Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di salvegera avakirina Komara Kurdistanê de ‘’Hemû xaka Rojhilatê, bûye bi kela Demokratê’’

19:15 - 22 Kanûna Paşîn 2023

N: Selîm Zencîrî

Eşkere ye ku 2’ê Rêbendanê, salvegera avakirina Komara Kurdistanê di dîroka gelê Kurd û Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê de cih û pêgehek taybetî û bilind heye. Pêgehek ku piştî 77 salan li kopika viyan û xoşewîstiyê de ye û weke stêrkek geş di esmanê xebat û tekoşîna kurdan de dibirisqe. Rêbaz û armancên ku bûne bingeh bo jidayîkbûna Komara Kurdistanê, heta niha jî, rêbaz û armancên Hizba avakerê Komarê, hizba dahênerê navê pêşmerge û hêza pêşmerge, anku Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ne.

Îsal di demekê de em ber bi 77’mîn salvegera vê boneya dîrokî ve diçin ku erdnîgariya cihê tekoşîn û desthilatdariya Komarê ku çarçoveya cuxrafiyayî a Rojhilata Kurdistanê pêk tîne, serê 4 mehan e ku tevî gelên din ên Îranê li dijî dagîkerî û dîktatoriya rejîma terorîstî ya îslamî a Îranê serî hildane û bi hizûra xwe ya berdewam û dana bedelên zaf, pêpikên deshilatê sist û asoya serkevtinê nizîktir kirine.

Têgeh û durûşmên ku bûne hêvênê pêkhatina Komarê û weke tîrêjên roja armancên Komarê bûn, heman têgeh û armanc in ku hizba avaker û mîratgirê Komarê jê re dixebite. Têgehên weke azadî, maf, wekhevî, dadperwerî û aştî ku îrorojê ji nû ve xwe di durûşma ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’a şoreşa Jînayê de pênase dikin û ne tenê Rojhilata Kurdistanê, belkî sînorê hemû Îran û cîhanê jî dagirtiye, û bo carek dinê, Kurd û doza rewa ya Kurdan û mafxwazî, azadîxwazî û mezlûmiyeta vî gelê bindest ji dunyayê re selimand. Ev yek jî selmînerê xebata rewa ya tevgera Kurd li Rojhilatê bi pêşengiya Hizba demokratê û hizba avakerê Komarê ye. Partiyek ku piştî nizîk bi heşt dehikên xebatê, serbarê ewraz û nişîv û nirx û bedelên zaf, û pîlanên qirjên ên dujminê hov û propagendeyên wê, hêj li ser piyan û serbilind e û di kûrahiya dilê xelkê Kurdistanê, bi taybet ciwan û jinan de cihê xwe vekiriye.

Ji xwe nine ku dengê durûşma ‘’Qasimlû Qasimlû, riya te dirêjî heye’’ yan ‘’Hemû xaka Rojhilatê, bûye kela Demokratê’’ şeqamên Rojhilatê dagirtiye û bûne bi siloganên berdewam û sereke yên serhildêran û di guhên dost û dujminan de deng vedidin. Eve jî şanaziyek mezin e bo hizba Demokrat ku ji aliyekê ve siyaset, exlaq, pirensîp û armancên wê di nav piraniya xelkê de ewqas cîketî û cihê baweriyê ne, û ji aliyê dinê ve jî, piştqahîm e bi hêza bêdawî a xelkê Rojhilatê. Hêzek ku seng û giraniya Hizb Demokrat û rêberên şehîd pitir ji her demekê di vê şoreşê de nîşan da û hiş û heybet serê dujmin de nehêla û her kes heyrîmayî kir. Şanazî, sermiyan û pêgehek ewqas mezin ku bi çi alavekê nahê qiyaskirin û pîvîn, û çi kes û aliyek nikare înkara rol, giranî û pêgeha wê bike û di hevkêşeyên piştî herifîna rejîma nehs û totalîtar a melayên Îranê de berçav negre.

Niha ku em yad û bîranîna 77’mîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê pîroz dikin, dibînin ku şoreşa Jînayê li ser destê vê hêza bêdawî a xelkê Kurdistanê derbasî qonaxek hestiyar bûye. Şoreşek ku serbarê rewşa mîlîtarîstî û tepeseriyên hovane ên rejîmê, bilez pêşde diçe û asoya serkevtina xwe, bi herifandina rejîmê re girê daye. Şoreşek ku roj bi rojê piştevanên zêdetir ji xwe re peyda û rejîmê îzole, û ji cîhana azad vediqetîne.

Cihê keyfxweşiyê ye ew hêza zarokkuj û hov a Spaha Pastaran ku serê 44 salan e gelê Kurd li hemberî wê de berxwe dide û destê wê bi xwîna hemû gelên Îranê sor bûye, weke hêzek terorîstî ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve hat naskirin. Pêngavek direng, lê karîger û li cih û demek hesas de ku şoreşa Jînayê hêj berdewam dike. Bi vê pênaseya terorîstî a Spaha Pastaran a rejîmê jî, xebata gelê Kurd û gelên din ên Îranê niha şûnde di çarçoveya xebata dijî terorîzmê cih digre û rewatî û meşrûiyetek navnetewî peyda dike. Lewre ew yek dikare bandorek erênî li ser pêvajoya vê xebata mafxwazane û rizgarîxwazane bike û dikare derencamên xirab bo rejîmê û pêvajoya herifîna wê jî bileztir dike.

Bi berçavgirtina rewşa hundurîn û herweha givaşên derekî û daxistina deriyan bi ser rejîmê de, pêvajoya guherînkariyên bingehîn jî dest pê kiriye, lewre hewce ye Kurd û hizba mîratgirê Komarê bîrdanka dîrokî a xwe baş bidin şuxulandin û durûşma manadar û siyasî a xelkê Rojhilat û Îranê ‘’Mirin ji bo stemger, çi şah be çi rêber’’ku li ser bingeha ceribandina her du rejîmên faşîstî ye, li siyaset û hevalbendiyên xwe de berçav bigrin. Ji berku ne tenê raman û hişmendiya rejîma herifînerê Komarê û bikujê Pêşewayê Serkomar û herweha rejîma îslamî û terorîstî ya cihgirê wê ji hev cuda nine, belkî du rûyên yek dirav in. Wate îrorojê mentalîteya şopîner û alîgirên her du rejîmên paşatî û rejîma Îslamî jî yek tişt e û li dijî maf û daxwaziyên rewa ên gelê Kurd û gelên din ên Îranê ne. Têjikên wan faşîstan bi hincetên bêwata û propagendeyên jehrî wekî Mar xwe veqelistine û dixwazin vê şoreşê berxwar û deskevtên wê jî talan bikin. Lê dibe gelê Kurd û gelê din ên Îranê serbarê bihêzkirin û parastina yekîtî û hevxebatiya xwe, hişyarê dengê piyên faşîzmê û şovenîzma neteweya serdest bin ku dixwaze li jêr navek din de, carek din temenê xwe dirêj bike. Lewre nabe rê were dayîn ku carek din dîroka dagîrkarî, faşîzm û totalîtarîzmê, xwe li ser gelên Îranê biceribîne yan dubare bike.

Pîroz be 77’mîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê