Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêza yekîtiyê

17:25 - 24 Kanûna pêşîn 2022

Hesen Mukerem

Yekîtî û hevdengiya xwenîşanderan li hember hêzên serkutkar yên rejîma dîktator ya Xamineyî de weke kabûsê psîra wan girtiye û ber nade, û roj li peyê rojê ev kabûs bi xwenîşandan û siloganên weke “Jin, Jiyan, Azadî” û amadebûna jinê digel mêran li ser şeqaman hêmbêza dijmin bi agir dişewitîne û dijmin ber berdaye canê yektir, bo mînak me dît ku piştî eşkerebûna hêzî û bêexlaqiya Qasim Rostemî Wezîrê berê yê veguhastin û geşepêdana metropolan yê rejîmê û gefxwarina wî ji berpirsên din bona eşkerekirina gendeliyên wan, ev di bêdengiyê de kuştin û piştire di medyayên xwe de gotin ku ji ber nesaxiyê miriye.

Ev kabûs û agirê xwenîşanderan wirda di nav dilê dijmin de bidawî nabe, piştî birêve çûna gireva seranserî li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, rejîma xwînmij, xort û jinên daxwazkarê mafên rewa yên azadî û jiyana xwe ku serhildan e, li ser şeqaman û li zindanan bi dirindanetirîn şêwazî wan komkuj dike ku, yek ji wan Muhsên Şikarî ji binçavkiriyên xwenîşandanên serhildana seranserî bû ku tenê heyama du mehan bi sûça astengkirina rê û birîndarkirina besîcekî rejîmê di hepsê de bû, lê, çavsorî û serberedaya dîktatorên serdemê nekarî vê hêz û îradeya wî şoreşgerî bibînin û demldest û di dadgehek nimayşî û nedadperwerane de sizaya îdamê bi ser de sepandin û  ev îdam kirin, ev tawana rejîmê di halekê de ye ku, Se`îd Mortezewî  ku di sala 2002`an de ku serdozgerê giştî yê Tehranê bû û li bûyera girtîgeha Kehrîzekê de bêdadî nema ku di serê girtiyan de neanî, heta Zehra Kazimî wênegira jin ku tenê ji malbatên girtiyan yên ku ber deriyê girtîgehê bona agehdarbûn ji qedera mirovên xwe yên li girtîgehê kom bibûn bi vê sûçê binçavkir û di girtîhehê de îşkence kirin û di bin êşkenceyê de derve li serê wê dan û tûşî xwînrêjiya mejî bû û çend demjmêran piştî xwînrêjiya mejî canê xwe jidest da, ev tenê mînakeke, û rejîmê Se`îd Motezewiyê cinayetkar jî, tenê cihê wî guhert û ev kirin bi Bepirsê Saziya Dabînkirina Civaka dewletê.

 Komara Îslamî wisa zanî wiha dikarin li hember xezeb û kerb û kîna xelkê serhildêr de berxwedanî bike û dê bikarin dengê wan bifetisînin, bi xwaşî ve xelk bi hêz û yekgirtiyek tewav û îradeyek polayîn li çeperên şeqaman de amade ne û rejîm çimes kirine.

Gireva sê rojan ya seranserî ya bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku hemû gelên Îranê bi hev re û yekdeng li ser pêya bûn, li hember ewrên reş û tarî yên dîrokê ku celad û xwînmjên Komara Îslamî ne û ev heyama 40 û çend salan e, ji ber nebûna piresîpên demokrasiyê û hakim bûna desthildariya dîktatoriyê, siya vê esmanê xelkê zilmlêkirî tarî kiriye, şevqa yekîtî û yekdengiya wan li seranserê cîhanê veda.

Komara Îslamî nekarî li hember vê hêza yekgirtî û hevdeng de xweragiriyê bike û dest havêtiye bi bidarvekirina bidizî ya ciwanên serhildayî.

Komara Îslamî wisa bi bidarvekirina ciwanên welat pê de diçe, mirov wisa dizane ku ev mirov nin an heta canliber jî nin û di vê cîhanê de ti mafek bo jiyanê tunîn, mîna Fire`vin hemû hewlên xwe bona tunekirina neteweyên Kurd û Belûç dide, bi komkujî, bidarvekirin û îşkencekirinê ji ber ku esasê tunekirina miletan e.

Gelên Îranê bi yekîtî û yekdengî û bi awayê sivîl an medenî bi hemû qaweta xwe li hember hêzên cinayekar yên rejîmê ku bi çekên giran hatine meydanê rawestane, lê, mixabin rejîma byûn ti komkujî û qirkirinek nemaye ku di serê xelkê serhildayî de neîne, lê, gelên serhildayî bi îradeya polayîn û yekdengî her ku diçe zêdetir û bi qawetir ser şeqaman in û siloganên herfîna dîktatoriyê diqîrin.

Demaku şehîdbûna ewqas ciwanên bê sûç dibînî ku tenê daxwazkarê mafê azadî û jiyanê ne, dilê mirov pirr dêşe, lê, gel bi wan komkujî û bêdadiyan pêngavan paşve nahavêje.

Komara Îslamî ku di sala 1979`an de ku Şa desthilatdar bû û hikûmetek paşayî bû ne ayînî, biqasî niha ciwanên welat qir nekir, biqasî niha komkujî pêk neanî. Mixabin Komara Îslamî li ser navê ayîn hemû kiriyarek bêexlaqî û dûr ji mirovahiyê birêve dibe.

Lê, bi îrade, yekdengî û hevgirtîbûna gelên Îranê, paşeroj rohne, bûyerên ku niha di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de diqewmin û pêvajoya xwenîşandanên seranserî ku her ku pêde diçe zêdetir li berê qawetê digire, mirov dikare bêje ku, ev îrade û yekîtiya di navbera xwenîşanderên seranserê Îranê de, dê dawiyê bi desthilata dîktatorê serdemê yanî Xomeynî û Xamineyî bîne, çiroskên azadiyê, çiroskên serkevtin û paşeroj rohn diyar in.

Serbikeve şoreşa seransrî ya gelên Îranê.

Neman û herfîn bo Komara îdamê.

Ev Gotara li hejmara 436`an a  rojnameya Agirî de hatiye belavkirin.