirin û îdamkirina cuda ya hizrên azadîxwaz, take bersiva rejîmê ye weke siyaseta hertimî ya wan.
Êrîşên bêmînak yên leşkerî bo ser Kurdistan û serkutkirinên xwînavî yên xwenîşandanan li bajarên Kurdistan û hevdem mûşekbarankirina binkeyên Partiya Demokrat û hêzên Kurdî yên din yên Rojhilat di kûrahiya axa Herêma Kurdistanê de jî, eger aliyekê bo xapandina balan li derheq rewşa navxweyî welat û paşekêşî dan bi pêvajoya xwenîşandan û serhildana xelkê bûye, hevdem selmînderê kerb û kîna di dilê rejîmê ya li dijî Kurdistan û hereketa siyasî û herwisa tirs û bêçareya Komara Îslamî ye ku êdî nikare di bin barê vê rewşa kirîzan de pişta xwe rast bike.
Di heyama sê mehên derbasbûyî de, rejîmê çend hember ji wan 500 kesên ku bi nav û nasname hatine zanîn kuştine, bi dehan hezar kes ji xelkê xwenîşander li seranserê welat de binçavkirine, çen caran Xamineyî li ser ekranê televîzyonê heta bi anîna ayet û hedîsan moralê bide bi hêzên timhakar, wan bo serkutkirina zêdetir tûj bike. Herwisa faîlên dengî yên hatinî dizîn yên karbidestên serwe yên rejîmê û bûltena eşkerkirina fermanderê Spaha Pasdaran hemû bi vê yekê îşare dikin ku hemû odeyên hizrî yên Komara Îslamî û hemû hêzên leşkerî û ewlehî û dezgehên propagende yên rejîmê bihevra bo biçok anîna şoreşa “Jîna” û serhildana xelkê Îranê rêk xistiye.
Lê, ya ku bihêz bûye sembolên vê şoreşê ne û ya ku her tim xurt dibe hêviya serketinê ya li hemberî dezgeha serkut û zordariyê ye, herwisa xemlandina wan dîmenane ku Kurdistan, pêşeng û rêçkeşkêna guherînkariyên siyasetan li Îranê û di paşeroja vî welatî de, rol û pêgeheke xuya hedibe. Wate ti cihek û ti aliyek, çi li navxwe û çi li navçe û çi li dervey welat jî, nikare faktora Kurd berçav negirin û ti aliyek nikare pirsa Kurd pişt guh bixe. Di vê rewşa han de erka Hêza Pêşmergê Kurdistanê pitir li hemû demekê hestyar û binyatnere.
Şop û bandora şoreşa “Jîna”yê ku di Kurdistanê de serhilda, rewatiya tevgera siyasî ya Kurd û helwest û heqîqeta bûna dîtingeha hêzên siyasî yên Kurd bitaybet Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li hember pirsa siyasî yên heyatî yên Îranê de derxist û bandorek pozîtîv li ser cora helwest û dîtingeha hêz û aliyên Îranî û pêkhatiyên neteweyên welat li hember Kurd di Kurdistana Îranê de danî. Bêguman ev yek jî bilî vê ku destkevteke mezin bo tevgera Kurd û zimanê zanistî ya Partiya Demokrat e, û dikare derfeteke binirx jî bibe û ji bo vê ku civaka Kurdistanê û partiyên siyasî bikarin bi qezeca pirsa Kurd di Îranê de mifahê jê werbigrin. Çimkû ev bi dehan sal bû ku desthilatdariya Komara Îslamî û şovenîzima Fars û navendgera xelkê Îranê di tevgera neteweyî û demokratîk û azadîxwazaneya Kurdistanê de bi propagendeyên çewt hilweşîna Îranê tirsandibû. Lê, siyaset û silogana drust a dîttina hêzên siyasî yên Kurd ku hertim li cem xelkê Kurdistanê pêşwazî jê hatiye kirin, û niha di navçeyên din yên Îranê de jî, bi hemen taybetmendiyan hatiye wergirtin. Renî û şikeşteke mezin bo Komara Îslamiya Îranê, û ev hemû hêz û aliyên ku haşa li zêde neteweyîbûna Îranê û mafên neteweyî yên pêkhateyên cuda yên Îranê dikin.
Xelkê pêşmergeperwer yê Kurdistanê!
Dîroka tekoşîna hêza pêşmergê Kurdistanê selmandiye ku xebata xwe tenê di çarçêveya xebata pêşmerge de teng neke û pêka rewş û mercên guherîkariyên roj û serdemê ji hemû cor û şêwazên xebatê mifah; wergirtiye. Niha jî digel vê ku li warê leşkerî ve pitansiyleke bihêztir a hêza siyasî û leşkerî di Kurdistanê de heye, lê, di vê şert û mercê de tevî parastina berjewendiyên neteweyî ku bo partiya me li serweyî tev berjewendiyên hizbî ne, Hêza pêşmergê Kurdistanê pêwendiya ruhî û teşkîlatiya xwe bi tex û qadên xelkê Kurdistanê ve girê daye û serdemiyane û bi stiratîjiya zelal û diyarîkirî ya xwe li çepera xebat li dijî Komara Îslamî de ye.
Di 26`ê Sermawezê salroja Pêşmerge û Alaya Kurdistanê de, vê heqîqetê vebîrtînin ku, dîroka gelek sereviraaz û nişîv a jiyana siyasî ya Partiya Demokrat ji me ra dibêje ku, ne herfîna Komara Kurdistanê, ne terorkirina rêberê PDKÎ, ne şehîdkirina bi hezaran pêşmerge û ne mûşekbarankirina binkeyên partiya me, nekarîne û nikarin jî îradeya Partiya Demokrat û xweragiriya serbilind a pêşmergeyan biçok bînin.
Di dawiyê de, di heyama drustbûna 77 salan navê Hêza Pêşmerge de, silav dikin wê karwana şehîdan a tijî serbilindî û Hêza Pêşmergê Kurdistanê rêz jê digrin ku, alaya xebata rizgarîxwazî ya neteweya me li ser milê xwe bilind ragiritine, bêguman li derheq dîroka fîdakarî û cangorîkirinên wan hertim bi çavên rêz û pêzanînê bera xwe didinê û bi vê hêzê û heta di paşerojê de vê dema ku gihîştin bi mafên xwe bo parastin destkevtên xebata netewatiya me her dibe pişt bi Hêza Pêşmerge girê bidin.
Bilind û pîroz be nav û heybeta pêşmergê Kurdistanê!
Serbikeve xebata rewa ya gelê me!
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Navenda Birêveberî
25`ê Sermaweza 1401`ana Rojî
16`ê Kanûna Pêşîn a 2022`an