N: Sabri Rasoul
Destpêkirina xwepêşandanan ji Rojhilatê Kurdistanê, wate û ramênên siyasî yên mezin hene, ku gelê Kurd ji ber netewe xwe rastî stem û zilmek mezin tê, ku heya mamostayên zimanê Kurdî ji ber zimanê xwe rastî sizayên giran tên, heya digehêjin zindanîkirin û mirinê.
Di nav neteweyên ne faris de, wekî Kurd, Beloj û Ereb, hestek mezin bi zilma neteweyî yan olî heye, ku ji aliyê rejîma dîktator ve zilmek mezin li wan tê kirin, ku ew ji koka rejîmê bi xwe ye, ku stûxwariyê li milet dike, û şoreşa niha ya berdewam li dijî bêdadiyê, bo bidestxistina mafên rewa derketiye holê, ne ji bo cudaxwaziyê ye wekî rejîm dibêje, ku di yek ji sloganan de yên serheldêrên gelên din yên Îranê de, li ser lafîteyekê ji aliyê xwepêşanderan ve li roja Îniya borî li Belojstan hatibû bilindkirin û nivîsandin: “Eger Kurd û Belûç cudaxwaz bûna, wê li dijî Îranê şer bikirban ne ji bo wê”, ku ev slogan bi ronî naveroka şoreşa gelên Îranê bo bidestxistina azadiyê tîne ziman.
Rejîm her gava ku rûbirûyê xwepêşandanên gelên Îranê li kolanan dibe, krîzên xwe derdixe derve, û Rojava û Israîl tawanbar dike, bo cîbicînekirina xwest û daxwazên gel, û nedayîna mafên rewa ji bo neteweyên bindest, û ev yek ji saxletên rejîmên totalîterî ne di birêvebirina qeyranan de, ku êrîşên dijwar û topbarandina li ser Herêma Kurdistan û armanckirina kampên penaberan û ofîsên partiyên siyasî bitinê şêwazeke bo bala xelkê bikişîne li ser mijarên derve bo rewakirin û yasakirina serkutkariya xwe û gunehbarkirina xwepêşanderan bi hêz û dewletên derve.
Ku ne tesaduf bû, rejîmê mûşekên xwe arasteyî penaberên sivîl bike û gefan li Herêma Kurdistanê bixwe, di demekê de ku Tirkiyê navçeyên kurdî li Sûriyê bombebaran dikir û navendên jêrxanî û enerjiyê wêran dikir. Êrîşên hevbeş bi hemahengî û pevguhertina îstixbaratî ya mezin di asteke bilind de di navbera her du welatan de hatine pêkanîn, tevî nakokiyên wan yên veşartî û yên xuyayî bi sedan salan ve, lê her du alî li ser pirsa kurdî rêkdikevin.
Duruşmên “Bimre dîktator”, “Bimre Xamineyî”, “Bimre zalim çi Şah û çi Rêber” piştrast dikin ku êdî baweriya xelkê bi vê rejîmê nemaye, êdî divê bê guhertin û bidawî bibe, û biryara betalkirina “polîsên exlaqî”, bi tinê ji bo xapandina xelkê ye, ku zehniyeta rejîma Tehranê daxwazên gel misoger nake û daxwazên xwepêşanderan qebûl nake.
Keça Kurd Jîna Emînî, di 16ê Îlona borî de, çirayek vêxist û şoreşa rûmeta mirovatiyê rê li ber jinan vekir ku perdeya tirsê qetand li hember serkutkariya rejîma olperist, ku carek din bawerî û fedekariya miletên bindest bihêz kir li hember yek ji hovtirîn rejîma dîktator li diniyayê, ku tevî fedekariyên mezin lê şoreş berfireh dibe, û li gorî Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan (Hrana) ragihand ku “ heya roja Pêncşema yekem ya mijdarê ve hejmara kuştiyên xwepêşanderan gihişt 462 kesan ku 64 jê zarok in, 18 hezar û 206 kes ji 157 bajaran û 143 zanîngehan jî hatine binçavkirin her demê mirina keça Kurd Mahsa Emînî di 17ê Îlonê de, û 61 kes ji hêzên ewlehiyê hatine kuştin".
Ev jimare "îstatîstîk" pêdagirî û tekeziya gelên Îranê li ser berdewamiya şoreşa azadî û rûmetê li dijî "şoreşa Xumeynî" piştrast dike, ku pasdarên wê dest bi xapandina prensîbên wê kirine û careke din nikarin fêlbaziyê bikin ji bo stûxwarkirina gelên Îranê, û biryara betalkirina "polîsên exlaqî" destpêka guhertinê ye.
Şoreşên ku milet vêdixin li hember astengiyên li pêş bidestxistina mafên xwe, qeyd û astengiyên berê dişkîne û jiyanek nû ava dikin, û eger nikaribe bi guherînên civakî û aborî yên digel pêşkeftina jiyana serdem ya mirovatiyê bimeşe, wê demê ew bixwe dibe astengîyek li pêş pêşketin û guhertinê, ku nifşên nû carek din bi şoreşê radibin li hember astengiyên şoreşa kevin wekî tişta qewmî li Soviyeta berê, ku heman tişt niha di zikê şoreşa Xumeynî de diqewime, ji ber ku wê bingehên xwe li ser tepeseriyê û serkutkariyê ava kiriye, lewra bi demê re dibe dewleteke polîsî ku ji pêşketinê dûr ketiye, ji aliyekê din ve ku aboriya welat ji hêla pasdarên şoreşa Xumenyî ve tê xerckirin bo belavkirina bîr û fikirên Xumeynî bo derveyî Îranê,
dewleta bihêz êdî ne tinê nexşeyek erdnîgarî ye, belkî nexşeyek siyasî ye ku cîranên dûr û nêzîk dêxe di bin kontrola xwe, Îranê ev rêbaza hinartina şoreşê pejirand heta ku Iraq, Sûriya, Lubnan û Yemenê xist di bin hejmongeriya xwe de û welatên din jî di rojevê de hene.
Dewleta Îranê rûbirûyê kêşeyên mezin bûye ku divê bilez bêne çareserkirin, û divê rêberên şoreşa Xumeynî rastiya nû qebûl bikin, eger na, Îran dê rûbirûyê xwînrijandin, kuştin û wêrankariyên zêdetir bibe.
"Ev gotar ji Erebî hatiye wergerandin"